Kemalbay: Sedema astengiyan tirs bû

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, bal kişand ser kesên xwestin beşdarî doza Demîrtaş û Yuksekdag bibin û astengkirina wan, aşkera kir ku sedema astengiyan ji tirsê bû.

Duh li pêr li Enqereyê dozên Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka berê Fîgen Yuksekdag hatbû dîtin. Der barê rûniştinê de li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyanî hat dayîn. Ji derveyê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, parêzerên Yuksekdag û Demîrtaş jî tev li civînê bûn.
 
Kemalbay da zanîn ku ji bo piştgirî bidin dozê, li gelek bajaran welatî hatibûn, lê dewletê ew asteng kirin û wiha axivî: "Me di 6 û 7'ê Kanûnê de ji rûniştinekê re şahidî kir. Der barê dîlgirtina Yuksekdag û Demîrtaş de doz tên dîtin. Raya giştî bi meraq li benda vê ye. Lê dixwazin vê yekê ji cemaweriyê veşêrin û tevlêbûna gelê me asteng bikin. Di serî de ji Edene, Antalya, Êlih û Amedê endamên partiya me xwestin tev li rûniştinê bibin, lê hêj xwe negihandn Enqereyê maşîneyên wan hatin rawestandin. Bi hinceta OHAL'ê li Enqereyê çalakî qedexe kirin."
 
'JI PARASTINÊ TIRSIYAN'
 
Kemalbay diyar kir ku ji ber tirsiyan tevlêbûn asteng kirin û wiha pê de çû: "Rejîma AKP-Qesir ji gelê me ditirse. Ji parastinên hevserokên me tirsiyan. Gelê me ji bo tev li van dozan bibe, kedeke mezin da. Em ji heyetên biyayî û çapemeniyê re spasiyên xwe dikin. Ruxmê astengiyan jî bi hezaran kesan piştgirî da me."
 
Kemalbay got ku "Erdogan ji bo daxwazên me yên demokrasiyê tune bike, êrîşê partiya me kir" û ev nirxandin kir: "Ev dozeke ne hiqûqî ye. Temam operasyoneke siyasî ye. Dixwazin siyaseta demokratîk asteng bikin."