HDP encamên Meclisa Partiyê aşkera kir: Em ê têkoşînê mezin bikin

img

ENQERE - HDP'ê encamên Meclisa Partiyê (PM) aşkera kir. Di danezanê de ev tişt hat gotin: "Em ê li dijî rejîma OHAL'ê bi hemû hêzan re bên gel hev û ji bo em xwe ji vê cendereyê rizgar bikin, em ê bi hemû muxalefetên civakî re têkoşîna xwe mezin bikin."

Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 30'uê Mijdara 2017'an de li Enqereyê civîna xwe pêk anî û encamnameya xwe aşkera kir. Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hat gotin: "Krîza aborî û siyasî her ku diçe kûr dibe. Di salên dawî de Tirkiye ber bi krîzekê ve tê kişandin û ev krîzek herî girîng e. Dixwazin rejîmeke otorîter a yek zilamî ava bikin. Li dijî vê HDP û 'Mirovahiya Mezin" li ber xwe daye, komara demokratîk parastiye û her dem aliyê gelan cihê xwe girtiye." HDP'ê destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û wiha got: "Rejîma Erdogan bi gotinên nijadperest şer û xizaniyê li ser gelê me ferz dike, civakê ji hev parçe dike û bi vê rêyê desthilatdariya xwe qayîm dike. Partiya me bi biryarek mezin têkoşîna xwe ya demokrasî û aştiyê dewam dike, bi vê têkoşînê ji bo gelê kurd û kedkar û demokrasiyê dibe hêvî."
 
HDP'ê di dewama danezanê de diyar kir ku Sûriye ber bi çareseriyê ve diçe, desthilatdarî di civîna MGK'ê ya herî dawî de, Efrînê wekî hincet dide nîşan û li ser vê şer sor dike û wiha hat gotin: "Çareseriya li Sûriyeyê ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo pêşeroja gelên li Rojhilata Navîn jî girîng e. Çareseriya pirsgirêka kurd a bûye gerdûnî, em jî ji hêla xwe ve dişopînin. Kesên li Sûriyeyê şer kûr dikin, bi DAIŞ û yên wekî wê re di nava hevkariyê de ne, dixwazin pêşeroja gelan tarî bikin, şidet û koçberiyê bi pêş dixin, bi taybetî destkeftiyên gelê kurd dikin hincet û dixwazin pêvajoya ku pêş dikeve bixitimînin. Di vê pêvajoyê de meseleya Efrînê jî hat rojevê, ev jî neyartiya li dijî kurdan dide nîşan."
 
HDP'ê bal kişand ser OHAL'ê jî û anî ziman ku dixwazin careke din OHAL'ê dirêj bikin û wiha pê de çû: "Pêvajoya OHAL'ê veguheriye pêvajoya derbeyê, hemû qadên jiyanê veguherandine cendereyê. Dixwazin bi KHK'an welat bi rêve bibin. Dê HDP li dijî OHAL'ê bi hemû hêzên demokrasiyê re bên gel hev û li dijî vê tundiyê têkoşînê bimeşînin."
 
HDP'ê der barê krîza aborî de jî nirxandin kir û da zanîn ku krîza îktîsadî her ku diçe kûr dibe û piştrast kir ku gelên li welat dijîn di şertên xirab de neçarî jiyanê kirine û wiha hat gotin: "Enflasyon bilind bû û bi zemê re gel nikare tiştekî bikire. Zema di mazot û benzînê de derket pêş, her roja ku derbas dibe bac zêde dibe û deynê bandoreke xirab li ser jiyana gel dike." HDP'ê dewleta AKP'ê jî rexne kir û aşkera kir ku desthilatdariya ku bi wedên têkoşîna li dijî nelêrêtiyê hatiye ser kar, lê di hemû qadên wekî îhale, cemawerîkirinê de nelêrêtî bi pêş xistiye.
 
HDP'ê bal kişand ser têkoşîna ku 5 sal e HDP dimeşîne jî û di vê der barê de jî ev nirxandin kir: "HDP ji bo gelê me bû hêvî. 3'yemîn Kongreya Asayî li darxist. Dawiya meha Çileya 2018'an dê Kongreya Asayî dest pê bike û di destpêka nîvê meha Sibatê de, dê 3'yemîn Kongreya me ya Asayî bê lidarxistin. Beyî ku di me de kêmasî derkeve û em ê hêviyan mezin bikin û rêya xwe dewam bikin. Em ber bi 3'yemîn Kongreya Asayî ve diçin. Meclisa Partiyê biryara 3'yemîn Kongreya Mezin a Asayî û biryara Kongreyê girtiye."
 
HDP'ê şideta li dijî jinê pêk tê jî wiha nirxand: "Desthilatdarî li dijî bedena jinê, keda wê û hemû nirxê jinê êrîşan pêk tîne û desthilatdariya mêr sor dike. Di van ronên ku li dijî jinê şidet dewam dike, divê têkoşîn jî bi hêz û bi hev re bê meşandin. Di 25'ê Mijdarê Roja Piştgiriya Têkoşîna li Dijî Şideta li Ser Jinê ya Navneteweyî bû û bi sed hezaran jin derketin kolanan. Li gorî gotina 'HDP partiya jinê ye', li dijî rejîma yek kesî têkoşîna jinê ya hevpar meşandin. Dê di 3'yemîn Kongreya Asayî û Kongreyê de, dengê jinê derkeve pêş, berxwedanê mezin bike, li gorî îdiaya jiyana nû, siyaset bê dewlemendkirin."