Bîlgen: AKP hilbijartinên pêşwext biceribîne jî divê em muxalefetê xurt bikin

img

MÊRSÎN - Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku AKP ji bo xwe ji krîza heyî xelas bike, dibe ku hilbijatinên pêşwext biceribîne û wiha got: "Lê tifaqa MHP’ê jî dê AKP’ê xelas neke. Dibe hilbijartin ji 2 mehan heya 2 salan çêbibin. Lê divê em muxalefta xurt ava bikin." 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentêrê Qersê Ayhan Bîlgen, mijarên di rovejê û nîqaşên hilbijartinên pêşwext nirxand. Bîlgen, diyar kir ku ji bo hilbijartin bibe hilbijartinekê ku demokrasiyê ava dike, divê muxalif rêyekê baş bişopîn in û wiha axivî: “Krîzeke mezin li welat heye û nayê birêve birin. Ji bo krîza li welat derbas bibe pêdivî bi hilbijartineke demokratîk heye. Hemû rêyên ji derveyî hilbijartinê êrîşin. Ev êrîş jî dê welat ber bi cûdakariyê ve bibe. Bêguman dema mirov li derfetên niha mêze dike, divê li ser rewa bûna hilbijartinên pêşwext bên nîqaşkirin.”  
 
'DIVÊ EM MUXALEFETEK XURT AVA BIKIN'
 
Bîlgen, da zanîn ku civaka muxalîf dê hilbijartinê diyar bike û wiha got: “Divê em li benda dê hilbijarin çêbe, yan na nesekin in. Li şûna ku em rawestin, divê beşên muxalîf pêkanên faşîzane rawestînin û hevdîtinan ava bikin. Divê maxalîf di platformên hevbeşder têkildarî rojevê nîqaş bikin. Hilbijartin dibê ku dinava 2 mehan de, yan jî nava 2 salan de çêbe, a girînge rêya ku em ê bişopînine. Tişta dikeve ser milê me, dinava hemû qadên jiyanê de li dijî vê pêvajoya êrîşkar û desthilatdar rêxistin kirina vînek mezine.” 
 
'DIBE KU AKP ZÛ BIÇE HILBIJARTINÊ’ 
 
Bîlgen, anî ziman ku ligorî anketên hilbijartina dawî, rewşa desthilatdariyê qet nebaşe, ev di medyayê de hêdî hêdî tê nîqaşkirin û wiha pê de çû: “Di anketan de ji sedî 30 bêbiryarbûn heye. Sedema vê yekê pêvajoya niha heyîye. Bi taybetî rojeva Reza Zarrab ku li ABD û nelirêyên di 17 û 25 Kanûnê de derketin holê dimirovan de fikar û gumanên mezin dane avakirin. Nelirêtî her ku kûr dibe û bertîlên bi milyonan dolar zêde dibin, di civakê de hêrseke mezin bi xwe re tîne.  AKP ji bo xwe li rêyekê digere. Ji bo pêvoya ber bi xirabûnê ve diçe derbas bike, dibe ku hilbijatinek pêşwext biceribîne.”
 
'TIFAQA MHP’Ê JÎ DÊ AKP’Ê XELAS NEKE'
 
Bîlgen destnîşan kir ku tifaqa MHP’ê jî dê AKP’ê xelas neke û wiha domand: “MHP ji bo hebûna xwe bidomîne, tifaqa bi AKP’ê re danî. Hemû kes dizane AKP, ne AKP ya 2002’yane. Niha AKP’a dinavbera MHP û Partiya Vatanê de tengav bûyî heye. Bi feraseta ‘Ger AKP têk biçe, dê kê xwedî mîrasê wê derbikeve’ li dora AKP’ê kom bûne. Ev desthilatdarî vê tengabûnê qebûl dike. Ev her du partî jî ji vê tifaqê fayde digirin.” 
 
'AVAKIRINA DEMOKRATÎK MECBÛRIYE'
 
Bîlgen di dewama axaftina xwe de wiha got: “Êdî AKP kêştiyê terk dike. AKP têk diçe. Hemû kesên dixwazin ji AKP’ê birevin, li rêyên cuda digerin. Gava mirov pêşketinên li herêmê mêze dike, guhertineke bingehîn li Tirkiyeyê mecbûriye. Divê rejîmeke demokratîk bê avakirin. Li vê derê pêwîstî bi taktîkên biçûk tuneye, divê veguhertinek dîrokî li Tirkiyeyê çêbe.”
 
'KURD DI FERQA HEMÛ TIŞTÎ DENE’
 
Bîlgen, da xuyan kirin ku kurd di ferqa hemû tiştî dene û wiha got: “Gelê kurd tu carî gotinên Erdogan ên nefrete yên 15 zarokan, ‘Dibe ku  di kêliyeke şevê de em bên, birçî bihêlin’ ji bîr nakin. Gelê kurd di ferqa bûyerên li ser vê erdnigariyê rû didin dene û êdî dizane bi hemû gelan re çawan bijî. HDP’ê rexnedayîna xwe da. Ji bo gavên hîn şênbertir bavêje têkoşîna xwe didomîne.”
 
‘HÊVIYA ME JI AYM’Ê TUNEYE’ 
 
Bîlgen, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dadgeha Makeqanûnê di 6’ê Cotmehê de, dê dosyeya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Başkanı Selahattin Demîrtaş binirxîne. Bêrî jî dosyeya Gulser Yildirim nirxand. Ji ber vê yekê tu hêviya me ji AYM’ê tuneye. Dadgeha Makeqanûnê divê demildest parlamenterên girtî serbest berde. Doza Demîrtaş dozek siyasiye. Ji bo dozên siyasî bi ser bikevin, têkoşîna civakî pêwîste.” 
 
MA / Nurhan Kuzu - Ergîn Çaglar