DBP'ê rapora qeyûmê aşkere kir: AKP kurdên bêrêveber dixwaze

img

AMED - DBP'ê rapora qeyûman aşkere kir û diyar kir ku ji 102 şaredariyên wan jê 94 şaredarî qeyûm hatin tayînkirin. Hevserokê GişTî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî diyar kir ku helwesta AKP'ê ewe ku dibêje li Tirkiye kurd hene, lê nikare xwe birêve bibe ye. 

 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rapora qeyûman bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re aşkere kir. DBP'ê bi sernavê "Modela Rêveberiyên Herêmî ya Azadiya Jinê, Tevlêbûna Ekolojîk û Demokratîk û Pêkanê Qeyûmê ya Gaspê" bi raya giştî re parve kir. Civîn li Otela  Demîr bi tevlêbûna nûnerên saziyên sivîl û rêxistinên demokratîk pêk hat. Li salona ku civîn lê pêk hat pankarta "Gaspa Rêveberiyên Herêmî ya Demoratîk û Azadîparêz; Qeyûm" û wêneyên hevşaredarên girtî a “Qeyûm tayînî vîna me nayê kirin" vekirin. Dîsa pankartên “Em bi pergala hevserokatiyê jiyana azad ava dikin" û wêneyên avahiyên şaredariyên DBP’ê yên dema qeyûm hatin tayînkirin û dorpêça wan nîşan didin ku li ser "Ji vî halî heta OHAL'ê" hatiye nivîsandin hatin daliqandin. Dîsa logoyên partiyên siyasî yên ji 1999'an heta niha lê heye hatin vekirin. 
 
Di civînê de hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven, Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, Sibel Yîgitalp û Ziya Pîr, Nûnerên KESK, ÎHD, TMMOB, Platforma Ji Xerakirina Sûrê re Na" û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên demokratîk amade bûn. Dîsa gelek hnevşaredarên DBP’ê yên û siyasetmedarên kurd amade bûn. 
 
Gelek rojnamegeran civîn şopand
 
Piştî rêzgirtinê lijneya diwanê hat hilbijartin. Berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî û Cîgirê Hevserokên DBP'ê Berat Birtek, Endama MYK'ê yê DBP'ê Hediye Karaaslan, Hevşaredara Rezan a berê Yurdusev Ozsokmenler, Hevşaredara Silopiya Emine Esmer û Şaredarê Sûrê Selim Kurbanoglu hatin hilbijartin. 
 
Berat Birtek, diyar kir ku di raporê de pêkanînên qeyûmê cih digirin û wiha got: “Niha şaredariyên DBP’ê bi destê qeyûman tê rêvebirin. Di vê raporê de xebat û nêzîkatiya qeyûman tê vegotin." 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî mafê axaftinê girt û wiha got: “Em di hefteya mafên mirovan de ne. Demek dirêj e li vî welatî mafê mirovan tê binpêkirin. Piştî hewldana darbeyê OHAL hat îlankirin. Piştî OHAL Tirkiye bûye girtîgeha vekirî. Gerîllayên di operasyonê de jiyana xwe ji dest didin işkence li cezayên wan tên kirin. Bi vê yekê tirsê li ser civakê ava dikin. Tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Li Tirkiye polîtîkayên înkar û îmhayê berdewam dikin. 
 
JI AVAKIRINA KOMARÊ HETA NIHA ÎNKAR DIDOME
 
Arslan, diyar kir ku ji avakirina Komarê heta niha polîtikayên înkar û îmhaya li ser gelan û baweriyan didome û wiha berdewam kir: "Ji destpêka avakirina komarê heta niha hemû beşên civakê tune tê hesibandin. Tirkiye her dem bi darbeyên leşkerî hatiye rêvebirin. Ger hûn dixwazin pirsgirêkê çareser bikin divê berî her tiştî bi yekîtiya civakan çareser bikin. Bi xurtkirna Demokrasî û mafên mirovan çareser dibe. Tirkiye tu carî nebûye welatekî demokratîk." 
 
PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN A LI TIRKIYE NEÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD E 
 
Aslan, destnîşan kir ku li Tirkiye pirsgirêka herî mezin neçareseriya pirsgirêka kurd  e û wiha berdewam kir: "Wekî hemû pirsgirêkan kurd jîtên înkarkirin û redkirin. Dixwazin bi zext, tundî û înkarê vê yekê çareser bikin. Lê bi înkar û zextan ev pirsgirêk çareser nabe. Divê hebûn û nasname bêqebûlkirin. Heta kurd azad nebin u mafê wan yê demokratîk neyê dayîn pirsgirêk nayê çareserkirin. Em di OHAL'ê de jî dibînin ku AKP helwestek dijdemokratîk dispêre. Tirkiye bedelê giran dide. Em dê têkoşîna xwe berdewam bikin." 
 
OCALAN  HIŞYAR KIRIBÛ
 
Arslan, anî ziman ku îktîdar dixwaze bi rêbazên ewlehiyê pirsgirêka kurd çareser bike û wiha lê zêde kir: "Berê jî Brêz Ocalan gelek caran hişyar kiribû. Lê AKP her dem dixwaze bi polîtîkayên şer û tundiyê çareser bike. AKP pêvajoya çareseriyê tar û mar kir. Brêz Ocalan gotibû ger ku pirsgirêka kurd bi rêbazên aştî û çareseriya demokratîk pêk neyê dê mekanîka darbeyê têkeve beriyetê. Lê dîsa kurd hatin înkarkirin, înfazkirin û rastî îşkenceyê hatin. Sûr hat xerakirin. Hevkarên AKP'ê bi navê veguhestina bajarvaniyê rê li pêş rantê vekir."
 
AKP'Ê BI GASPÊ BERSÎV DA DAXWAZÊN KURDAN
 
Arslan, da zanîn ku AKP'ê her dem bi gasp û înkarê bersîv daye daxwazên kurdan û wiha lê zêde kir: "OHAL kiriye mertal û amûrê zextên li ser civaka muxalif. Di 11'ê Îlona 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyan kir. Li dijî daxwaza kurd xwe bi xwe bi rêve bibin AKP'ê bi qeyûm û gasbê bersîv da. Ji sala 1999’an û şûnde gel biryar da ku bi xwe şaredariyên xwe hilbijêre. Lê AKP'ê şaredariên DBP’î kir hedefa xwe û qeyûm tayîn kir. Şaredariyên DBP'ê ji ber êrîş û polîtikayên şer ên AKP’ê nekariye jiyana wekhev û azad têxe meriyetê." 
 
AKP'Ê LI DIJÎ DAXWAZÊN DEMOKRATİK ŞER ÎLAN KIRIYE'
 
Arslan, herî dawî anî ziman ku nêzîkatiya AKP’ê  ewe ku hebûna kurdan a li Tirkiye qebûl dike, lê naxwaze kurd xwe bi xwe bi rêve bibin. Kurdên kole dixwaze. Bi operasyonên siyasî û qirkirina siyasî bersîv daye daxwazên kurdan. Partiya me li 102 şaredariyan pergala nûnertiya wekhev û azad a Hevşaredariyê xistiye meriyetê. Ewil pergala demokratîk ji xwe re kiriye armanc. Lê AKP li dijî vê yekê şer îlan kir û hevşaredar girtin. Li dijî kadroyên me yên jiyana azad ava bikin dest bi operasyona girtinê kirin. Dest bi rêbaza înkar û redê kirin. 
Polîtîkayên zext û zordariyê dikin rêbazek asayî. Lê ev nayê qebûlkirin. 
 
DIVÊ KESÊN LI SER NAVÊ MIROVAHIYÊ TÊDIKOŞIN BIBIN YEK
 
Ger ku AKP dixwaze ji kaostê derkeve divê rê li pêş siyaseta demoratîk veke. Divê terîda li ser Ocalan rake. Her wiha divê berî her tiştî OHAL'ê bi dawî bike. Divê dîsa Tirkiye dîsa vegere rewşa asayî. Divê hemû kesên aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin eniya demokratik ava bikin û di bin baneyê demokrasiyê de li hev kom bibin û bi hevre têbikoşin. Ger ku ji bo demokrasiyê li hev kom nebin dê mafê mirovan û demokrasî pêş nekeve. " 
 
Piştî axaftinê sînevîzyona xebatên DBP'ê û qeyûnan vedibêje hat pêşandan. Endama MYK'ê Hediye Karaaslan, bi wêneyan rapora qeyûmê li ser slaytê parve kir. 
 
RAPORA DBP’Ê YA QEYÛMAN
 
Di beşa destpêkê ya rapora ku wekî pirtûk hat çapkirin de, balê dikişîne ser "Plana çok şikandinê" ya di 30'yê Cotmeha 2014'an de hikumeta AKP'ê xistibû dewrê. Di raporê de derbeya 15'ê Tîrmehê û piştre îlankirina OHAL û derxistina KHK'an jî derketiye pêş, hat gotin ku Meclis bê bandor hatiye hiştin û welat bi KHK'an tê bi rêvebirin û di 16'ê Nîsanê de bi guhertina Makeqanûnê re û bi referandûmê re ev pêvajo dewam kiriye.
 
Di dewama raporê de tê gotin ku pêşengiya partiyên wekî DBP'ê de, di sala 1999'an de tev li hilbijatinên herêmî bûne û wiha hat gotin: "Desthilatdariya AKP'ê dît ku ew ê bi hilbijartinan şaredariyan bi dest nexe, vîna gel xesp kir. Cara ewil di 19'ê Tebaxa 2016'an de Pêşnûmeya Qanûna Tûrik a Hejmar 411'an ji Meclisê hat derbaskirin. Bi muxalefeta serkefî ya li TBMM'ê derket pêş re, ev pêşnûmeqanûn ji qanûna tûrik hat derxistin. Lê desthilatdariya siyasî dîsa jî vîna gel xesp kir û dest ji vê pêkanîna xwe berneda. KHK'a Hejmar 674 a di 15'ê Tebaxa 2016'an de hat derxistin, şaredariyên ku ji DBP'ê hatin hilbijartin, di 11'e Îlona 2016'an de hatin desteserkirin. 
 
Di beşa destpêkê ya raporê de, xebatên herêmî, nêrîna der barê rêvberiyên herêmî, rêxistinkirina demokratîk a herêmî, xebatên şaredariyan, çand û huner, polîtîkaya civakî, bajar-ekolojî-tenduristî, polîtîkaya aborî û jinê jî cih girt û wekî xebatên herî girîng hat pênasekirin.
 
Di beşa duyemîn a raporê de, pêkanînên wekî "11'ê Îlonê qeyûm çî ye?", "Tasfiyekirina siyaseta demokratîk", "Şêweyên berfireh û qanûnên ku qeyûm xwe dispirnê", "Rêbazên xebatên qeyûman ên di şaredariyan de", "Nêzikatiyên li dijî jin, bajar-ekolojî-tenduristî, polîtîkaya civakî, çand û hunerê" û "Xespkirina projeyên aydê şaredariyên me" cih girtin. Hat diyarkirin ku ji 102 şaredarên DBP'ê, 94 şaredarî hatine dexpkirin û qeyûn hatine bi cihkirin.
 
NAHÊLIN MECLIS XEBATÊN XWE BIKIN
 
Di beşa der barê xebatên qeyûmên ku tayînê şaredariyan kirine de, ev tişt agahî cih digirin: "Avahisaziya di îdareya Tirkiyeyê de, di makeqanûnê de wekî 'navendî' û 'herêmî' tê pênasekirin. Welatî jî ji bo van her du tiştan deng didin, bi rêya temsîlkirinê tev li xebatan dibin. Avabûna navendî, berdiva xwe ji TBMM'ê digire; avabûna herêmî jî di şaredariyan, meclisên şaredariyan û meclisên giştî yên bajaran de digirin. Ev di warê rêveberiyên herêmî de, hem biryara meclisan e û hem jî rêveberiya biryarê ye. Xebatên der barê şaredariyê de li meclisan tên nîqaşkirin û digihêje biryarê, dîsa 'komîsyona serweriyê' ya ku meclisê hilbijartiye, karên hevşaredar û avahiya îdarî lêkolîn dike. Lê şaredariyên ku qeyûm hatine tayînkirin, yek jî civîna xwe ya meclisê pêk nayne. Butçeyên aydê gel li gorî kêfa qeyûman tê bi kar anîn. Ev butçe çawa tên xerçkirin ne diyar e."
 
‘TIRKIYE DESTÛRA XWE BINGEHÎN BINPÊ KIRIYE’ 
 
Di beşa dawî ya raporê de ev tespît hatin gotin: “Piştî îlankirina OHAL’ê ya di 19’ê tîrmeha 2016’an de Tirkiye bi KHK’iyan hat birêvebirin. Di serî de demokrasiya herêmî û gelek feraset û rêgezên demokratîk hatin astengkirin. Dest danîn ser vîna gel. Peymanên navnatewî û Destûra Bingehîn a welêt tune hatin hesibandin. Rêxistina pispor a Komîsyona Venedîk a Konseya Ewropayê di meha cotmehê de raporek aşkere kir û destnîşan kir ku Tirkiye hem makezagona xwe ya bingehîn û hem jî hiqûqa navnetewî bi awayekî vekirî binpê kiriye. Di raporê de hat gotin ku divê OHAL bê rakirin û KHK bên betalkirin dê di warê demokrasiyê de pêşketin çêbibin.
 
‘HEDEFA SEREKE SIYASETA DEMOKRATÎK E’ 
 
Lê armanca sereke ne têkoşîna li dijî darbeyê ye li dijî siyaseta demokartîk e. Ji Hevseroka me ya Giştî Sebahat Tuncel bigire heta hevşaredarên me û hezaran endam û rêveberên me û dîsa ji hevserokên giştî yên HDP’ê bigire heta wekîl û endam û rêveberên HDP’ê hatine girtin û ji kar dûr kirine. Her wiha şaredariyên DBP’ê di bin êrîşên giran ên pêvajoya darbeyê de mane. Dest danîn ser şaredariyên ji aliyê vîna gel ve bi dengên zêde hatin hilbijartin. Hemû xebatên şaredariyên me û projeyên wan hatin betalkirin û xebatên çand û jinan hatin girtin. 
 
‘DI NAVBERA GELAN Û DEWLETÊ DE DEVÊ MEQESÊ VEBÛYE’ 
 
Rêveberên herêmî ku di demokrasiyê de xwedî cihek xwe girîng e bi tayînkirina qeyûm û pêkanînên wan re darbeyek mezin pêk hatiye. Di navbera gelên ku vîna wan hatiye xespkirin û dewletê de devê meqesê bêtirîn vebûye. Dewleta navendî ku bi bi salane polîtîkaya ‘yekperestiyê’ dide meşandin di nav gelan de rê li ber hêrsê vekiriye û her roja ku diçe çêkirin zehmet dibe û dibe sedema encamên neyînî. Di nav herikîna dîrokî de tu demê û li ser tu erdnîgariyê pirsgirêkên civakî bi zext û zordariyê nehatine çareserkirin. 
 
‘YEKANE RÊ Û ÇARESERÎ RÊVEBERIYA XWECIHÎ YE’ 
 
Tekane rêya çareseriyê ew e ku hemû pirsgirêk bi rêveberiyên xwecihî bên çareserkirin. Ji bo vê yekê jî divê beriya her tiştî OHAL bê rakirin û hemû KHK bên betalkirin û pêşiya asayîbûna welat bê vekirin.” 
 
Piştî raporê civîna çapemeniyê bi kursiyê serbest dewam dike. Dê li kursiyê serbest siyasetmedar mafê axaftinê bigirin.