Banga hevpar: Em di doza Demîrtaş û Yuksekdag de li gel hev bin

img

ENQERE - Dê di 6 û 7'ê Kanûnê de doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag a wekîltiya wê hat xistin û Serokwekîlê Koma partiyê Îdrîs Baluken bê dîtin. Partiyên siyasî û rêxistinên kedê banga piştgiriyê kirin û xwestin tev li rûniştinê bibin.

Wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên der barê wan de fezleke hatin amadekirin û ew avêtin girtîgehê, dê di 6 û 7'ê Kanûnê de doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û Îdrîs Baluken bê dîtin. Ji bo piştgiriya dozê, li Amed û Enqereyê daxuyanî hatin dayîn.
 
Partiyên siyasî û rêxistinên kedê li ser banga HDP'a Enqereyê hatin gel hev û banga piştgiriyê kirin.
 
Daxuyaniya li Yekitiya Mulkiyelîlerê hat dayîn, Wekîlê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onde û Wekîla HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, nivîskar-akademîsyen Fîkret Başkaya jî di nav de gelek kes beşdar bûn. 
 
Hevseroka HDP'a bajêr Nur Aytemur axivî û ev tişt got: "Em bi daxwaza 'Di siyaseta demokratîk de azadî' hatin gel hev. Wekî ku her kes jî dizane, di dîroka komarê de vîna jinê ya hatiye hilbijartin di warê dîtinbarî de xwe da nîşan. Ev êrîş vekirî li dijî vîna jinê pêk tê. Ev berdêlên me bi kedeke mezin bi dest xistin, bi destê daraza mêr tên xespkirin."
 
Aytemur da zanîn ku di 6'ê Kanûnê de doza Yuksekdag, d 7'ê Kanûnê de jî doza Demîrtaş dê li Enqereyê bê dîtin û banga piştgiriyê kir.
 
ONDER: DADGEH DOSYAYAN DIGERÎNE
 
Wekîlê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, destnîşan kir ku li dijî zilmê tişta ku mazluman kifş kiriye, piştgirî ye û wiha axivî: "Kesên zilmê dikin dikin vê yekê bi hêzeke bê pergalî dikin. Ji ber wê piştgirî hem jiyanî û hem jî gelek bi nirx e."
 
Onder da zanîn ku dê hevserokên wan dê di 6-7'ê Kanûnê de bên darizandin û wiha pê de çû: "Qaşo dê wan darizînin. Ji ber ku rewşa Selahattîn beg ji bo vê mînak e. Tekane dosyaya têde girtî ye ev e û Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ev dosya da. Hinceta anîna vir jî 'ewlehî' û 'şertên taybet' in. Ev tiştên gelek bê teşe ne." Onder bang li hêzên demokrasiyê kir ku li dijî zilmê mil bidin hev û wiha axivî: "Em hemû li wir in. Dê gelê me li wir be. Li wir mayîn, tenê dê bê hiqûqiyê teşhîr neke. Dê xwedî derketina aştî û demokrasiyê jî xurt bike."
 
Serokê Partiya Kedê (EMEP) Fîkret Aslan jî got ku ew wekî EMEP'ê dê wê rojê li wir bin û ev tişt anî ziman: "Ev doz ne dozên hiqûqî ne, operasyonên siyasî ne. Ji ber wê jî dixwazin hemû kesên di nav piştgiriyê de ne, wan bipelçiqînin."
 
BAŞKAYA: DESTHILATDARIYÊ REWABÛN WINDA KIR
 
Nivîskar-akademîsyen Fîkret Başkaya destnîşan kir ku rejîn xitimî ye û wiha got: "Ji ber wê tevgera xwe winda kiriye. Rejîmeke ku potansyela xwe winda kirî heye. Di destê wê de du koz mane. Ya yekemîn pere manîpule dike, ya dumeyîn manîpulekirina terorê. Tişta vê rewşê berovajî bike, divê tevgera girseyî bê xurtkirin. An dê ev rewşa patîjanê dewam bike. Di vir de beşeke bi biryar heye, divê em vê yekê nîşanê xwediyên desthilatdariyê bidin. Desthilatdariyê rewabûna xwe winda kir. Rejîmek çiqasî pelçiqandinê derxe pêş, divê xwe bispêre rewabûneke asgarî. Ne pêkan e tenê bi şidetê bi rêve biçin."
 
Endamê Kaldiraçê Tamer Morkoç jî anî da zanîn ku divê ew li dijî êrîşan bên gel hev û di 6-7'ê Kanûnê de li dadgehê bin. Endama Alinteriyê Zarîfe Çamalan piştrast kir ku vîna 6 milyon kesî dîl hatiye girtin û xwest her kes xwedî li vînê derkeve. Wekîla HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp got ku "Ya tê darizandin têkoşîna jinê ye" û diyar kir ku ew wekî jin dê li dijî vê yekê rawestin. Sekretera Giştî ya Halkevlerî Dilşat Aktaş anî ziman ku divê muxalefet li dijî dîktatoriyê xwe bispêre demokrasiyê û piştrast kir ku li dijî muxalefeta civakî polîtîkaya tepisandinê di dewrê de ye. Aktaş banpa têkoşîna bi hev re kir.
 
EHP: EV DADGEH VEGUHERÎ ŞANOYÊ
 
Serokê Partiya Tevgera Kedkaran ê Enqereyê Can Ersoy jî ev tişt parve kir: "Li her derê welat faşîzim bilind bûye. Erdogan bi evîna welatekî bê muxalefet dijî. Dê li dijî OHAL'ê dê gelek derfetên me jî hebin. Ev dadgehên veguherîne şanoyê me jî girê didin." Berdevkê DÎSK'ê yê herêma Enqereyê Tayfun Gorgun xwest bê edaletî bi dawî bibe û hiqûq bikeve rêya xwe.
 
‘VÎNA GELÊ AMEDÊ TÊ DARIZANDIN’
 
Ji bo balê bikişînin ser rûniştian 6-7'ê Kanûnê, li Amedê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li avahiya HDP'ê ya Amedê hat dayîn û Wekîla HDP'ê Feleknas Uca û rêvberên partiyê tev li bûn.
 
Hevserokê HDP'a Amedê Mehmet Şerîf Çamçi axivî û ev tişt got: "Ji ber polîtîkayên faşîzan ên AKP'ê, siyaset di bin tundiyê de ye." Çamçi aşkera kir ku biryara di 6-7'ê Kanûnê de derkeve, dê pêvajoya pêşerojê diyar bike. Çamçi bang li raya giştî kir ku tev li dozê bibin û xwedî li wekîlên xwe derkevin. Hevseroka bajêr Fîlîz Buluttekîn jî anî ziman ku faşîzma darazê bi sazî bûye û wiha got: "Em li bendê ne sazî û dezgehên civakî tev li vê dozê bibin û piştgiriya xwe bidin nîşan."