Kiliçdaroglu belge aşkera kir: Ahmet Burak Erdogan pere şand Grava Mannê

img

ENQERE – Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu îdia kiribû ku ew ê der barê Serokomar Erdogan de hin belgeyan aşkera bike û aşkera kir. Kiliçdaroglu destnîşan kir ku li gorî belgeyan kurê Erdogan Ahmet Burak Erdogan pere şandiye derveyê welat. 

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di komcivîna hefteyê ya partiya xwe de axivî. Kiliçdaroglu vê heftê hin belge û dekontên şandina pereyan ên derveyê welat weşand û piştrast kir ku kurê Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Ahmet Burak Erdogan pere şandiye derveyê welat. 
 
Kiliçdaroglu bi parvekirina belgeyan re wiha got: “Niha em tên qutiyê vedikin. Ez ê çîrokê ji we re vêbêjim. Min di 17’ê Mijdarê de li Çorumê axaftinek kir û min hin pirs ji Erdogan kir. Hûn dizanin ku zarokên te, xinamî, zava, bira û midûrê berê yê nivîsgeha te yê taybet di nav bihûşta bacê de şirket vekirin e? Heke ku tu xwecihî û neteweyî bî, divê tu van bibersivînî. Di navberê de dem derbas bû lê bersiv tune ye. Tu doz vekî dê çi bibe. Wek zilama bersiv bide pirsa min. Ez bawerim beg bêhna xwe vedide. Bila tavsiyeya min be. Bila bijîşkek li gel te hebe. Tu dibêjî min ji bo Sûriyeyan 30 milyar dolar xerç kiriye. Lê Sûriyeyî birçî ne. 30 milyar dolar çawa xerç kir ez nizanim, wezîr nizanin û 550 wekîl nizanin. Erdoganê dilovan ez çavê te radimîsim carek din ji te pirs dikim; 30 milyar dolar kengê, li ku û ji bo kî te xerc kir. Pişt re derket li Balikesîrê dibêje tu van ispat bike. Wisa tê fêmkirin ku min nas nake. Bi kurtasî ez ê behsa çîrokê bikim. Di 1ê Tebaxa 2012’an de li Grava Mannê şirketek tê avakirin. Gravek biçûk e. Şîrketa lîmîted a Belyev. Seneda avakirina wê şirkete jî di destê me de ye. Hem tasdîka noter a bi tirkî û hem jî tasdîka wî welatî heye. Ev şirket dike lîjneya rêveber. Ji yek kesî pêk tê. Siddik Ayhan. Zabitên wê civînê jî di destên me de ne. Sermayeya şirkete 1 sterlîn e û lîjneya rêveber jî kesek e. Sidki Ayhan di 15’ê Mijdara 2011’an de radestî Kasim Oztaş dike.” 
 
SIDIK AYHAN KÎ YE Û TU KAZIM OZTAŞ NAS DIKÎ? 
 
Ez ji Erdogan pirsekî dikim. Sidki Ayhan kî ye, tu wî nas dikî? Ez bawerim ji min baştir nas dike. Tu Kasim Oztaş nas dikî? Ez bawerim wî jî baş nas dike. Pere şandine vê şirkete. Ev pere çû ku û kengê? Di 15’ê Kanûna 2010’an de zavayê te 2,5 milyon dolar pere dişîne şirketa Belyev. Di lîjneya rêveber de kesek heye. Mustafa Erdogan 2,5 milyon dolar pere dişîne. 27’ê Kanûna 2011’an Osman Kepencî milyon û 250 hezar dolar dişîne û me got xinamî ya. 27’ê Kanûna 2011’an Mustafa Gundogan milyonek û 250 hezar dolar midurê berê yê nivîsgeha taybet. 
 
Di 29’ê Kanûna 2011’an de Ahmet Burak Erdogan milyonek û 450 hezar dolar. Di 4’ê Çileya 2012’an de Ahmet Burak Erdogan 2 milyon û 300 hezar dolar dişîne. Peyamê wan ên swîft li gel min in. Min got têr nake. Dekontên bankayan li gel min in. Qet ne pêwîste tu birevî divê tu vê yêk li xwe deynî.” 
 
Piştî Kiliçdaroglu belge aşkere kir, li salonê dirûşmên “Erdogan îstîfa bike” hatin berzkirin.