Herî zêde pêşniyarpirsên HDP’ê hatin redkirin

img

ENQERE – Serokatiya Meclîsa Tirkiyeyê di Serdema Rêzikdayîna 26’êmîn de hezar 546 pêşniyar pirsan û 149 pênyarên lêkolînê red kir. Herî zêde pêşnyarên pirs û daxwaza lêkolînan ên HDP’ê yên têkildarî binpêkirina mafan hatin red kirin. 

Herî dawî Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Îsmaîl Kahraman bersiv da pênşiyar pirsa Wekîlê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan û ev yek bû mijara nîqaşê. Kahraman ji 13’ê mijdarê şûn ve di Serdema Rêzikdayîna 26’emîn de hejmarên pêşniyarên pirs û lêkolînê yên hatin redkirin dabeşkirina li gorî partiyan parve kir. Hejmara Kahraman parve kir, herî zêde pêşniyarên pirs û lêkolînên ên HDP’ê ku têkildarî binpêkirina mafan daye hatine redkirin. 
 
HERÎ ZÊDE YÊN HDP’Ê HATIN VEGERANDIN 
 
Li gorî bersivên ji aliyê Kahraman ve hatine dayîn; heta 13’ê mijdarê 19 hezar 529 pêşnyar pirs hatine dayîn. Ji pêşniyar pirsan hezar û 546 heb hatine radkirin. 846 pêşniyarên HDP’ê lêvegerandin. 616 ên CHP’ê û 66 heb pêşniyarên MHP’ê jî hatin redkirin. Ji pêşniyarên hatin redkirin 18 heb jî yên wekîlên serbixwe ne. 
 
Di heman serdemê de lê ji bo lêkolîna Meclîsê jî 2 hezar û 241 pêşniyar hatin dayîn. Ji pêşniyarên lêkolînê jî yên hatin vegerandin herî zêde 137 pêşniyarên HDP’ê ne. Pêşniyarên lêkolînê yên CHP’ê 10 heb û yên MHP’ê jî 2 heb hatin redkirin. 
 
Di piraniya pêşniyarên HDP’ê de ji ber peyvên “îşkence”, “komkujiya sivîl” û “Kurdistan” bi zêdahî hatine bikaranîn hatine vegerandin ango red kirine. 
 
‘NIYETA LI DIJÎ PARTIYA ME NÎŞAN DIDE’ 
 
Parlamenter Lezgîn Botan têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku herî zêde pêşniyarên partiya wan hatine redkirin û got “Ev jî niyeta li dijî partiya me derdixe holê.” 
 
MA / Hayrî Demîr