Lord Glasman: Têkoşîna li Rojavayê mûcîzeya serdema me ye

img

ENQERE - Lord Maurice Glasmanê îngilîz got ku siyaseta îngilîzan a der barê Rojhilata Navîn de ew e ku ‘Sykes-Picot’ê biparêzin. Her wiha Glasman, têkoşîn û afirandinên li Rojavyê jî wek "mûcîzeya serdema me" wesifandin. 

Yek ji endamên Kamaraya Lordên Îngîltereyê û dostên kurdan Lord Maurice Glasmanê ku hefteya borî li Enqereyê bû pirsên ajansa me Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin.
 
Glasman, diyar kir ku kurdan bandoreke mezin li jiyana wî kiriye û ev tişt gotin: "Ez li Londraya Bakur tevî kurdan dixebitîm. Bi wan re me, ew hevalên min ên dibistanê bûn. Ji min re behsa karên li Tirkiyeyê dikirin. Û dema ez mezin bûm min fêm kir ku ev rast in û min ev tişt dîtin." Her wiha Glasman wiha got: "Girtina pêşeng û parlementerên HDP'î, bi qeyûman desteserkirina şaredariyên kurdan pûxteya siyaseteke şaş e û vê şaşiyê nîşan dide." 
 
‘PIRSGIRÊKA KURD SIYASÎ YE, LI DADGEHAN NAYÊ ÇARESERKIRIN' 
 
Lord Glasman got ku dozên siyasî yên li Tirkiyeyê didomin jî nabin çareserî û ev tişt gotin: "Têkiliyên di navbera kurd û tirkan de divê bi awayekî siyasî bên çareserkirin. Hûn nikarin vê bi darazê çareser bikin." Glasman ji bo darizandina hevserokên HDP'ê jî wiha got: "Ji bo min bi temamî dadgeheke polîtîk e." 
 
'ROJAVA MÛCÎZEYA SERDEMA ME YE' 
 
Lord Glasman pirsên der barê Rojavayê de jî bersivandin û wiha got: "Ji bo me Rojava çavkaniya îlhamê ye. Û afirandina hêzên çekdarî ya ku jin pêşengiya wê dikin, xweseriya demokratîk, federalîzma dmeokratîk e. Hêzeke wek DAIŞ'ê têk birin. Ji ber vê mûcîzeya serdema me ne." 
 
Glasman diyar kir ku polîtîkaya der ve ya îngîlîzan, li herêmê bi her awayî ji bo parastina statukoyê ye û wiha axivî: "Tirkiye wek welatekî mezin tê dîtin, wek welateke misilman û endamê NATO'yê tê dîtin. Hukûmeta îngilîz naxwaze têkiliyên wê û Tirkiyeyê xera bibin."
 
Lord Glasman wiha domand:
 
"Mesela civaka îngilîzan peymana Sykes-Picot, Peymana Lozanê nizanin. Ji bo wan ev tişt li berê mane. Lê niha li Londrayê nifûseke zêde ya kurdan heye. Bi sohbet û pêwendîdanînê mirov bêtir hay ji meselê çê dibin. Û ji bo ciwanên çepgir Rojava mînakeke bedew e. Bi piranî mirov berpirsiyariyeke dîrokî wernagirin. Hikûmet jî tiştên wek 'Tirkiye mutefîkê me bû, divê em yekpareyiya terîtoryal a Iraqê biparêzin'. Mesela her çi qas di warê wergirtina Kerkûkê de destek neda be Iraq û Îranê jî, lê temaşe kir. Jixwe nemudaxilekirin jî meyla Îngîltereyê nîşan dide. Mesela heke Esad û Îranê biryara êrîşî kurdan bikin bidin, wê mudaxileyî vê yekê neke. Ji ber vê ev rewş dibe rewşeke diyarker. Di vî warî de hin şik û gumanên min hene. 
 
REWŞA OCALAN 
 
Divê em li Îngîltereyê ji bo azadiya Ocalan kampanyayê bidin destpêkirin. Ew mehkûmekî siyasî ye û divê serbest bê berdan. Kampanyayeke ku mirov jê fêm bikin. Û wê mirov ji vê kampnayayê vî tiştî fêm bikin; Li Tirkiyeyê meseleyeke siyasî heye. Ev pirsgirêk ne pirsgirêkeke terorîzmê ye. Partiya min ne hikûmet e. Lê li holê stratejiyeke zelal a hikûmetê naxuyê. Yanî wisa dixuyê ku stratejiya hikûmetê ew e ku ji bo li Tirkiye, Îran, Iraqê hemû tiştan li gel hev zevt bike û ji bo ev welat belav nebin tev digere. Rewşa heyî yanî Sykes-Picot’ê diparêze, yanî statukoya heyî diparêzin."