Ayhan Bilgen: Ji bo çareseriyê rol dikeve ser milê sêyemin

img

STENBOL - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen di konferansa “Cerebeyên di qezençkirina azadiyan de mudaxaleyên pêvajoyan" de axivî û diyar kir ku li Tirkiye pêdivî bi çavê sêyemîn heye û wiha got: "Ji bo projeya jiyana hevpar û heqaniyetê bê qebûlkirin û têkeve meriyetê divê projeyê bi biryar ji hemû civakê re parve bike. 

Ensîtuya Fikra Kuyerel û Vafka Friedrich Ebert, konferansa “Cerebeyên di qezençkirina azadiyan de mudaxaleyên pêvajoyan" pêk anî. Konferans li Odela Nîppon a Taksimê pêk anî. Di konferansê de Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, Nivîskar Nabî Yagci, Prof. Dr. Îştar Gozaydin û Sazumankara AKP'ê Fatma Bostan Unsal amade bûn. Bîlgen, diyar kir ku rewşa 5 sal berê û rewşa îsal ji hev pir cûda ye û wiha got: "5 sal berê dewletê bi Ocalan re hevdîtin dikir. Lê îro dewlet wêneyê Selahattin Demirtaş jî sûc dibîne. Divê em ne li bendê bin ku wekî ku em dîsa di rewşa 5 sal berê de bin siyasetê bikin û li benda siyasetê bin. Ji ber ku rewşa siyaseta bê kirin tune. Divê em pirsa 'Ji kude dest bi guhertinê bikin' bipirsin. Muxalefeta civakî divê di rewşê wisa de derziyê di xwe rake. Ger ku ne wisa be kar nakeve rê û ber bi çareseriyê ve naçe. Mixabin dema her tişt dikeve rê em dibin ji rêzê. Ger ku di dewşê dijwar de em rewşa xwe ya xweser dînin holê wê demê em dikarin siyasetê bikin û rolê xwe pêk bînin." 
 
PÊDÎVÎ JI ÇAVÊ SÊYEMÎN HEYE'
 
Bîlgen, destnîşan kir ku rewşa heyî wekî "Gefa hundir" tê xuyakirin û wiha got: "Pênaseya niha tê kirin 'Êrîşa derve ya girêdayî piştgiriya gefên hundirîn' heye. Wekî kurdên derve pênase dikin. Hûn ji yên hundir re dibêjin bira, ji yên derve re dibêjin nijadek din. Welat vegeriya ye sendroma Peymana Sevrê. Ger ku wisa be dê çawa pirsgirêka kurd bi riya demokrasiyê çareser bibe. Di vir de rol û pêdivî bi çavê sêyemîn û hêza sêyemîn heye. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiye pêdivî bi çavê sêyemîn û hêza seyêmîn heye. Divê ev pir zelal û vekirî bi civakê re bê parvekirin."