Yildirim: Çiqas 27'ê Mijdarê nêz dibe tirsa hikûmetê zêde dibe

img

ENQERE - Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, diyar kir ku çiqas 27'ê mijdarê roja ku Karsaz Riza Zarrab bê darizandin nêzîk dibe bêtir hikûmet dikeve nava tirsan. 

Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, têkildari geşedanên dawî li meclisê civîna çapemeniyê pek anî. Yildirim bi minasebeta 20'ê mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê bal kişand ser mafên zarokan û wiha got: "Niha li welatê me û welatên herêmê bi milyonan zarok ji ber şer ji cih û warên xwe koçber bûne. Di cîhanê de pirsgirêka herî mezin mafê jiyanê ye. Herî zêde niha mafê zarokan ê jiyanê di bin gefan de ye. Îro 20'ê mijdarê roja mafên zarokan a cîhanê ye. Sibê salvegera kuştina Ugur Kaymaz e. Ji bo zarokê 12 salî Ugur Kaymaz û bavê wî gotibûn terorîst. Piştre dozya girtin. Li welatê me binpêkirina mafên zarokan di 10 salên dawî de 700 qat zêde bû. Li gorî daneyên SGK'ê 1 milyon û 170 hezar zarok kar dikin. Li gori daneyên TUİK'ê 708 hezar zarok kar dikin. Tenê di 2016'an de 56 zarok di qezayên kar de mirin." 
 
Yildirim bal kişand ser çalakiya Nûriye û Semih ku 257 rojin di grevê dene û wiha berdewam kir: "Îro 257 rojin di çalakiyê dene. Dar û beran qêrîn û hawara Nuriye û Semih  bihîstin. lê hikûmetê qerîna wan nebihîst. Mamoste Nuriye û Semih ji bo rûmet û mafê xwe di ber xwe didin. Tiştek bê serê wan hikûmet berpirsiyar e. 
 
HER KU DARIZANDINA ZARRAB NÊZÎK DIBE TIRSA HIKUMETÊ ZÊDE DIBE
 
Yildirim, anî ziman ku dê di 27'ê mijdarê de Karsaz Riza Zarrab bê darizandin û wiha got: "Her ku roja darizandina Zarrab nêzîk dibe tirsa hikûmet zêde dibe. Ji bo vê yekê her roj rojevê aloz dike û rojevek din pêş dixe. Rojekê li ser Efrinê, Rojekê li ser Ataturk rojevê pêş dixe. Lê tirsa me jî ewe ku fatoreya wê li 80 milyon mirovan bibirin.