Kemalbay: Qesr û AKP herî zêde êrîşî axa kurdan dike

img

ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, di koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Kemalbay, ji Dadgeha Qanûna Bingehîn xwest li gorî hiqûqê biryarê bide û rûmeta xwe xelas bike. 

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpil Kemalbay, di civîna koma partiya xwe de geşedanên di nava hefteyê de nirxandin. Kemalbay, ewil diyar kir ku wê Nuriye Gulmen a hat berdan ziyaret kiriye û wiha got: "Nuriye û Semîh, di têkoşîna li dijî OHAL’ê de bûn sembol. Li dijî bêhiqûqiyê bûn nûnerê têkoşîna edaletê. Daxwazên wan daxwazên me ne. Divê komîsyona OHAL'ê êdî dawi li vê bê hiqûqiyê bîne û peywira Gulmen û Ozakça dîsa paşve bide wan. Nûriye û Semih rûmeta me ne." 
 
PIŞTEVANIYA SÛRÊ BIKIN
 
Di civîna ku Endamên Platforma Piştevaniya Sûrê amade bûn de Kemalbay, bang li piştevaniya bi gelê Sûrê re kir û wiha got: "Platforma Sûrê dîrok û çanda bajar vegot. Hewl da dengê Sûrê li Tirkiye û cîhanê belav bike. Rejîma Qesrê û AKP'ê herî zêde êrîşî axa kurdan dike. Polîtîkayen xwe yên rantê li dijî mafê gelan dixe meriyetê. Polîtikaya tunekirina dirok û çandê pêş dixe. Divê her kes li Sûrê xwedî derkeve. Ji sedî 60'ê Sûrê hat qedexekirin. Mafê gel ê xaniyan pêşkêşî sermayedaran dikin. Divê hemû gelê Tirkiye û cîhanê xwedî li Sûrê derkevin û bi gelê Sûrê re di nava piştevanyê de bin." 
 
'CÎNAYETÊN KANAN NE QEZA NE KUŞTIN IN
 
Kemalbay, bi minasebeta 4'ê kanûnê Roja Madenvanên Cîhanê bal kişand ser rewşa madenvanan û wiha got: "Li Tirkiye şert û mercên xebatê bi mirinê tê aqilan. Li Şirnexê dîsa 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ev ne qeza ne. Ev cinayet in. OHAL şert û mercan giran dike Xizanî, belatî, kuştin û nelirêtiyê zêde dike." 
 
AMY HETA NIHA RAZA
 
Kemalbay, bal kişand ser helwesta Dadgeha Qanûna Bingehîn û wiha got: "Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û Hevseroka berê Figen Yuksekdag yên girtî tên darizandin dê di 6-7'ê Kanûnê de derkevin pêşberî dadger. Dadgeh bûye wekî amûra siyasî. Çawa fermanê digire wisa biryarê dide. Niha Selahattin Demirtaş nînin rûniştina dozê. Doza wan dê piştî 399 rojan bê dîtin. Dadgeha Qanûna bingehîn heta niha bêdeng ma. Heta niha raza. Divê AYM li gorî hiqûqê tev bigere û li gorî hiqûqê biryar bide. Divê rûmeta xwe xelas bike. Dê di rojekê de 21 dosya bê lêkolînkirin. Ger ku 12 dosya di rojekê de bên dîtin dê ji bo her dosyayekê dê 15 deqîqe bê veqetandin. 
 
Kemalbay, helwesta AYM'ê ya li dijî wekîlên HDP'ê rexne kir û wiha got: "Em bang li Qanûna Bingehîn dikin. Ger hûn dixwazin rûmeta xwe xelas bikin dive hûn di 6'ê Kanûnê de li gorî hiqûqê dev bigerin. Tu endam û rêveberên HDP’ê li girtîgehê têk naçin û serî natewînin. Em dê her dem têkoşîna heqîqetê berdewam bikin." 
 
Niha doza Reza Zarrab li DYA'yê tê dîtin. "Bekir Bozdag got 'DYA şanoya daraze dilîze' Em jî dibêjin pêwist nake bi hezaran kîlometre dûrî xwe here. Bila li nava xwe binere. Bila li daraza xwe binere. Li fezlekeyên der barê wekîlên me de binerin dê şanoyê bibînin. 
 
ERDOGAN OPERASYONA HIŞ PÊŞ DIXE
 
Kemalbay, bal kişand ser dizî, nelirêtî û bertîla li Tirkiye pêş ketiye û wiha got: Serokê AKP'ê Erdogan radibe û rûdinê behsa operasyona hiş dike. 4 wezîrê wan li ber çavan in. Ger ku li welatekî nelirêtî, dizî, bertîl hebe, divê saziyên demokratîk vê yekê lêkolîn bike. Li şûna lekolîn bike ser wan vedişêre. Li şûna ser wan lêkolîn bikin gelan tînin hemberî hev. Reza Zarrab li vî welatî hat binçavkirin. Li Tirkiye ruşwet jî hatibû xelaskirin. Niha AKP her tiştî tev li hev dike. Her tiştî bero vajî dike. Xwe mexdûr dide nîşan. Niha hûn dixwazin dijminantiya kurdan bikin û ser her tiştî veşêrin. Hûn nikarin bi vê yekê xwe paqij bikin. Yê ku pere biriye Grava Man'ê gelo Selahattin Demirtaş e? Figen Yuksekdag e? an jî Ahmet Şik e? yan jî yên diz in. Yên diz li derve ne û yên bi rûmet jî girtî ne. 
 
BIRÊZ OCALAN DI BIN TECRÎDA GIRAN DE YE
 
Kemalbay, bal kişand ser mijara Efrînê û wiha got: "Tirkiye hewl dide êrîşî Efrînê bike û dixwaze şerekî nû bide destpêkirin. Di 1'ê Kanûnê de Hilbijartina Sûriyeya Bakur pêk hat. Yekem car hilbijartinek demokratîk pêk tê. Erdogan  ji bo şer çi ji destê wî tê dike. Efrîn 6 salin mirovên ji şer reviyane di hembêza xwe de diparêze. Ev projeya çareseriya demokratîk a Birêz Ocalan e. Lê birêz Ocalan di bin tecrida giran de ye. Niha dixwazin Birêz Ocalan bêdeng bikin. Dixwazin ser pêşniyarên Ocalan ên çareseriyê bigirin."
 
220 HEZAR MIROV GIRTÎ YE
 
Kemalbay bal kişand ser pêvajoya OHAL'ê û rewşa girtîgehan û wiha bi dawî kir: "Muxalif ji bo karibe hêza xwe nîşan bide girtîgeh kiriye cihê muxalifan. Hemû kesên muxalif li girtîgehan dîl girtine. 220 hezar mirov niha girtî ne. Dayik tevî zarokên xwe tên girtin. "