Wezîrê Gumrukê: Em OHAL'ê rakin hin xalên nû bînin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Gumrukê Bulent Tufenkcî got ku "Em jî dikarin wekî Fransayê OHAL'ê rakin, hin xalên nû bixin qanûnê." Tufenkcî bi van xalan dixwaze OHAL'ê bê dawî bike.

Wezîrê Bazirganî û Gumrukê Bulent Tufenkcî, bal kişand ser Rewşa Awarte (OHAL) ya salek e dewam dike û di vê der barê de daxuyaniyek da. Tufenkcî niyeta partiya xwe AKP'ê ji rojnameya Akşamê re parve kir û rewşa li Tirkiyeyê bi Fransayê re muqayese kir û ev tişt got: "Fransayê OHAL rakir, hin xalên nû di qanûnê de bi cih kir. Em jî dikarin vê bikin, tê nîqaşkirin."
 
Tufenkcî kesên nerazîbûn nîşanê OHAL'ê dan jî bi bêsamîmyetbûnê sûcdar kir.