‘Rêwîtiyeke ji Enqereyê ber bi Îmraliyê ve dê pirsgirêkan çareser bike'

img

AMED - Parlementerê HDP'ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş, dest nîşan kir ku tu îzahiyata tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan tune ye. Erdogmuş got ku wê bi rêwîtiyeke ji Enqereyê ber bi Îmraliyê gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê bên çareserkirin. 

Parlementerê HDP'ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û mijara yekîtiya netewî ya kurd nirxand. Erdogmûş dest nîşan kir ku wê bi rêwîtiyeke ji Enqereyê ber bi Îmraliyê gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê bên çareserkirin. Her wiha Erdogmûş got ku şert û mercên yekîtiya netewî ya kurd çê bûne û wiha got: "Kesên ku ji bo gelê xwe tune dikin, dikarin yekîtiya netewî peyda bikin." 
 
‘WÊ RÊWITIYEKE JI ENQEREYÊ BER BI TIRKIYEYÊ GELEK PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKE' 
 
Erdogmûş, got ku li cîhanê herî zêde kurd li Tirkiyeyê dijîn û wiha got: "Li Tirkiyeyê rastiyeke gelê kurd heye ku dixwaze hemû gel bi hev re bijîn. Yê ku vê yekê peyda dike jî Birêz Abdûllah Ocalan e." Erdogmûş dest nîşan kir ku wê bi rêwîtiyeke ji Enqereyê ber bi Îmraliyê gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê bên çareserkirin. Erdogmûş ev tişt gotin: "Heke ew derî vebin, hevdîtin ji nû ve dest pê bikin wê evqas mirov nemirin û dayik negirîn. Di huqûqê de tu îzahiyateke tecrîdê tune ye. Huqûqeke wisa nabe. Li tu deverê cîhanê ev yek nayê qebûlkirin. Di dest we de mahkûmek heye. Hûn li giravekê wî digirin. Hûn nahêlin mahkûmek mafên xwe yên asgarî jî bi kar bîne. Dibe ku dijminê we be, dibe ku hûn wî wek dijmin bibînin, lê belê divê neyê jibîrkirin ku huqûqeke dijminahiyê jî heye. Ji ber vê em vê tecrîdê, vê nehesasiyetê red û şermezar dikin." 
 
‘BI GIRTINA DERIYAN OKSÎJEN NAYÊ BIRÎN' 
 
Erdogmûş balê kişand ser girtina hemû riyên ji bo hevdîtinê û wiha got: "Divê oksîjen di cihekî re biçe û bê. Heke hûn bi vî awayî, bê oksîjen hewl didin mirovan teslîm bigirin, ev yek dijî fitratê ye. Wê oksîjen, ji bilî deriyên ku we girtine li cihekî din riyekê bibîne. Wê di cihekî wisa de vebike ku qet nayê bîra we û wê xwe bigihîne her kesî." 
 
Erdogmûş hişyar kir ku dê ev şerê didome Tirkiyeyê biqedîne û wek HDP'ê tekane armanca wan ew e ku nêvengeke aştiyane bê peyda kirin. Erdogmûş, pergala ku bi perspektîfa Ocalan li Rojhilata Navîn pêş dikeve wek îtiraza pergalên kûrewî nirxand û wiha got: "Divê têkoşîna li Rojvayê wek têkoşîneke ku tenê li dijî DAIŞ'ê tê kirin neyê dîtin. Têkoşîna li vir tezahura aştî û demokrasiyê ya sedsala 21'emîn ye." 
 
‘WÊ KESÊN KU BÎRA XWE AZAD KIRINE YEKÎTIYÊ PEYDA BIKIN' 
 
Erdogmûş balê kişand ser girîngiya yekîtiya kurd û wiha got: "Ji bo yekîtiya netewî ya kurdan pêdivî bi rê û rêbazên nû heye. Heke hûn li cihê xwe bi awayekî rûniştî bibêjin 'çima yekîtî' çê nabe, hûn xwe dixapînin. Niha şert û mercên yekîtiyê çê bûne. Tenê heke em peywira dikeve ser milê xwe bi cih bînin, wê yekîtî pêk bê." Erdogmûş, diyar kir ku kurdên li her çar perçeyan û yên li Ewropayê dixwazin yekîtî çê bibe û wiha domand: "Kesên bîra xwe azad kirine, xwe ji bo gelên xwe tune dikin û di nav gelê xwe de xwe dihelînin wê şertên yekîtiyê peyda bikin. Îro keştiya me di nav behreke pêldar de rêwîtiyeke talûke dike, lê rêgeha me pir têkûz e û em pê bawer in. Dûr an nêzîk lê wê ev keştî bigihê lîmanê."