STENBOL – Wezîrê Çandê yê berê Ertûgrûl Gunay ku ji AKP'ê îstîfa kir, der barê rewşa karsaz Reza Zarrab ê li DYA tê darizandin de diyar kir ku geşedanên der barê wî de li Tirkiyeyê bi awayekî aşkere hin derdoran bêzar dike. Gunay, têkildarî tevkariya MHP-AKP’ê jî anî ziman ku ev tevkarî li dijî HDP'ê û siyaseta demokratîk hatiye avakirin.
Wezîrê Çandê yê berê Ertûgrûl Gunay ku di sala 2013’an de ji AKP’ê îstifa kir, balê kişand ser doza Reza Zarrab, tifaqa AKP-MHP’ê û polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê.
‘WÊ LIHEVKIRINA ZARRAB TEVAKRÊN SÛCÎ DERXÎNE HOLÊ’
Gunay, dest nîşan kir ku lihevkirina Zarrab a bi daraza DYA’yê re, tê wateya aşkerekirina tevkarên sûcî yên li Tirkiye û Îranê û wiha got: “Wê ev tevkarî heta kuderê bajo, serê wê di kuderê re derkeve, niha nayê zanîn. Lê belê ev îhtimal bi awayekî aşkere hin derdorên li Tirkiyeyê diqilqilîne. Çimkî li Tirkiyeyê tenê derdorên ku bi Zarrab re tevakrî kirine van têkiliyan dizanin. Nexwe ev têkilî ne têkiliyên ‘bixêr’ in ku, ji niha ve senaryoyên ‘DYA’ya dijmin û xayîn û îtirafkar Zarrab’ tên nivîsandin û tên nîşandan. Halbûkî dema îhtimala lihvekirinê li holê tune bû-çend meh berê- dihat gotin ku ‘têkiliya me û DYA’yê zav baş e’ û ‘têkiliya me bi doza Zarrab re tune ye’. Xwezî wisa bûna!”
‘ARMANCA TEVKARIYA AKP-MHP TASFIYEKIRINA HDP’Ê YE’
Gunay, ji bo nîqaşên bendava hilbijartinê ku MHP’ê dibêje bila bendav bê daxistin jî wiha got: “Ji hilbijartinên Hezîrana 2015’an ve MHP bi awayekî stratejîk tevkarê AKP’ê ye. Hedefa vê tevkariyê jî ew e ku HDP’ê ji siyaseta demokratîk tasfiye bikin. Divê tespîteke din jî bikim; PKK –bi hêleke xwe- jî daxilî wê senaryoya tasfiyekirina HDP’ê ya ji siyaseta demokratîk bû û wê jî hinekî piştevaniya rewşa ku ber bi 1’ê Mijdarê ve çû kir.” Gunay got ku niha tifaqa AKP-MHP’ê bi awayekî aşkere didome û ev tişt gotin: “Lê wê bendava hilbijartinê neyê daxistin. MHP (belkî BBP jî) wê di bin banê AKP’ê de têkeve hilbijartinê û wê di hilbijartina Serokkomartiyê de mutefîkên xwezayî yên Erdogan bin.”
Her wiha ji bo rewşa muxalefetê ku divê li hemberî vê tifaqa AKP-MHP’ê çawa tev bigere jî ev tişt gotin: “Di şert û mercên niha yên Tirkiyeyê de hinekî zehmet e ku muxalefet ji bo hilbijartinê bi tevkariyî tev bigere. Dibe ku ev tevkarî dengên partiyan zêde bike û dibe kêm jî bike. Yanî nêrîneke wisa heye. Çimkî vegotinên îktîdarê kodên di bin hişên muxalefetê de diyar dikin. Ev demeke dirêj e ku muxalefet nikare sînorên zihnî yên ku îktîdar xêzkirine derbas bike. Bi têgehên wê diaxive. Li hemberî vê, bêyî ku muxalefet tevkariyeke hilbijartinê bike, divê ‘yekîtiyeke vegotinî’ peyda bike.”
Gunay ji bo rewşa polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê jî wiha axivî: “Di warê polîtîkaya derve de Tirkiye bi gelek pirsgirêkê mezin re rû bi rû ye. Di dîroka komarê de tiştek wisa nehatiye dîtin.” Gunay got ku li hemberî Rûsya û Amerîkayê rewşa îktîdarê dişibe serdema bêçaretiya Osmanî ya dema rûxandinê. Gunay dest nîşan kir ku ev rewşa Tirkiyeyê ji sala 2012’an bi polîtîkaya Sûriyeyê re dest pê kir û ji wê rojê heta niha gerîneka xwe daye der her wan dikişîne û wiha domand: “Em bi DYA’yê ketin nav vê serpêhatiyê, lê niha em hewl didin ku bi alîkariya Rûsyayê jê derên. Piştî 6 salên mişt bi êşbar, rûxandin û mirinê. Halbûkî di sala 2012’an de dema min got divê em xwe ji vê yekê dûr bixin, ji min re gotibûn ‘6 mehan jî dewam nake.’”
Gunay li ser pirsa “bêyî kurdan maseya Sûriyeyê pêkan e yan?” jî ev tişt gotin: “Tirkiye 6 sal berê polîtîkaya xwe Sûriye û Rojhilata Navîn li ser çûyîna Esad ava kiribû, lê belê niha vê yekê daxist asta ku rê li ber statuya kurdan û xweseriya wan bigire.” Gunay got ku lê belê ne mumkun e ku DYA û Rûsya bi awayekî demdirêj vê yekê qebûl bikin û dibe ku di vî warî de bi Îranê re konsensuseke demborî pêk bê. Divê wisa bê fikirîn û hesabkirin ku gavên Îranê ne taqtîk, stratejîk in û dê di pêşerojê de fatûreyeke çawa li Tiriyeyê bê birin.”
Gunay, dest nîşan kir ku divê ya ku Tirkiye li Rojhilata Navîn bike ne astengkirin statuya kurdên li Sûriye û Iraqê be, bereksê wê divê ji bo qezenckirina wan bi alîkariyî tev bigere. Gunay got ku di nav vê rewşa kaotîk a Rojhilata Navîn de dê ev alîkarî di warê aborî, siyasî, bazirganî û têkiliyên dostane de bibe cihê pêşketinan û wiha got: “Wê li hundur bibe sedema peydakirina nêvengeke aştiyane.”
Gunay, ji bo bidawîlêanîna pêvajoya 2013’an û tesîrên wan ên li ser civakê jî ev tişt gotin: “Her çi qas di warê rê û rêbaza pêvajoyên 2009 û 2013’an hin îtiraz hebûn jî, lê ji bo Tirkiyeyê hêviyeke mezin bû.” Gunay got ku ev pêvajo dikaribûn wê piştevaniya di sedsala 20’emîn a dema Şerê Rizgariyê de, li ser asasekî wekhev di sedsala 21’emîn de peyda bike û wiha got: “Wê pêvajoya aştî û demokrasiyê di warê aborî, pêşketina herêmê de piştevaniyeke girîng bûna.”
Gunay, dest nîşan kir ku di dawiya sala 2013’an de ji bo ser îdiayên gendeliyê bigire îktîdar ji bo tifaqên nû ket nav lêgerînan û li gor ferzkirinên tevkarên nû pêvajo hat astengkirin. Gunay diyar kir ku bi vê yekê re hemû gavên hatibûn avêtin, hemû mutabaqat hatin redkirin û înkarkirin. Gunay anî ziman ku bi vê yekê re siyasetmedarên-bi taybet ên wek Selahattîn Demîrtaş- ku di warê demokrasi û huqûqê de hêvî didan hatin girtin û derî Meclîsê hatin hiştin.
MA / Yasin Kobulan