Koçyîgît: Em li dijî eniya neteweyî eniya demokrasiyê ava bikin

img
MÊRSÎN - Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku AKP, MHP, Ergenekon û Partiya Vatanê tifaqek nû ava dikin û wiha axivî: “Li dijî eniya faşîst a neteweyî, divê em jî eniya yekbûyî ya demokrasiya gelan ava bikin.”
 
Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Mêrsînê, li Navenda Kar a Dîa Center a Yenîşehîrê hat lidarxistin. Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît beşdarî lijneyê bû. Pankarta “Niha serdema HDK’ê ye, ji bo avakirina jiyana nû em xwe di HDK’ê de birêxistin dikin” bi salonê ve hat kirin. 
 
Hevberdevka HDK’ê ya Mêrsînê Canan Yuce axaftina vekirin Lîjneya Giştî kir. Piştre ji bo dîwanê hilbijartin hat kirin û rêz hat girtin. Hevberdevka HDK’Ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di lijneyê de axivî û bal kişand mijarên di rojevê dene. Koçyîgît, behsa Roja Astengdarên Cîhanê ya 3’yê Kanûnê kir û wiha got: “Em ê heya dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna welatiyên xwe yên astengdar.”  
 
'KAPITALIZM DINAVA KRIZÊDE YE'
 
Koçyîgît, anî ziman ku ji sala 2007’an ve cîhan ketiye nava krîzeke kûr û wiha pê de çû: “Pergala kapîtalîzmê ji bo vê krîzê derbas bike, argumanên cuda bikar tîne. Argumana herî mezin jî zêdebûna çekane. Bi van çekan gelên mezlum qetil dikin. Ev krîz bandora xwe li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê jî kiriye. Hêzên kapitalist ên navneteweyê yên cîhan û sermayedarên wan ê herêmî hene. Dixwazin li dijî gelên Rojhilata Navîn, pergalekê ava bikin. Gelo hemû civak û gelên Rohilata Navîn ji vê yekê re serî ditewîne? Bi guman na. Gelên ku baweriyê bi jiyana demokratîk tînin û di xeta azadî û wekheviyê de bi israrin, li hev kom bûn û Şoreşa Rojava avakirin. Ji ber vê yekê dê tu carî hêzên kapitalîst û sermayedar tu carî bi ser nakevin.”
 
'DIVÊ EM XWE BI RÊXISTIN BIKIN'
 
Koçyîgît, dest nîşan kir ku AKP, MHP, Ergenekon û Pariya Vatanê tifaqek nû ava dikin û wiha axivî: “Li dijî eniya faşîst a neteweyî, divê em jî eniya yekbûyî ya demokrasiya gelan ava bikin. Li vî welatî pergalek nû tê avakirin. Hemû mafên me ji destên me hatine girtin. Divê em xwedî van mafê xwe derbikevin. Divê em xwe komîn bi komîn rêxistin bikin, meclîsên xwe mezin bikin û xwedî tiştên ji me hatin girtin derbikevin. Encex em karibin hişmendiya rizîbûyî û bêhn pêketî wisan birûxîn in.”