Hezar û 250 parêzeran xwestin Demîrtaş biparêzin

img

ENQERE - Hezar û 250 parêzer ji bo îro Hevserokê Giştî yê  HDP’ê Selahattîn Demîrtaş biparêzin, belgeya erkdayînê pêşkêşî dadgehê kirin. Li gorî biryarê rojnamegerên ku Karta Zer ya Çapemeniyê tune, dê beşdarî dozê nebin. Ji ber tengbûna salona danişînê, dê tenê jin dozê bişopînin.  

Danişîna destpêkê ya doza girtina Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salahattîn Demîrtaş, dê îro li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin. Li bendê ye ku danişîn li Edliya Enqerê bê dîtin, lê di 05’ê Midarê de dadgehê bi tebligata şand de, biryar da ku dê danişîn li Kampusa Girtîgaha Sîncanê bê dîtin. 
 
Dadgehê biryar da ku Demîrtaş bi Pergala Înformatîk a Dîmen û Deng (SEBBÎS) beşdarî danişînê bibe, lê ji ber ku Demîrtaş xwest raste rast beşdarî dozê bibe, SEGBÎS red kir. 
Gelo Demîrtaş dê bi SEGBÎS’ê bedarî danişînê bibe yan na, ev hêj zelal nebûye. Hezar û 250 parêzer ji bo parastina Demîrtaş serî li Dadgehê dan. 
 
WESAYÎT ASTENG KIRIN 
 
Di heman demê de, bi hezaran welatiyên xwestin piştgiriyê bidin doza Demîrtaş, ji bajarên cuda bi otobusan xwestin biçin Enqereyê, lê polîsan welatî asteng kirin. Otobusên ji Edene, Antalya, Aydin, Êlih, Denîzlî, Amed, Manîsa, Mêrdîn, Mugla, Osmaniye, Riha û Sêrtê hatin, di ketina Enqereyê de polîsan ew rawestandin û destûr nedan bikevin bajêr. Ligel hemû astengiyan endamên partiyên yên xwe gihandin ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê, bi gerandina guvendê li benda seata danişînê ne.  
 
ÇAPEMENIYÊ ASTENG DIKIN
 
Berî danişînê çapemeniya muxalîf hat astengkirin. Rojnamegerên xwestin bikevin salona danişînê, ji bo karibin danişînê bişopînin, polîsan pirsa Kartên Zer yên Çapemeniyê kir. Rojnamegerên ku Karta Zer tuneyî, astengî ji wan re derxistin. Nûçegihanên me yên xwestin danişînê bişopînin, hat gotin ku “Ferman dane ku teqez Ajansa Mezopotamya nekeve hundir” û nûçegîhanê ajansa me ji salonê derxistin.
 
HEYETÊN BIYANÎ DÊ NEKEVIN HUNDIR 
 
Gelek heyetên biyanî jî ji bo doza Demîrtaş bişopînin hatin ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê. Di nava heyetên hatin de Qrallîteya Yekbûyî ya Lordên Kamarayê, Partiya Karkerên Îngîltereyê, Pariya Komînîstên Fransayê, Tevgera Demokratîk û Pêşketî ya Îtalyan, Partiya Demokratîk a Sosyalîs a Swedê, Partiya Sor a Norveçê, Partiya Sosyalîstên Demokratîk a Norveçê, SRÎZA'ya Yewnanistanê , Parêzer û Aktîvîstên Mafê Mirovan ên Îngîltereyê, Partiya Sosyalîstên Demokratîk a Almanyayê, Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê, Sînn Feîn Îrlanda, Pariya Karkerên Îngîltereyê, Sendîkaya Giştî ya Brîtanyayê, Koma Yekgirtî ya Sor- Zer a Danîmarkayê û Endamê Partiya Lîberal a Danîmarkayê.
 
Hat zanîn ku dê dertûrê nedin ku heyetên biyanî bikevin danişîne. 
 
JIN TENÊ DÊ DANIŞÎNÊ BIŞOPÎNIN
 
Li gorî agahiyên ku heyeta dadgehê daye rêveberên HDP’ê, dê 100 kes tenê danişînê bişopînin. Li ser vê yekê rêveberên partiye ji bo danişînê bişopînin 100 jin diyar kirin.