Taşçîer: Yekitiya neteweyî dê her cure êrîşan vala derxe

img

AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier xebatên yekitiya neteweyî nirxand û anî ziman ku di êrîşa Heşdî Şebî ya li dijî Kerkukê de, carek din nîşan daye ku çiqasî pêwîstî bi yekitiya neteweyî heye û wiha got: "Ev êrîş li dijî destkeftiyên kurdan e. Ji ber vê dive kurd li dijî êrîşan yekitiya xwe ava bike."

 
Li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de, bi taybetî ji bo yekitiya neteweyî ya kurd, xebat hatin pêşxistinû ev demek dirêj e rojeva sereke ya gelê kurd, yekitiya neteweyî ye. Ocalan di sala 2015'an de bi Heyeta Îmraliyê re peyam ji Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî û Serokê YNK'ê Celal Talabanî re şand. Li ser peyamên Ocalan, KNK'ê jî bang li partiyên siyasî yên kurd kir ku ji nû ve xebatên yekitiya neteweyî dest pê kirin. Di çarçevoya xebatan de, di 15 û 16'ê Tirmeha 2017'an de li Silêmaniyê komxebat hat liderxistin. Di vî warî de hêvî û bendewariyên ji bo yekitiya neteweyî hêj bêhtir xurt bûn. Dîsa bi Şoreşa Rojava re û referanduma li Başûrê Kurdistanê re, careke din hat dîtin ku çiqasî pêwistiya gelê kurd bi yekitiya neteweyî. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier jî di komxebatan de cih girtibû û di warê yekitiya neteweyî de xebat bi pêş xistibûn. Taşçier der barê xebatên xwe de agahî da û da zanîn ku ew ê tu carî navberê nedin xebatên yekitiya neteweyî û got ku di her dem pêwistiya gelê kurd bi yekitiya neteweyî heye. 
 
'KURD NEÇARIN YEKITIYÊ AVA BIKIN'
 
Taşçier pêşniyarên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên der barê yekitiya neteweyî de jî bibîrxist û wiha axivî: "Aktorên navneteweyî û hêzên ku projeyên wan li ser Rojhilata Navîn hene, nahêlin kurd yekitiya xwe ava bikin. Ev hêzên navneteweyî bandor li ser her çar dewletan jî dikin û li pêşiya yekitiya gelan dibin asteng. Dema ku yekitiya hemû netewan hebe, kurd jî neçarin ku yekitiya xwe ava bikin. Li Silêmaniyê komxebat hat lidarxistin û 400 delege beşbarî komxebatê bûn. Divê berî her tiştî li her çar parçeyên Kurdistanê yekitiya neteweyî bê sazkirin. Dive hemû kesên naskiri yên di nava kurd de di xebatê de cîh bigirin û ji yekitiya neteweyî re pêşengiyê bikin. Kesên ku dibêjin 'Gotina min jî li ser Kurdistanê heye', divê di nava xebatan de cîh bigire. Bila tu kes ji derveyê vê yekê nemîne. Em naxwazin di vê sed salê de kurd belav bimînin, divê yek ruh bin."
 
Taşçier da zanîn ku mehên pêşiya wan de komxebata duyemîn pêk were û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di komxebata duyemîn de, nêrînên ku derkevin pêş, dê biryarên Kongreya Yekitiya Neteweyî ji diyar bike. Ji ber vê yekê em di çarçevoya xebatên xwe de hemû beşên kurdistanî ziyaret dikin û li deriyên wan dixin."
 
'BERDÊLA WÊ NE BARZANÎ TEVAHIYA KURD DA'
 
Taşçier balkişand ser destkeftiyên 25 salin li Başûrê Kurdistanê deketine holê jî û piştrast kir ku ruxmê van destkeftiyan jî hêj yekitiya neteweyî nehatiye sazkirin û wiha pê de çû: "Heke yekitiya neteweyî ava bikirana, dê Heşdî Şebî nikaribûya êrîşê Kerkukê bikira. Di nava xwe de yekitî ava nekirin. Yekitiya kurdan ji bo her çar parçeyên Kurdistanê pêwîstiyek e. Her gava yekitiya neteweyî paş dikeve berdêla wê giran dibe. Vê bedelê Barzanî tenê nade, hemû tewahiya kurd dide. Di encamê de li vir tewahiya kurdan winda kir. Pêşengên kurdan jî yekitî ava nekirin. Ji ber wê em îro carek din bi heman rewşê re rû bi rû ne. Dibe ku pêşengên partiyên siyasî şaşitiyan bike, lê heger yekitiya neteweyî bihata ava kirin, dê Barzanî an jî PDK bi serê xwe tev negeriya. Dema hemû biryar di destê kesekî an jî partiyekê de be, ji xwe encam jî ev derdikeve. Kerkûk dilê Kurdistanê ye, yekitî hebûya, dê îxanet dernketa pêş û dê berxwedan li pêş bûya."
 
'JI BO ÊRÎŞ BÊN BERSIVANDIN PÊSÎSTÎ BI YEKITIYÊ HEYE'
 
Taşçier herî dawî destnîşan kir ku li ser her çar parçeyên Kurdistanê êrîş pêk tên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li gel van êrîşan xebatên yekitiya neteweyî tê meşandin, êdî yekitî pêwîst e. Heke kurd bi hevre bin û bi hevre bertek bidin nîşan, dê ev êrîş vala derkevin. Kurd çi demê destkeftiyên xwe zêde bikin, êrîş zêde dibin. Mînak 96 şaredariyên me hatin desteserkirin. Dixwazin gel ji rêveberiya heremî dûr bêxin. Ji ber vê pêwîstî bi yekitiyê heye. Dive muxalefeta kurd bê mezinkirin û li dijî her cure êrîşan yekitî bê sazkirin."
 
MA / Ozgur Paksoy - Devran Toptaş