Berdevkê HDP’ê: Çi bû karê we bi penaberên Sûriyeyê qediya gelo?

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay têkildarî biryara hikumetê ya derbarê dersînorkirina penaberan de axivî û got: “Çi bû karê we bi penaberên Sûriyeyê qediya gelo?” 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijaran nirxand. 
 
Kubîlay di destpêk axaftina xwe de bal kişand ser operasyonên binçavkirina HDP’iyan û got: “Li dijî endam, rêveber û hevşaredarên me zext û bêhiqûqî didome. Hevşaredarê me yê Nisêbînê Ferhat Kut, hevşaredara me ya Bismilê Gulşen Ozer, encûmenên şaredariyên me û rêveberên me hêj di binçavan de ne. Em bang dikin hevalên me demildest berdin. Îktîdara AKP’ê dixwaze heyfa hilbijartinên 31’ê Adarê û 23’ê Hezîranê ji HDP’iyan hilîne. Îktîdar dixwaze HDP’iyan ceza bike.” 
 
‘ÊRÎŞÊN NIJADPEREST DERKETINE ASTA HERÎ JOR’ 
 
Kubîlay bal kişand ser êrîşên nijadperestî yên li Tirkiyeyê û bûyera li Trabzonê ya li dijî kurdan û got: “Di rojên dawî de êrîşên nijadperest zêde dibin derketine asta herî jor. Çend roj berê li Trabzonê êrîşê kurdên Başûrê Kurdistanê kirin. Ev êrîş ji bilî zimanê nijadperest ê siyasetê wêdetir ne tiştekî dine. Tenê ev bûyer ne li Trabzonê pêk tê. Her roj li rojavayê Tirkiyeyê bi gelek bûyerên wisa xemgîn diqewimin. Li dijî Kurd û çanda kurdî êrîş derketine asta jor.” 
 
‘ÇI BÛ KARÊ WE BI PENABERÊN SÛRIYEYÊ QEDIYA GELO?’ 
 
Kubîlay da zanîn ku êrîşên nijadperest bi heman rengî li dijî penaberên ji Sûriyeyê jî pêk tên û didomin û got: “Bi van êrîşan re carek din durûtiya îktîdarê ya li hember penaberan xwe da eşkerekirin. Îro penaberan li bajaran kom dikin, qedexe datînin pêşiya wan û dixwazin dersînor bikin. Ew yên penaberan dersînor dikin ne ew kesên ku digotin ‘em tevgera Ensar in, em hembêza xwe ji xwişk û birayên xwe yên Sûriyeyê re vedikin.’ Çi bû karê web i penaberên Sûriyeyê xilas bû? Ferasetek wisa siyasî ewqas riyakar, ewqas berjewendperest û ewqas bêrêgez dibe gelo?” 
 
REWŞA ABORΠ
 
Kubîlay bal kişand ser krîza aborî, bêkarî û feqîriyê û got: “Lazime em hemû ji vê birêveberiya aborî û rewşa talan a aboriyê re bêjin raweste.” 
 
‘BÊÇARE NE’ 
 
Kubîlay bal kişand ser amadekariyên operasyonek berfireh a Tirkiyeyê ya li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û Rojava û got: “Sewqiyat û amadekariya van operasyonan bêçaretiya wan nîşan dide. Dixwazin vê bêçaretiya xwe bi van operasyonan kamufle bikin. Çareseriyê di êrîşa dersînor de dibînin. Bi provokasyonan dixwazin bingeha êrîşan amade bikin. Wê ev êrîş dilê gelên Tirkiyeyê biêşînin. Destwerdana li dijî Rojava ji nû ve zindîkirina DAIŞ’ê ye.” 
 
‘HER KES JI BO AŞTIYÊ AMADE YE’ 
 
Kubîlay da zanîn ku hefteya bihûrî li Amedê bi hezaran kes xwedî li aştî û demokrasiyê derketiye û her kesî bi yek dengekî daxwaza jiyanek hevpar, aştiyek bi rûmet û çareseriya demokratîk anî ziman. Kubîlay got ew her kesî vedixwînin ku di nava têkoşîna îtîfaqa demokrasiyê de cih bigirin.