Arslan: Tecrîda li ser Ocalan gefa li dijî aştiyê ye

img

WAN - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û ev tişt got: "Tenê kurdan ceza nakin, ev êrîşeke li dijî aştiya li Tirkiyeyê ye jî." 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê 4'emîn Kongreya Asayî pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê mehmet Arslan, Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk, Wekîlê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, rêvebeên DBP û HDP'ê, sendîka û saziyên rixistina svîl jî di nav de bi sedan kes beşdar bûn. Piştî rêzgirtinê dîwan hat hilbijartin.
 
Wekîlê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, da zanîn ku siyaseta demokratîk di pêvajoyek zehmet re derbas dibe û ev tişt got: "Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin û jiyana xwe ji dest didin ji bîr nekin. Bila her kes baş bizanibe, em roja destpêkê çawa ketin rê, bi baweriya aştiyê li vir in."
 
OZTÜRK: HETA BIRÊZ OCALAN AZAD NEBE EM AZAD NABIN
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk jî aşkera kir ku bi girtin û binçavkirinan dixwazin siyaseta demokratîk tasfiye bikin û ev tişt got: "Bi sedan rêveber, hevserok û endamên partiyan di girtîgehan de ne. AKP dixwaze siyaseta demokratîk bi tevahî li welat tasfiye bike."
 
Ozturk der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ev nirxandin kir: "Ev tecrîd tenê li ser Birêz Ocalan nayê meşandin, ev tecrîd li dijî hemû gelan tê meşandin. Heta Birêz Ocalan azad nebe, yek ji me jî azad nabe û em ê ji mirinan rizgar nebin."
 
‘DELAL AMED JI BO AŞTIYÊ DIXEBITÎ’
 
Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan jî da zaîn ku gelê kurd di rojên serkeftî re derbas dibe û wiha axivî: "Em îro bêhtirî nêzî azadiyê bûne. Gelê me careke din da nîşan, hûn kurdan bigirin girtîgehê jî, hûn bikujin jî hûnê nikaribin kurdan tune bikin. Me di vê oxirê de bi sedan hezaran ciwanên xwe dan." Arslan destnîşan kir ku herî dawî parlamenterên tev li merasîma cenazeyê Delal Amed bûn, lêpirsîn li wan hatiye vekirin û wiha axivî: "Heke desthilatdarî cudahiyê bixe navbera me û nirxên me, ev xeyal e. Delal Amed kê ye? Delal Amed şoreşgereke ji bo gelê xwe dixebitî bû. Delal Amed ji bo aştiya vî welatî dixebitî. Em ê Delal Amed ji bîr nekin. Em ê heta dawiyê daxwaza wan a aştiyê biparêzin."
 
‘KURD TUNEKIRINÊ QEBÛL NAKE'
 
Arslan diyar kir ku AKP piştgiriyê dide rêxistinên wekî DAIŞ û Haşdî Şabî û wiha pê de çû: "Ji bo kurd xwe bi xwe bi rêve nebin, tu pêkanînên ku ol qebûl nake anîn serê kurdan. Xwestin kurdan sirgûn bikin, çima? Ji ber ku kkurd polîtîkaya tunekirinê qebûl nake."
 
'OALAN AŞTIYA LI TIRKIYEYÊ YE'
 
Arslan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi tecrîda li ser Birêz Ocalan re, we dît ev welat hat çi rewşê? Her gava ku tecrîd kûr dibe, tundiya li ser gelan zêde dibe. Birêz Ocalan aştiya li Tirkiyeyê ye. Bi vê tecrîdê re ne tenê kurdan ceza dikin, êrîşê aştiya li Tirkiyeyê jî dikin. Em bang li her kesî dikin, bi kurdan re bibin yek em vê tecrîdê rakin û aştiya ku gelên li Tirkiyeyê heq kirine em pêk bînin."
 
Piştî axaftinan raporên xebat û malî hatin xwendin. Hilbijartina bi yek lîsteyê çûn de wekî hevserokên DBP'a Wanê Aynur Tarhan û Kawa Okkeş hatin hilbijartin.