Derbarê 19 parlamenterên HDP’ê de fezleke amade kirin

img
ENQERE - Li Meclîsê, derbarê 19 parlamenterên HDP’ê yên destnedayîna xwe şermezar kirin û ji Komîsyona Qanûna Bingehîn derketin, bi hinceta “Propagandeya rêxistinê kirin” fezleke hat amadekirin. 
 
Derbarê 19 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di dema 2’yê Gulan 2016’an de hevdîtinên “Rakirina destnedana wan” dihat dîtin de, bi berzkirina dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” û “Bijî Serok Apo” hevdîtin şermezar kirin û ji Komîsyona Qanûna Bingehîn derketin fezleke hat amadekirin.  Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi vê hincetê derbarê 19 wekîlan de fezleke amade kir û ji bo pêşkêşî meclîsê bê kirin ji Wezareta Dadê re şand.  
 
Navê parlamenterên derbarê wan de fezleke hat amadekirin wihan: “Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Sîbel Yîgîtalp, Çaglar Demîrel, Huda Kaya, Ayşe Acar Başaran, Adem Geverî, Mîthat Sancar, Ferhat Encu, Gulser Yildirim, Îbrahîm Ayhan, Garo Paylan, Bedîa Ozgokçe Ertan, Meral Daniş Beştaş, Mahmut Togrul, Ertugrul Kurkçu, Mîzgîn Irgat, Saadeet Becerîklî, Nadîr Yildirim û Ziya Pîr.
 
Di heman çarçoveyê de derbarê Besîme Konca û Nursel Aydogan ên parlamenteriya wan hatin betalkirin, lêpirsîn hat vekirin.