Siyasetmedara Firansî Rojava cihê jînkirina xeyalan e

img

ENQERE - Endama Partiya Çep a Fransayê Corinne Morel Darleux, diyar kir ku Rojava qada ku hemû tevgerên sosyalîst lê xeyalên xwe bi ruh dikin e û wiha got: "Hêzên rojava dema pêdiviyên wan çê dibin li cem kurdan cih digirin." 

Endama Partiya Çep a Fransayê Corinne Morel Darleux, ku ji bo doza Hevserokê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş û Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag hat Tirkiye, pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) bersivand. 
 
‘ROJAVA CIHÊ XEYAL LÊ BI RUH DIBIN E' 
 
Darleux, anî ziman ku herêma Rojava û Bakurê Sûriye ji aliyê Ewropa ve baş nayê zanîn û wiha got: “Lê çepgir, anarşist û kesên xwe wekî sosyal demokrat dibînin yên li Ewropa ji nêzîk ve Rojava dişopînin. Em dibînin ku konfederalizima Demokratîk, feminizm, civaka demokratik ku Bookchin jî diparêze li Rojava dikevin meriyetê. Li Rojhilata navîn hemû welat dişibin hev. Lê Rojava ji tevan cuda tir e. Rojava  qada ku em bernameyên xwe û bîrdoziya xwe lê diparêz in. Qada ku em fikr û xeyalên xwe lê dixin meriyetê. Em dixwazin Rojava bi ser bikeve. Ji ber ku em xeyalên xwe li wir pêk tînin." 
 
DIBE KU WELATÊN ROJAVA GELÊ HERÊMÊ BI TENÊ BIHÊLE
 
Carleux, anî ziman ku tê payîn ku Navenda Çanda Fransiyan jî li Rojava bê vekirin û wiha got: "Lê niha tê xwestin ku Rojava îzole bikin. Her çend hin kêmasiyên Rojava hebin jî rêveberiyek ku nêzî idealê ye dikeve meriyetê. Dîsa li wir kurd ji nûve bi xwe qedera xwe diyar dikin. Ez ji milê hêzên welatên Rojava ve ne bi hêvî me. Dibe ku dîsa gelê herêmê li ser piştê bihêlin. Ji ber ku welatên Rojava her dem li gorî pêdivî û berjewendiyên xwe nêzîk dibin. Niha Rûsya nêzî kurdan dibe. Lê rûsya li milê din nêzî rejîma Esad jî dibe."  
 
DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN BI DAWÎ BIBE
 
Derlaux bal  kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  jî û xwest tecrîd bi dawî bibe û wiha got: "Bi tecrida li ser Ocalan hemû mafên mirovan hatiye binpêkirin. Ji ber ku destûr nadin malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtin bikin em pir bi fikar in. Rêgezên hiquqê hatiye binpêkirin. Divê demek beri demekê ev bê hiquqî bi dawî bibe." 
 
LI TIRKIYE DARAZA SERBIXWE TUNE YE
 
Darleux, bal kişand ser darizandina Hevserokên HDP'ê Selehattîn Demîrtaş û Figen Yuksekdag û wiha got: "Li Tirkiye daraza serbixwe tune ye. Ji bo şopandina darizandinê 3 caran hatim Tirkiye. Ya herî zêde ez şaş kirim em dibînin ku fermandar li ser fermandar heye. Hem biryara dadgehê heye, hem jî biryara polîsan heye. Ev dişibe pirtûka Kafka ya Romana "dava". Dema em ji bo dozê hatin Tirkiye, ji me “akredite” xwestin. Ji ber ku em li vir bê akredite bûn em nexistin hundir salona dadgehê. 
 
Darleux heri dawî destnîşan kir ku carekê Sarkozy û Merkel hevdîtin kirin û gotin Tirkiye carek din qet dê nebe perçeyekî Yekîtiya Ewropa û wiha bi dawî kir: "Vê daxuyaniyê, gotinên nijadperest ên Erdogan ên li pêşberî girseya xwe tîne ziman bi hêz kir. Erdogan li vir hêz girt. Ji ber vê yekê ez hinekî ewropa jî ji vê yekê berpirsiyar dibînim. Erdogan bi Ewropa re peymana penaberan îmze kir û ev yek wekî firsendekê girt dest. Erdogan vê firsendê li gorî xwe dixe meriyetê." 
 
MA / Kenan Kirkaya – Bariş Boyraz