Qeyûm çawa hatin dê wisa biçin

img

AMED - Piştî DBP'ê rapora qeyûman aşkera kir, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di kursiyê serbest de axivî û got ku "Qeyûm çawa hatine dê wisa biçin." Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî ev tişt got: "Em ê pêvajoya ji derveyê hiqûqê veguherînin derfetê."

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di bin sernavê "Pêkanîna qeyûman a amûra xespê û modela rêveberiyên xwe cihî ya azadiya jinê û ekolojiya demokratîk" de, rapora der barê qeyûman de aşkera kir. Civîn li Otela Demîrê ya li Amedê bi beşdariyek mezin pêk hat. Piştî rapor hat aşkerakirin, di kûriyê serbest de axaftin hatin kirin.
 
KURBANOGLU: ŞAREDARÎ VEGUHERANDIN QEREQOLAN
 
Hevşaredarê Yenîşehira Amedê Selîm Kurbanoglu yê qeyûn tayînê cihê wî kirin, da zanîn ku wan şaredariya du zimanî esas girtiye û wiha got: "Navê Amedê yê di tabelaya şaredariyê de hat rakirin. Şaredarî veguherandin qereqolan." Hevşaredara Silopiyê Emîne Esmer jî da zanîn ku şaredarî yê wan in û hêviyên wan hêj dijîn û xwest kes moralê xwe xirab neke û dê jin bi ser bikevin. Şaredara berê ya Rezanê û endama MYK'a HDP'ê Yurdusev Ozdokmenler anî ziman ku dê bihar bê û ew çawa hatine dê wisa biçin. Ozsokmenler got ku "Agirê azadiyê carekî pê ket, ev çem carekî herikî. Dibe ku îro bê deng diherike, dê rojek bihar bê, dê kulîlk vekin. Ew çawa hatine dê wisa biçin."
 
KEMALBAY: RAPOR ÇÎROKA PÊVAJOYA DERBEYÊ YE
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay jî rapora DBP'ê nirxand û ev tişt anî ziman: "Ez ji kesên ku rapor amadekirin re spasiyên xwe dikin. Tişta ku li vir ji mere hat parvekirin, pêkanînên derbeya siyasî ye. Piştî 7'ê Hezîranê rejîma Erdogan li ser erdnîgariya kurdan pêkanînên salên 90'î xist dewrê." Kemalbay piştrast kir ku dê qeyûmên hatine tayînkirin, bi hilbijartinê careke din biçin. Kemalbay bal kişand ser doza Zarrab û belgeyên Manê jî û aşkera kir ku ev dozana rizandina wa dide nîşan. Kemalbay destnîşan kir ku hikumet ji bo li ser sûcên xwe binuxumîne, xwe avêtiye ber bextê meseleya Qudusê û bi vê dixwaze li ser sûcên xwe bigire.
 
GUVEN: ME CAREKE DIN FAŞÎZMA AKP'Ê DÎT
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, diyar kir ku her tişt li ber çavan diqewime û ev tişt got: "Hevrêyên me careke din bi vê raporê faşîzma AKP'ê raxist ber çavan. Li ser erdnîgariya Kurdistanê gelek bawerî û zimanên cuda hene. Li çar parçeyên Kurdistanê heman tişt diqewime. Şaredarî tu carî nebûn ên gel. Zilamên dewletê bi rêve birin. Lê bi siyaseta kurdan re şaredarî bûn ên gel. Di vir de destkeftiyên kurdan hatin dîtin, rêveberiya kurdan derket holê. Ev ji bo jinan destkeftiyek mezin e. Ev ji nêz ve hatin şopandin û şaredariyên me hatin desteserkirin. Gel bi rihetî vîna xwe ji kesî re nahêle."
 
DÊ KURD BI YEKITIYÊ FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN
 
Guven aşkera kir ku li Rojava jiyana komunal tê avakirin û wiha pê de çû: "Ev projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Li Rojava dikeve jiyanê. Em li vir Rojava silav dikin. Çar parçeyên Kurdistanê mil bide hev, yekitiya wan dê faşîzmê têk bibe. Dê serkeftin a gelê kurd û jinan be."
 
HAMZAOGLU: PLANÊN PIŞTÎ DERBEYÊ Û YÊN QEYÛMAN HEMAN TIŞT E
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu jî wiha axivî: "Îro rojek dîrokî ye. Li dijî gelan sûcek piçûk jî hatibe kirin ev hatiye qeydkirin. Kesên ev amade kirin, ez li ser navê gelên li Tirkiyeyê spasiyên xwe dikim. Ez derbeya makeqanûnê ya 15'ê Tîrmehê hincet dan nîşan û amade kirin şermezar dikim." Hamzaoglu got ku "Em ê pêvajoyê veguherînn derfetan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berî 17 salan li herêmê sedî 70 mal bê av bûn, binesazî tune bû. Park, sînema, navendên çandê tune bûn. Ev di 17 salan de bi keda şaredariyên me hatin avakirin. Îro dixwazin van nirxan tune bikin. Em ê vê pêvajoya dijî hiqûqê ji bo xwe veguherînin dervetê. Piştî me faşîzim têk bir, em ê piştre çi bikin divê em nihav de amadekariya wê bikin."
 
Serokê Giştî yê DÎSK Enerjî-Senê Şirîn Gurbuz, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî yê TTB'ê Şehmus Gokalp, Serokê Giştî yê Tum Bel-Senê Erdal Bozkurt û Lijneya Koordînasyona TMMOB'ê Samet Uçamar jî der barê rapora ku hat amadekirn de nirxandin kirin.
 
Civîna axaftinêb bi dawî bû.