Ozturk: Li Rojava wêneya yekitiya neteweyî hat kişandin

img

AMED - Hevserokê Giştî yê KCD'ê Bedran Ozturk bi heyetên PDK, Goran û YNK'ê re li Federasyona Bakurê Sûriyeyê hilbijartin şopandin û çavdêriyên xwe wiha parve kir: "Rojava wêneya yekitiya neteweyî kişand. Armanca me jî ew e em vê wêneyê mayînde bikin. Divê em ji referanduma Iraqê dersê derxin, hilbijartinên li Rojava wekî kelecanekî bigirin dest û yekitiya neteweyî derxin pêş."

Di 22'yê Îlonê de li Federasyona Bakurê Sûriyeyê hilbijartinên komunan pêk hat, di 1'ê Kanûnê de hilbijartinên herêmî pêk hatin û rêveberiyên herêmî hatin hilbijartin. Li ser banga Komîseriya Hilbijartina Bilind a Bakurê Suriyeyê û Federasyonê, ji Tirkiye û Herêma Kurdistana Federal a Iraqê jî di nav de parlamenter jî heyî, heyet çûn Bakurê Sûriyeyê û hilbijartinê li herêmê şopandin. Ji Başûrê Kurdistanê parlamenterên PDK, YNK û Goranê, ji Tirkiyeyê jî siyasetmedarên kurd jî heyeta ji 5 kesan pêk dihat, wekî çavdêr çûn herêmê. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozgurk hilbijartin şopand û çavdêriyên xwe parve kr.
 
Ozturk diyar kir ku wî ji kêliyeke dîrokî re şahidî kiriye û hilbijartinan kelecaneke mezin daye wî. Ozturk da zanîn ku wan bi rayedarên Rojava û Herêma Federal a Kurdistanê re hevdîtin kirine û piştrast kir ku ev ji bo yekitiya neteweyî bûye gaveke bingehîn.
 
‘LI CIHANÊ MÎNAKA WÊ TUNE’
 
Ozgurk destnîşan kir ku di çarçoveya nêrîn û pêşniyarên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, li Rojava raste rast pergala demokrasiyê tê avakirin, der barê modela hilbijartina ku pêk hat de ev tişt got: "Dema em li modelê mêze dikin, li tu dera cîhanê mînakeke wê nayê dîtin. Ev model li Rojava dikeve jiyanê. Ji ber wê ev hilbijartin gelekî girîng û dîrokî ye. Dema em li dîroka Rojhilata Navîn mêze dikin, her dem dîktatoran îdare kiriye û serdestiya wan hebûye. Dewletên emperyalîst her dem kesek li vir wekî kûkla daye rûniştandin û bi rêya vî kûklayî her dem serdestiya xwe berdewam kiriye. Ji ber wê hemû daxwaz û fikrên gelan hatine tepisandin."
 
‘TEMSÎLYETA WEKHEV HEYE’
 
Ozturk aşkera kir ku ev hilbijartin gelekî jiyanî ye û piştrast kir ku gelên wekî ereb, tirkmen, asûr, sûryan û komên olî yên din bi hev re dijîn û bi hev re çûne ser sindoqan. Ozturk, diyar kir ku modela ku anîne temsîlyeta wekhev esas digire û axaftina xwe wiha dewam kir: "Heke em mînakekî bidin, li bajêr nifûsa kurdan zêde ye, lê li wir asûr û ereb jî dijîn. Dê bi vê modelê re tenê kurd bajêr bi rêve nebin, dê bi temsîlyeta wekhev bi rêve bibin. Ev kota di heman demê de ji bo jin û ciwanan jî derbasdar e. Di vir de ne demokrasiya zêde ne jî ya zêdahî heye heye. Raste rast demokrasî heye. Tişta herî girîng a modelê jî ev e."
 
Ozturk da zanîn ku li Rojava li dijî DAIŞ'ê tenê kurdan têkoşîn neda ye û wiha pê de çû: "Mirovên li çar aliyên cîhanê, li dijî DAIŞ'ê şer kirin û hemû nirxên mirovahiyê parastin. Mirovan ev modela ku nirxên mirovahiyê temsîl dike, hîn bûn. Li dora vê fikriyatê li hev civiyan. Tenê sedema ku gelên li Rojava anîne gel hev, DAIŞ nîne. Ji ber ku mirovahî vê fikriyatê qebûl dike, ji çar aliyê cîhanê tên gel hev. Canê xwe yên herî bi nirx ji bo vê pergalê feda kirin. Ji bo wê de ji bo cîhanê bibe mînak."
 
‘MODELEKE KU PÊWÎSTIYA GEL PÊ HEYÎ YE'
 
Ozgtuk aşkera kir ku axaftinên der barê demokrasiyê de tenê di gotinê de dimînin û di pratîkê de cihê xwe nagire û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê rêveberî; li kuçe, tax û navçeyê dest pê bike. Divê ji bingehê ve rêveberî bê dest giritn û demokrasî ev e, rêveberiya gel ev e. Em dibêjin bila gel xwe bi xwe bi rêve bibe, lê dema em li pergalan mêze dikin, gel tune, berdevk hene. Ev berdevk çiqasî gel temsîl dikin? Dema gel berdevkên xwe lêpirsînê re derbas bike, wê demê her tişt dê zûtirîn bikeve rêya xwe û çareser bibe. Berdevkên herêmî beyî ku pirsgirêkê bibin navendê, di demeke kurt de dikarin çareser bikin. Modela li Rojava vê yekê pêk tîne. Komun û meclisên wan hene, derfetên ji bo berdevk û berdevkên herêmî hatine sazkirin hene. Divê mekanîzmaya çareseriya pirsgirêkan derkeve pêş. Divê ev jî mekanîzmaya ku her dem gel di dewrê de be. Her tiştê ku pêş dikeve divê zelal û li ber çavê gel be. Rêveberiya ku hesabê dide gel. Divê astengiyên brokratîk bên derbaskirin."
 
'ŞOREŞA JINÊ DERKET PÊŞ Û HER KESÎ DÎT'
 
Ozturk anî ziman ku hilbijartinan kelecanek daye wî û ji ber ku ji vê kêliya dîrokî re şahidî kiriye gelekî kêfxweş e û ev nirxandin kir: "Rewşeke rûmetdarî û bi kelecan hebû, em bi vê hêviyê çûn. Li Rojava şoreşa jinê geş dibe, di 1'ê Mijdarê de di hilbijartinan de ev dîsa derket pêş. Jin bi tilîliyan diçûn ser sindoqan û kelecaneke mezin hebû. Dayikên me yên extiyar hebûn, ruxmê di meşê de zehmetî dikişandin jî digotin ku 'Cara ewil tiştekî wiha pêk tê.' Rewşeke hestewarî jî hebû. Ev tecrûbeya yekemîn a gelê Rojava û rêveberiya wê bû. Her çendî cara yekemîn bû jî gelekî baş hatibû amadekirin. Ji gelên cuda beşdarî gelek baş bû û vê jî girîngiya hilbijartinê derxist holê."
 
'ROJAVA WÊNEYA YEKITIYA NETEWEYÎ KIŞAND'
 
Ozturk derbirî ku wan bi heyeta PDK, YNK û Goran ên ji Başûrê Kurdistanê hatine re şopandine, lê ji ber ku heyeta ji Îranê dereng mayînê nehatiye, wan xwe negihandiye hilbijartinê û ev tişt got: "3 parçe hatin gel hev. Em bi awayekî demokratîk û wekî çavdêr çûn wir û ev hemû bi hev re gelek tiştî îfade diike. Hilbijartina li Rojava tenê Rojava eleqedar nake. Me hemûyan eleqedar dike. Di mijareke wiha de em yekitiya xwe bidin nîşan û bikaribin vê wêneya bi hev re bikişîni, gelekî girîng e. Ev bi tena serê xwe jî dide nîşan ku pêkhatina kongreya neteweyî çiqasî girîng e. Rojava wêneyê yekitiya neteweyî kişand. Armanca me ew e em vê wêneyê mayînde bikin. Ev kelecanekê dide avakirin û dide nîşan ku kongreya neteweyî çiqasî girîng e. Wekî em dersekî ji referanduma Iraqê derxin, hilbijartinên li Rojava girîng û bi kelecan e."
 
Ozturk herî dawî piştrast kir ku heyetên ji Herêma Kurdistana Federal hatine, di xala yekitiya neteweyî de xwedî heman nêrînê ne û careke din girîngiya vê danîne holê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo yekitiya neteweyî bi pêş keve û kongreya neteweyî pêk bê, ji çar parçeyan xebat berdewam dikin."