Berdevkê HDP'ê Bîlgen: Dixwazin resaleta Zerrab bikin lehengî

img

ERDEXAN - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, di Kongreya HDP'ê ya Erdexanê de bal kişand ser darizandina doza Reza Zarrab û wiha got: "Rewşa heyî rezalet e. Vê rezaletiyê berovajî dikin. Hindik maye vê rezaletiyê  weke lehengî bide nîşandan." 

Rêxistina HDP'ê ya Erdexanê 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li avahiya xwe ya bajar pêk anî. Di Kongreyê de Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, Endamên Meclîsê û bi sedan endam û rêveberên HDP'ê amade bûn. Li salonê pankarta “Dê tecrîd winda bike azadî dê bi ser bikeve" vekirin. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de endam û rêveberên HDP û DBP'ê amade bûn. Berdevkê Ayhan Bilgen, bal kişand ser darizandina Reza Zarrab û wiha got: "Tişta heyî rezalet e. Vê rezaletê jî berovajî dikin. Hindik maye ku vê razaletê wekî lehengî pênase bikin. Wekî ku bêjin baş kiriye ku bertîl stendine. Ger hûn xelatê bidin Reza Zerabê ku xelatê didin 4 wezîr û zarokên wan. Disa gelek entrika pêş bixin. Ger ahdê mazluman bigre dê hesab ji wan bipirse. We hemû qirêjiya xwe avêt bin cilê. Lê ew xirêjî ji bin cilê derdikeve û belav dibe. Êdî tiştekî veşari û di tariyê de nemaye. Em naxwazin ev pêvajo zerarê bide Tirkiye. Divê bi wasî wîcdanan rehet bike ev kes bên cezakirin. Ger ku hûn bertîlê wekî mijarek neteweyî nebînin wê demê dê siyasetmedarên me li welatekî din neyên darizanidin. 
Demokrasî ji bo edalet û lêpirsîna şaşiyan heye. Ne ji bo veşartina şaşî û sûcan. 
 
'EM LI DIJÎ NEHEQIYÊ BÊDENG NAMÎNIN'
 
Bilgen, destnîşan kir ku bedelê wê çi dibe bila bibe ew dê li hemberî neheqî û bê edaletiyê bêdeng nemînin û wiha got: "Ji bo ku em hesap ji wan nepirsin her dem li dijî endam û rêveberên me operasyonan pêk tînin û wan digirin. Ji ber ku hevalên me naxwazin Rojhilata Navîn bibe gola xwinê tên girtin. Dibe ku di demen pêş de alozî mezintir bibe. Lê çi bibe bila bibe em dê heta dawî li dijî neheqî û bêdaletiyê dengê xwe bilind bikin." 
 
Piştî axaftina Bîlgeh hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Hevserokatiya Bajar Feyza Nur Demîr û Ergul Koç hatin hilbijartin. 
 
Kongre bi govcend û diruşmeyan bi dawî bû.