Temellî; Erdogan dixwaze bi zorê îktîdara xwe biparêze

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, gotina Serokomar Erdogan a hişyariya Qeyûmê nû kir nirxand û got: "Erdogan di bin eba xwe re çû nîşan dide. Bi gefên veşarî dixwaze îktîdara xwe biparêze. Divê Ahmet Davutoglu jî rexnedayîna xwe bide. Aqilê ku li ser dijminantiya HDP'ê siyasetê bike nikare bi ser bikeve. Tu tişti bi Tirkiye nade qezençkirin. 
 
Ziyaretên HDP'ê yên ji bo "Paketa darazê", "Îtîfaqa Demokratîk" û “Polîtikayên Qeyûm" ên bi partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk re berdewam dike. Heyeta HDP'ê ya di serokatiya Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî de, ziyaretên xwe berdewam dike. Heyeta HDP'ê îro Komeleya Elewiyên  Demokratîk (DAD) ziyaret kir. Heyeta HDP'ê ji aliyê Hevserokê Giştî yê DAD Musa Kulu û rêveberên komeleyê ve hatin pêşwazîkirin. 
 
KULU: PÊDIVÎ BI MAKEQANÛNA NÛ NEYE
 
Hevserokê Giştî yê DAD'ê Musa Kulu, ji bo ziyareta HDP'ê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Pêdivî bi makeqanûna li ser bingehê wekhevî, aştî, xwişk û biratiya gelan, yekîtiya bawerî û nasnameyan heye. Pirsgirêkên li Tirkiye pêş dikevin ne tenê pirsgirêka HDP'ê ye. Pirsgirêkar rewşenbir, partiyên siyasî, hîndekar, akademîsyen, û hemû kesên dive li ser qedera Tirkiye tiştekî bêjin divê îro bêjin. 
 
TEMELLî: MESELMEYA DEMOKRASIYÊ NAYÊ TALOQKIRIN
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî jî ani ziman ku armanca van ziyaretan ewe ku em pirsgirêka hevpar a Tirkiye bi hevre çareser bikin û wiha axivî: “Xebata Makeqanûna Demokratîk bingeha van xebatan e. Pêdiviya Tirkiyeyê bi Makeqanûna Demokratîk heye. Ji ber gelek beşen civakê xwe di nava vê Qanûna Bingehîn de nabîne. Ji bo avakirina aştiya civakî pêdivî bi Makeqanûna Demokratîk heye. Niha Tirkiye pêvajoya 12'ê Îlonê diji. Dixwazin hemû reng û cudahiyên Tirkiye bikin yek tîp." 
 
Temellî, da zanîn ku li Tirkiye mexdûriyetên pir mezin hene û xwest ji bo ev mexdûriyet bi dawî bibin daraz serbixwe û bêali dest bavêje van mijaran. Temellî, bilêv kir ku pêdiviya civaka Tirkiye bi vê yekê heye, lê îro li şûna meclîs vê yekê çareser bike di betlanê de ye."  
 
TIRKIYE DIXIN NAVA FELATEKÊ 
 
Temellî, bal kişand ser tayînkirina qeyûman a bajaran û wiha berdewam kir: "Tayînkirina qeyûm hişmendiya mejiyê yekperest e. Bi vê yekê di serî de vîna gelê Kurd û vina hemû gelan tune dihesibînin. Li pêş çavê civakê dijminantiya gelê Kurd dikin. Dijminantiyê pêş dixin. Tu xêra vê yekê li Tirkiye nabe. Wê felaketê bîne serê Tirkiyeyê. Heta bi Kurdan re li hev neyê aştî û aramî nayê vî welatî. Ji ber vê yekê divê em bên cem hev û li dijî aqilê qayûm têbikoşin û xwe ji vî aqilî rizgar bikin. Elewiyên li Tirkiye dijîn bi fikr û nerînên xwe parastina yekîtiya civak û gelên Tirkiye dikin. Vîna yekîtiya gelan diparêzin. Ji ber vê yekê hebûn û rola komeleyên elewî pir girîng in."  
 
SEROKOMRA DI BIN EBA RE ÇO NÎŞANÎ CIVAKÊ DIDE
 
Temellî, herî dawî bal kişand ser gotinên Serokomar Recep Tayyip Erdogan a "Piştî meclis vebe di vê mijarê de pir dosya hene" şirove kir û wiha got: “Erdogan di bin eba re ço nîşanî civakê  dide. Qeyûm hiqûqê tune dibehesibîne. Bi gefên veşarî dixwaze îktîdara xwe biparêze. Divê Ahmet Davutoglu jî rexnedayîna xwe bide. Aqilê ku li ser dijminantiya HDP'ê siyasetê bike nikare bi ser bikeve. Tu tişti bi Tirkiye nade qezençkirin."