Pêngava destpêkê ya pêvajoyek nû ye

img

ENQERE - HDP dê di meha Sibatê de Kongraye Xwe ya Mezin a Awarte ya 3'yemîn  li dar bixe. Berî kongreyê dê di nava  2 mehan de konferansên du rojan li 10 navendên cuda yên herêm û Enqerê li dar bixe. Sezaî Temellî yê HDP’î, diyar kir ku kongre dê pêngava destpêkê ya pêvajoyek nû be. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê di meha Sibatê de Kongraye Xwe ya Mezin a Awarte ya 3'yemîn li dar bixe. Berî kongreyê dê  li Tirkiyeyê û 10 navendên bajêr ên herêmê, di çarçoveya tevlîbûnên herêmî de kongferansê bên lidarxistin. Endamên ku ji konferansên van bajaran derbikevin, berî kongeriya mezin dê li Enqereyê di konferansa mezin de bi berfirehî bên nîşankirin. Dîroka konferansa mezin a li Enqerê wekî 2,3, û 4’ê Sibatê hat  diyar  kirin. Konferansa 2’yê Sibatê, ji bo konferansa jinan hat plankirin.  
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî der barê mijarê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û diyar kir ku partiya HDP’ê tekane partiyeke ku di konferansên herêmî de guh dide ramên gel. Temellî, anî ziman ku berî kongreya mezin, dê konferansên xwe lidarbixin û wiha got: “Em ji herêmê dest pê dikin. Em ê bi beşên cuda re hevdîtinan çê bikin û em ê bi hev re serdema sala duyemîn diyar bikin. Ji ber ku HDP partiya gelan e, bernameya xwe dispêre gelan û bernameya xwe bi gelan re dinirxîne, dewlemend dike, pêş dixe û ew partiyeke ku têkoşînê pêş dixe. Du salên krîtîk ên ji bo pêşketina Rojhilata Navîn û siyaseta Tirkiyeyê li benda me ne. Em ê di konferans û pêvajoya kongreyê de xwe ji bo vê amade bikin.”  
 
‘JI BO PIRSA HDP’YEK ÇAWA EM Ê LI BERSIVÊ BIGERIN’
 
Temellî, di dewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Têkoşîna siyasî ya vê serdema girîng tenê bi bernameya salnameya kongreyê re çareser nabe. Di konferansan de ji bo pirsa HDP’yek çawa em ê li bersivê bigerin."  
 
Temellî, da zanîn ku dê konferansên wan di asta konferansên herêman de bin û wiha domand: “Niha em ê li 10 herêman li dar bixin. Pêşniyar û nêrînên di konferansên herêman de bên kirin, em ê li ser wan nîşaq bikin. Konferansa mezin em ê li Enqerê li dar bixin.  Encamên ku ji vir derbikevin jî em ê pêşkêşî kongreyê bikin.”
 
‘KONGRE PÊNGAVA PÊVAJOYEK NÛ YE’ 
 
Temellî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Polîtîkayên du sal berê me bi rê ve birin polîtîkayên serkeftî bûn. Ya ku xitimî siyaseta Tirkiyeyê û desthilatdarî bû. HDP tu carî ne xitimî. HDP’ê tim hişmendiya desthilatdar a tekparêz deşîfre kir. Rast e, me bedelên pir giran da, lê hîna jî hêviya gel bi me heye û ev hêvî didome. Êdî dem hatiye Tirkiyeyê biguhere. Em du salên pêşberî xwe wiha dinirxînin. Dê kongere bibe pêngava pêvajoyek nû.  Di kongreyê de em ê qet kêm nebin, em ê zêdetir bibin. Ji pêvajoya heyî re herî zêde HDP amade ye.Em ê bi vê nexşerêyê konferans û kongreya xwe li dar bixin.