Partiyên siyasî cejna HDP'ê pîroz kirin: Em bi aştî û heskirinê hev hembêz bikin

img
ENQERE - Partiyên siyasî, bi boneya cejnê Navenda Giştî ya HDP'ê ziyaret kirin. Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Yildirim Kaya, di pîrozkirina cejnê de axivî û wiha got: "Ji bo ku  em coşa cejnê bijîn, divê em dinava aştiyê de bin û bi heskirin hev hembêz bikin."
 
Pîrozbahiyên Cejna Remezanê yên di navbera partiyên siyasî de dewam dike. Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Çek a Demokratîk (DSP) û Partiya Saadetê (SP) Navenda Giştî ya  HDP'ê ziyaret kirin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya û Parlenterê HDP'ê yê Edenê Kemal Pekgoz li navenda partiyê mêvanên xwe pêşwazî kirin.
 
Şandeya DSP'ê têkildarî biryara YSK'ê ya li ser hilbijartina Stenbolê ya betalkirinê, diyar kir ku ev neheqî ye û ji bo ku dawî li vê neheqiyê were divê her kes çi tişta ku dikeve ser milê wan bi cih bînin. Şandeya HDP'ê jî li ser biryara rêgezî ya têkildarî hilbijartina Stenbolê pîroz kir. Şandeya DSP'ê di heman demê bal kişand ser girîngiya rola têkoşîna demokrasiyê ya HDP'ê jî.
 
''ÊN KU LI BER XWE DIDIN DÎROKÊ DINIVISIN'
 
Piştî şandeya DSP'ê şandeya CHP'ê serdana HDP'ê kir. Li ser navê şandeya CHP'ê Parlamentera CHP'ê Nîhat Yeşîl axivî û got: "Me hay ji berdêlên HDP'ê yên di têkoşîna demokrasiyê de dane hene. ''Ên ku li ber xwe didin û têdikoşin dîrokê dinivisin.'' Kemal Pekoz jî got helwesta HDP'ê ya ji bo hilbijartina 23'ê Hezîranê diyar e û xebatên vê didomin.
 
'TIRKIYE DIBE HDP'Î'
 
Serdana herî domdirêj a Partiya Seadetê bû. Parlamenterê Partiya Seadetê Cîhangîr Îslam li ser navê şandeya SP'yê axivî. Îslam yek bi yek bi nav kir û got, ''Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Pomak, Abaza, Sinî, Elewî'' li ser vê Huda Kaya malavayî li Îslam kir, got ew gelek kêfxweş bûne ku navê hemû cihêtiyan hatiye binavkirin û cejna wan hatiye pîrozkirin. Kaya got, li ser pirsa bê ka HDP wê bibe Tirkiyeyî, got, ew dibînin ku her ku diçe Tirkiye dibe HDP'î.
 
'EM Ê 23'Ê HEZÎRANÊ DAWIYA WAN BÎNIN'
 
Kaya bi domdarî got desthilata AKP'ê dîn ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û wiha bilêv kir: "'AKP nirxên dînî, însanî dipişêve, dirizîne. Desthilatdariyeke wiha ye ku Xwedê çi ferman dabe berevajî wê dike û dibêje, mifteya bihiştê li cem wan e.''
 
Kaya herî dawî wiha got: "Bi destûra xwedê em dawî li vê zilmê bînin. 23'yê Hezîranê bi hev re em ê dersa hewce bidin."