Wekîla yewnanî: Hikumeta wê demê ji mijara Ocalan berpirsyar e

img

ENQERE - Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan teslîmê Tirkiyeyê kirin, rola hikumetên wê demê yên Yewnanistanê jî gelekî zêde ye û her çendî hikumet biguherin jî vê mijarê kes nagire ser xwe. Wekîla Srîzayê Afrodîtî Stampoulî aşkera kir ku berpirsyarê vê mijarê hukumeta wê demê ye.

Ji bo doza hevserokên giştî yê HDP'ê bişopînin, li derveyê welat gelek heyetên biyanî hatin, ji Yewnanistanê Wekîla Srîzayê ya li hikumetê Afrodîtî Stampoulî jî hat Tirkiyeyê. Wekî gelek kesên di heyetê de, Stampoulî jî li dijî tiştên li Tirkiyeyê diqewimin bi bertek e. 
 
SRÎZA-HDP DIŞIBIN HEV
 
Srîza niha li desthilatdariyê ye, wekî partî nêzê HDP'ê ye û serokê wê Çîpras dema hat Enqereyê destpêkê hevserokên HDP'ê ziyaret kir. Stanpoulî, sedemên wê wiha nirxand: "Her du partî jî hem li welatên xwe û hem jî li gerdûnê maf û azadiya mirovan diparêzin. Belê Srîza û HDP dişibin hev. HDP jî li Tirkiyeyê mafên mirovan diparêze, demokrasiyê diparêze û bêguman dişibe partiyên çepgir ên li Ewropayê. Ya rast HDP yek ji me ye, yanî partiyeke ewropayî ye. Kê em jî hinekî HDP'î ne, ji ber ku em nirxên xwe yên otantîk diparêzin. Tişta Srîza û HDP'ê tîne gel hev, mafên mirovan e."
 
'HDP, DI MIJARA JINÊ DE EWROPA DERBAS KIR'
 
Stampoulî, destnîşan kir ku li gel aliyên ku dişibin hev, bi taybetî di warê têkoşîna jinê de HDP wê gelekî kêfxweş dike û wiha pê de çû: "Dema em bi giştî li HDP'ê mêze dikin, di hemû siyasetê de tevlêbûna wekhev a jinê esas diigire. Em wekî Srîza, di warê jinê de em hêj sedî 30 ne. Bêguman em dixwazin vê derxin sedî 40'î. Dibe ku HDP di vî warî de alîkariyê bide me. Ji bo jin bi awayekî çalak di siyasetê de cih bigirin, hûn dikarin vê wekî şansekî bo me bibînin. HDP'ê di vî warî de Ewropa jî derbas kiriye."
 
HEVDÎTINA ERDOGAN Û SRÎZAYÊ
 
Ruxmê ku Stampoulî van şibandinên hev derdixe pêş jî, hem di warê helwest û hem jî di warê muameleya ku dibînin de her du partiyan ji hev çuda dike. Mînak HDP bi AKP'ê re di nav têkoşînek mezin de ye, Srîza wekî partiya desthilatdariyê bi Serokomar Erdogan re hevdîtinê dike. Di aliyê AKP'ê de rewş ne cuda ye. Stampoulî, da zanîn ku ji ber Srîza partiya desthilatdariyê ye, neçar e bi her beşan re têkiliyê dayne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wekî ku hûn jî dizanin Srîza li Yewnanistanê partiya hikumetê ye. Ji ber wê jî divê têkiliyên piralî dane. Neçar e bi Tirkiyeyê re têkiliyan dayne, ji ber ku sînorên wan bi hev ve ne. Em li vir qala Srîza û AKP'ê nakin. Em li vir behsa Yewnanistan û Tirkiyeyê dikin. Têkiliyên di vir de di navbera dewletan de ye. Em ji xwe naxwazin Tirkiye ji nirxên Ewropayê dûr bikeve. Em dixwazin wekî parçeyekê Ewropayê bimîne." 
                                                                                           
'NE EM HIKUMETA BERÊ JI MIJARA OCALAN BERPIRSYAR E'
 
Der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de pirsên jê Stampoulî hatin kirin, ew gelekî da zehmetiyê. Stampoulî têkiliyên bi Erdogan re tên pêşxistin wekî "têkiliyên navbera dewletan" pênase kir, der barê teslîmkirina Ocalan a Tirkiyeyê de jî got ku "Hikumeta wê demê ji vê yekê berpirsyar e." û wiha axvî: “Hikumeta wê demê ji teslîmkirina Ocalan berpirsyar e. Mixabin ez ê di vê der barê dezêde tiştekî neynim ziman."
 
DESTPÊKÊ HEYETÊ DESTÛR DA LÊ POLÎSAN NEHIŞT
 
Stampoulî çavdêriyên xwe yên li Tirkiyeyê jî parve kir û ev tişt anî ziman: "Wekî ku we jî dît em negirtin dadgehê. Heyeta dadgehê destpêkê destûr da ku em bikevin rûniştinê, lê piştre polîsan destûr neda û berovajiyê biryara dadgehê tevgeriya. Ji bo dadgeheke edilane pêk bê divê ji her kesî re vekirî be. Ne tenê ji welatiyên wî welatî re, divê ji hemû beşdarvanên enternasyonal re vekirî be."
 
'SALONA DADGEHÊ JI BO ME NE EWLE YE'
 
Stampoulî, derbirî ku di heman demê de polîsan li ber dadgehê mertalên xwe li erdê xistine û gef li wan xwarine. Piştrast kir ku bi hinceta "Ewlehiyê" destûr nedane wan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Me ev jî fêm nekir. Pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa li salonê heye? Ez texmîn nakim. Saloneke dadgehê ya bi taybetî hatiye dorpêçkirin dê çawa ji bo me bibe gefekî min hêj fêm nekiriye."
 
 MA / Kenan Kirkaya - Selman Guzel