Endamê Partiya Karkeran: Hemû rêberên otokratik bi dawî ne

img
ENQERE - Endamê Partiya Karkeran a Îngîltereye Jannette Arnold ku 30 salin siyasetê dike û 30 salin tê Tirkiye û diçe Îngîltereyê çavderiyên xwe yên li sir siyaseta Tirkiye vegot. Arnold, anî ziman ku hemû rêberên otokratik bi sînor in û wiha got: "Tirkiye ber bi faşîzmê ve diçe. Em dê van çavdêriyên xwe li Îngîltere parve bikin.  Em dê her dem bi HDP'ê û partiyên din ên muxalif re bidin û bistînin." 
 
Endamê Partiya Karkeran a Îngîltereye Jannette Arnold ku 30 salin siyasetê dike, ji bo çavdêriya doza Hevserokên HDP'ê Selehattîn Demîrtaş û hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hat Enqereyê. Arnold, ku heta niha nêzî 30 caran hatiye Tirkiye û vegeriya ye, çavdêriyên xwe yên li ser siyaseta Tirkiye bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kir. 
 
30 SALIN DI NAVBERA TIRKIYE Û ÎNGÎLTERE DE DIÇE Û TÊ
 
Siyasetmedar Jannette Arnold 30 salin li Londra di nava siyasetê de cih digere û 30 salin di navbera Tirkiye û Îngîltere de diçe û tê. Arnold, anî ziman ku niha li Tirkiye kurd û tirk li meclîsê cih digirin û nûnertiyê dikin û wiha got: "30 salin diçim û têm, tiştê li vir dibînim û dijîm bi Îngîltere re parve dikim. Min di sala 2012’an de li Erdogan guhdar kir. Behsa Yekîtiya Tirkiye ya hevpar dikir. Behsa mafên mirovan edalet û pirsgirêka kurd dikir. Gelek siyasetmedarên wekî min digot dê pêşeroja wî gelek baş be. Lê piştî 2013’an îhlala mafên mirovna dest pê kir. Ji bo welatek demokratîk be, divê daraz û dewlet ji hev serbixwe be. Lê li Tirkiye dewlet û daraz ketiye nava hev. Daraz, zagonsazî û rêveberî tev ketiye nava hev."
 
ARNOLD: DADGER DESTÛR DA, POLÎSAN DESTÛR NEDA
 
Arnold, bal kişand ser rewşa daraz û darizandina Fîgen Yuksekdag û Selehattîn Demîrtaş û wiha got: "Em ji bo dozê  bişopînin çûn pêş dadgehê. Serokê heyeta dadgehê destûr da ku em têkevin salonê û dozê bişopînin. Lê dema em delegasyona biyanî li ber derî kom bûn û me xwest em têkevin salonê, polîsan bend li pêş me danî û destûr neda. Polîsan got ‘Na hûn nikarin têkevin salonê' Dadger destûr da, lê polîsan destûr neda. Demeça Erdogan a di BBC de got ‘Li Tirkiye pergala edaletê bi qasî ya her derê baş û serbixwe ye' rastiyê nîşan nade. 
 
EZ VEGERIM ÎNGÎLTERE EZ DÊ VAN TIŞTAN BÊJIM
 
Arnold, anî ziman ku tişta wî li Tirkiye dîtiye çawa vegere Îngiltere dê vebêje. Tabloya Tirkiye dişibe laleyê. Lê ger hûn pelên laleyê jêkin dê nava wê ya tarî û xerabe derkeve holê. Li Tirkiye jî hemû maf tên binpêkirin. Me nameya Figen xwend. Digot li Tirkiye dijminantiya jinê zêde bûye. Digot asta tundiya li dijî jinê pir zêde bûye û êdî nayê vegotin. Her kesî ev yek xwend. Ger ku hûn li cîhanê binerin hûn dê mînakê wê bibînin. 
 
ÎNGÎLTERE ÇEKAN BIFIROŞE TIRKIYE NE RAST E
 
Arnold, anî ziman ku ew rast nabîne ku îngîltere çekan bifiroşe Tirkiye û wiha got: "Ez helwesta Hikûmeta îngîltere ya li hemberî Tirkiye rast nabinim. İngiltere welatekî azad e. Ger ku Erdogan bê İngiltere li cihê ku ew lê bi axive dê wî protesto bikin. Tirkiye her diçe ji welatê demokratîk dûr dikeve. Her diçe bêtir ber bi faşîzmê ve diçe. 85 hevşaredarên hatin hilbijartin, jin, ciwan û xwendekar girtî ne. 
Em kesên ji Tirkiye hez dikin û dostên Tirkiye, diyar dikin ku kesên azadiyan bi sînor bikin rêbertiya xwe bi sînor dikin. Yên bi otokrasiyê welat bi rêve bibin hebûna wan bi sînor e. Piştgirî û dan û stendina me ya HDP’ê û partiyên din ên muxalif dê bidome." 
 
MA / Kenan Kırkaya -Selman Guzelyuz