Unsal: Berî Trump, Erdogan Qudus wekî paytexta Îsraîlê nas kir

img

ENQERE - Piştî DYA'yê Balyozxaneya Îsralîlê bir Qudusê, Serokomar Erdogan bertek dabû nîşan. Wekîlê AKP'ê yê berê Ahmet Faruk Unsal, aşkera kir ku ew bertekên Erdogan ji dil nabîne û bûyera Mavî Marmarayê bi bîr xist û ev tişt got: "Bi vê re hikumeta AKP'ê bi fîlî Qudus wekî paytexta Îsraîlê nas kir."

 
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump îro Qudus wekî paytexta Îsraîlê îlan kir. Li bendê ye ku DYA'a Balyozxaneya xwe bibe Qudusê. Li ser agahiyên ji DYA'yê hatin, Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan bertekek tund da nîşan. Erdogan, Qudus wekî xeta sor a alema misliman îlan kir û da zanîn ku heke gavek wiha bê avêtin, dê bang li Teşkîlata Hevkariya Îsraîlê bike ku biçe civînê.
 
‘AKP'Ê LI QUDUSÊ BI ÎSRAÎLÊ RE LI HEV KIR’
 
Yek jî mexdûrê doza Mavî Marmarayê û Wekîlê AKP'ê yê berê Ahmet Faruk Unsal, daxuyaniyên Erdogan û pêvajoya Mavî Marmarayê bi bîr xist û aşkera kir ku AKP'ê berî Trump Qudus wekî paytexta Îsraîlê îlan kiriye û ev tişt got: "Ji bo hemû mislimanan Qudus çiqas girîng e, ne hewce ye Erdogan bîne ziman. Bêguman Qudus ji bo hemû mislimanan girîng e. Lê AKP'ê berê ji ber doza Mavî Marmarayê komujiyên Îsraîlê dinuxumand. Dîsa hemû meclis di vê çarçoveyê de îqna dikir û ev jî nakokiyek girîng e. Di peymana li Mavî Marmarayê de tê gotin ku 'Ev peyman li Qudusê hatiye îmzekirin' û wisa hatiye nivîsandin. Çima 15 rojan berî derbeyê ev peyman li Qudusê hat îmzekirin."
 
ERDOGAN DI SALA 2016'AN DE HAT NASKIRIN
 
Unsal bertekên Erdogan ên der barê Qudusê de wekî tengijîna polîtîka a navxweyî pênase kir û got ku "Tevgereke siyasî ya di warê polîtîk de tengijiye, di Hezîrana 2016'an de Qudus wekî paytext bi awayekî zimnî qebûl kir" û xwest Qudus ji navenda pevçûnê bê derxistin û bi statuyeke taybet bê bi rêvebirin. 
 
Unsal ev tişt anî ziman: "Qudus ne tenê ji bo misliman û cihuyan, ji bo xiristiyanan jî girîng e. Divê Qudus bi rêveberiyeke hemû olan bê bi rêvebirin. Ev ji bo her kesî girîng e. Ya rast di dîrokê de jî wiha bûye. Konseya bajêr a Qudusê bi hevkariya hin beşan Qudus bi rêve biriye. Heke Qudus bi konseyeke wiha bê bi rêvebirin dê pirsgirêka Qudusê çareser bibe."