'AKP, dixwaze bi qeyûman partiya me ceza bike'

img

MÊRSÎN – Parlementerê HDP'ê Mahmût Togrûl, bi lêv kir ku ji ber helwesta HDP'ê ya di hilbijartina 31'ê Adarê û 23'yê Hezîranê de, niha tê xwestin partiya wan "bi destê qeyûman bê cezakirin" û got: "Dibe ku ev êrîş zêde jî bibin."  

Wezareta Karên Hundir di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kir. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman didomin. Parlemneterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, sedemên tayînkirina qeyûman nirxand. 
 
‘AKP, BI ÇEWISANDIN Û DARÊ ZORÊ LI SER PIYA YE' 
 
Togrûl, destnîşan kir ku bi polîtîkayên qeyûman careke din hiqûq û daraz bi awayekî kêfî hatiye birêvebirin û got, êdî AKP nikare welat bi rê ve bibe, bi çewisandin û darê zorê li ser piya ye. Togrûl, bilêv kir ku îktîdara ku nikare welat bi rê ve bibe hiqûq û darazê veguherandiye ço û gava dixwaze vî çoyî li hemberî kesên li dijî van pêkanînan dertên bi kar tîne û dixwaze wan dîzayn bike. 
 
‘DIXWAZIN HDP'Ê CEZA BIKIN' 
 
Togrûl, got: "AKP, êdî bêyî polîtîkaya zext û zoriyê, bêyî çoyê darazê nikare welat bi rê ve bibe. Hêza herî xurt ku AKP'ê bi paş ve dibe HDP ye, kurd in. Dibêjin ger HDP'ê bin pê bikin wê karibin welat bi rê ve bibin. Di hilbijartina 31'ê Adarê û 23'yê Hezîranê de, ji bo li Tirkiyeyê eniyeke demokrasiyê pêk bê û xurt bibe, ji bo ev pergala bêhiqûqî biguhere, ji bo hêza AKP-MHP'ê bi dawî bibe me helwesta xwe li gel demokrasiyê nîşan da. AKP, niha dixwaze vê helwestê ceza bike." 
 
Togrûl, bi bîr xist ku berê jî şaredarî bi polîtîkayên qeyûman hatine xespkirin, lê belê bi qeyûman xespkirina 3 şaredariyên bajarê mezin xwe nasipirê tu hêleke hiqûqî. 
 
‘DIBE ÊRÎŞ ZÊDETIR BIBIN' 
 
Togrûl, bilêv kir ku AKP û Serokomar Erdogan dibe ku zext û zoriyên xwe zêdetir bikin û êrîşên li ser HDP'ê jî zêde bibin. Togrûl, got: "Polîtîkaya Erdogan a ji bo Rojhilata Navîn hilweşiya. Hemû têkiliyên wî yên qirêj ên ji bo kurd nebin xwedî statu xitimîn. Niha hatiye li neçareserkirinê aliqiye. Ji bo vê xitimandinê bidomîne wê hewl bide zext ûz oriyan bidomîne. Lê belê em ê tevî gelê xwe li dijî van êrîşan li ber xwe bidin. Berxwedaneke wekî ku niha li dijî qeyûman didome." 
 
MA / Ergîn Çaglar