Sancar: Doza Zarrab recona pergala kapitalist a cîhanê ye

img

ENQERE - Hiqûqnas û parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar, têkildarî doza karsaz û welatiyê Tirkiye Reza Zarrab ê ku li Emerîkayê tê darizandin, diyar kir ku hewldana nelirêtî û diziya pereyan a bi rêya bankayên cîhanê, recona pergala kapîtalîst a cîhanê ye. 

Darizandina karsaz û welatiyê Tirkiye Reza Zarrab ya li Emerîkayê berdewam dike. Zerrab piştî her tişt li xwe mikur hat ji rewşa bersûc derbasî rewşa şahid bû. Çepera darizandina Zarrab fireh dibe û AKP'ê jî dixe nava çeperên xwe. Piştî Zerrab wekî şahid derket pêşberî dadger Enqere û AKP ketin nava tevgerê. Îktîdara Tirkiye ket nava agir û dest bi înkarê kirin. Têkildarî darizandina Zarrab Parlamenterê HDP'ê û hiqûqnas Mithat Sancar, ji Ajansa Mezopotamya  (MA) re nirxandinên girîn kir. 
 
'NE PÊKAN E ZARRAB BI TENA SERÊ XWE AMBARGO RAKE' 
 
Sancar, anî ziman ku darizandin pir alî ye û wiha got: "Milê Emerîka eleqeder dike û milê Tirkiye eleqeder dike ji hev cuda ye. Milê ku Emerîka eleqeder dike rakirina ambargoya li ser Îranê, pereyên veşarî, diziya pereyan û bikaranîna pergala bankavaniyê ya DYA'yê ye. Ev hemû ne pêkan e ji aliyê kesekî ve pêk bê. Ji bo Zarrab tevan pêk bîne divê têkiliyên cuda pêş bixe. Divê di nava torên cuda de be. Ev jî bi rêya têkiliyên nêzî hikûmetê pêkan e. Ne pêkan e Zarrab bi tena serê xwe ambargoyê rake." 
 
‘TIRKIYE GOT CÎHAN NABÎNE'
 
Sancar, destnîşan kir ku berê bankayên Fransiz û Îngilizan jî ketin nava heman hewldanan û ev banka rastî cezayên giran hatin û wiha got: "Tirkiye her çend zanîbû encama bankayan dê wekî yên din be jî milê siyasî nefikirî. Hesab nekir ku dê milê darizandinê saziyên li Tirkiye û kesayetiyên siyasî têxe nava xwe. Tirkiye vê darizandinê ji pêvajoya 17-25'ê kanûnê dizane. Wê demê Tirkiye ser vê mijarê bincil kir. Tirkiye difikire ku ser mijarekê veşêre dê cihan nebîne. Lê di rastiyê de wisa nabe. Di pêvajoya ragihandin û teknolojiyê de ev ne pêkan e bê veşartin. Belge û îdîayên di 17-25'ê kanûnê de derketin holê pir girîng bû. Diviya bû hêzên siyasî yên li pişt cuda û hêzên rastiyên din cuda bihatina nirxandin. Ew qas belge û agahî derketin holê diviya bû bihatina nirxandin û ronîkirin. Lê ser wan belgeyan hatin bincilkirin. Di dîroka komarê de îdîayên ku heta niha nehatine kirin hene. Divê ev îdîa tev bên lêkolîn û ronîkirin." 
 
'DARIZANDIN RECONA PERGALÊ YE' 
 
Sancar, destnîşan kir ku darizandina li DYA'yê di heman demê de recona pergala kapîlatîst a cîhanê ye û wiha got: "Di heman demê de ev darizandin 'Darizandina ku pergala kapîtalîst hebûna xwe berdewam bike' ye. Pergala kapitalist  a cîhanê ji bo kar û hebûna xwe berdewam bike, li dijî dizîna pereyan, nelirêtîe û rakirina ambargoyan dedikeve. Hem milê hiqûqî heye û hem jî milê siyasî heye. Di milê hiqûqî de dizîna pereyan û nelirêtî sûcên giran in. Milê siyasî jî rayedar û rêveberên dewletê tev li vî sûcî dibin. Êdî ser vê yekê nayê veşartin. Ji ber vê yekê ev darizandin recona pergala kapitalist a cîhanê ye. Pergala Kapitalist meseleyên mal û milkê cîhanê bi rengê desteserkirin naxe bin kontrola xwe. Minaka herî balkêş Kibris e. Di sala 1974'an de piştî Grava Kibris bû du perçe, li milê Tirk malên rûm, li milê rûm jî malê tirk ma. Ev malê ku li aliyan man hatin parvekirin. Piştî salan DMME derket û biryar da ku malên heyî dîsa bidin xwediyên wan. Yanî destûr nade desteserkirin û pereyên veşarî. 
 
'TU PAQIJ NEKE KESÊN DIN DÊ PAQIJ BIKIN'
 
Sancar, gotinên rayedarên hikûmetê yên wekî “Ev li dijî me komployek e" jî nirxand û wiha got: "Êdî fam kirin ku mesele cîddî ye. Ev doz êdî piştî vê saetê zû bi zû nayê veşartin û nayê berovajîkirin. Hêzên mezin hesabên wan ên siyasî hene. Ne pêkan e ku mirov bêje hesabê siyasî tune ye. Lê DYA tenê bi hesabê siyasî kar nake. Milê hiqûqî jî dimeşîne. Dibêje 'Hesabekî bê dayîn heye. Ger ku hûn paqij nekin hinekî din dê paqij bikin' Dîsa tevgera AKP’ê ya polîtikayên derve rê li pêş van operasyonan vedike. Tevî ku gelek milê îktîdarê yên lawaz hene jî gefan dixwe. Ev zerare dide civaka Tirkiye. Zerrab dê mala gelek kesan bişewitîne û xwe xelas bike. Dê navê gelek kesên din jî bide û xwe ji nava vî karî xelas bike. 
 
MA / Kenan Kirkaya