Paylan: Butçeya herî bê edalet e

img

ENQERE – Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê û endamê Komîsyona Budçeyê Garo Paylan, budeçeya 2018’an ku niha hevdîtinên wê didomin nirxand û wiha got: “Budçeya herî bêwijdan û bêedalet a serdema AKP’ê ye.” Paylan anî ziman ku di heman demê de ev budçe budçeya MHP’ê ye. 

Hevdîtinên ji bo Budçeya 2018’an du hefte li pêyî xwe hiştin. Budçeya ku hikûmet bi piranî ji bo ewlehî û parastinê vediqetîne, ji aliyê muxalefetê ve bi awayekî tund tê rexnekirin. Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê û endamê Komîsyona Budçeyê Garo Paylan, hevdîtinên der barê pêşnûmaya budçeya 2018’an de ku niha didomin nirxandin. 
 
Paylan, dest nîşan kir ku di 16 salên îktîdara AKP’ê de budçeya 2018’an “budçeya herî bêwijdan û bêedalet e.” Paylan sedema vê yekê jî wiha rave kir: “Çimkî di bîrdoziya damezirandina AKP’ê de weada ‘em ê edalet û pêşketinê bînin vî welatî’ hebû. Difikirîn di vî warî de hin gavan bavêjin. Lê belê bi taybetî dema dev ji vîna aştiyê berdan, dev ji îdiayên xwe yên aştiyê jî berdan. Tenê îdiaya pêşketinê ma. Ew pêşketin jî helbet wek pêşketineke bêwijdan û bêedalet ma. Li holê projeyke pêşketinê ya ku mafê kedê û mafên xwezayê tune dihesibîne ma. Budçe tenê wek hejmaran tê dîtin, lê her hejmar nîşan dide ka ew budçe biwijdan e yan bêwijdan e. AKP îdia dikir ku ew lêçûnên ji bo parastinê kêm dikin û herî zêde ew ji bo meseleyên civakî çavkaniyan vediqetînin. Bi taybetî piştî ku di sala 2015’an de dev ji îdiaya aştiyê berdan, berê xwe dan budçeyeke şer û di budçeya 2018’an de jî ev hejmar qat bi qat zêde dibin û nîşan dide ku tam budçeyeke şerî ye.” 
 
Paylan, diyar kir ku ev dîmen di heman demê de nîşan dide ku AKP politikaya xwe ya şer didomîne û ji dêvla ku çareseriyê hilberîne, zilmê hildiberîne û ev yek di pêşniyara wan a budçeyê de xwe dide der. 
 
'EV BUDÇE BUDÇEYEKE MHP’Ê YE’ 
 
Paylan, diyar kir ku divê ev budçe wek budçeya AKP’ê neyê dîtin û wiha got: “Ev budçeyeke MHP’ê ye. AKP hemû polîtîkayên xwe kiriye yêdeka MHP’ê. Dema mirov li qelemên budçeyê dinere, bi her awayî rengevedana polîtîkayên MHP’ê tê de dibîne.” 
 
KRÎZA ABORÎ LI BER DERÎ YE 
 
Paylan, dest nîşan kir ku ji ber polîtîkayên şerî yên îktîdarê, li gor budçeya sala din a îsal zaf xera bûye û ev yek jî bandorê li aboriyê dike. Paylan, got ku îktîdarê ne di demokratîkbûyînê de, dixwaze di OHAL’ê de çareseriyê bibîne û bi vê re polîtîkayên xwe yên çewsîner xistiye dewrê. Paylan, diyar kir ku rewşa heyî endîşeyên wî zêde dike û wiha got: “Enflasyon zêde dibe. Bawerî kêm dibe. Veberhênan ji Tirkiyeyê direvin. Pere dertê derveyî Tirkiyeyê. Dawiya vê yekê krîzeke aborî ya mezin e. Heke di aboriyê de ewlehî tune be û ew dewlet ne dewleteke huqûqê be, ne veberhênan û ne jî welatî baweriya xwe pê tînin. Ev yek jî nîşan dide ka krîz çi qas nêzîk bûye.” 
 
Paylan, diyar kir ku di budçeya 2018’an de ne bi awayekî cidî be jî lê budçeya ji bo şaredariyan hatiye zêdekirin û ev yek jî têkildarî tayînkirina qeyûman e. Paylan got ku divê ev yek wek veberhênaneke hilbijartinê jî bê dîtin û wiha got: “Çimkî sala bê wê hilbijartinên herêmî çê bibin. Lê divê ev tişt bê gotin; a rast divê çavkaniyên şaredariyan bêtir bên zêdekirin. Lê belê budçeya şer rê li ber vê jî digire. Divê şaredarî jî vê yekê ne wek veberhênaneke hilbijartinê, ji bo polîtîkayên civakî bi kar bînin. Lê belê ne mumkun e ku mirov ji vê feraseta AKP’ê li benda tiştekî wisa be.” 
 
Her wiha Paylan li ser pirsa divê budçe çawa be jî wiha got: “Beriya her tiştî divê budçeyeke gelparêz be. Bi edalet be. Xeyala me ev e. Divê budçeyeke ku li ser asasên wekheviya zayendî ya civakê be û mafên ciwanan esas bigire. Divê mafên xwezayê û kedê esas bigire.”  
 
Paylan ji bo hevdîtinên budçeyê jî diyar kir ku di demokrasiyan de cihê hevdîtinên budçeyan zaf girîng e û li hin welatên demokratîk hevdîtinên budçeyan di weşana zindî de tên dayîn. Paylan got ku wek muxalefet çi ji destê wan tê dikin û ew li vir; divê welatî çawa bacê bidin û wê pere li vir çawa bê xerckirin nîqaş dikin. Paylan dest nîşan kir ku divê li vir her kes hesab bipirse. 
 
MA / Hayri Demir