'Heta rola Ocalan a li Rojhilata Navîn neyê dîtin dê aştî pêk neyê'

img

DÎLOK - Mahmut Tugrul ê HDP'î aşkera kir ku tecrîd ne tenê pirsgirêka kurdan, pirsgirêka hemû gelan e û wiha got: "Ew kesên li Rojhilata Navîn rola Ocalan nebînin û bêjin ku 'Ez ê polîtîkayê bikim' dê tu carî aştiya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk neynin."

Wekîlê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Tugrul tecrîda li Girava Îmraliyê li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin nirxand, destnîşan kir ku tecrîd bandoreke xirab li ser hemû gelên li herêmê dike. Tugrul, da zanîn ku pêşdîtinên Ocalan ên der barê herêmê de yek bi yek derdikevin holê û wiha pê de çû: "Heke pêşdîtinên Ocalan mînak bigirtana, dê li Sûriyeyê ew qas xwîn nerijiya, dê Tirkiye ew qas neketa nav kaosê."
 
‘HEKE OCALAN GUHDAR BIKIRANA... '
 
Tugrul anî ziman ku 18 sal e li ser Ocalan tecrîdeg tê meşandin, tecrîd ji derveyê kaosê tu tişt bi xwe re neaniye û ev nirxandin kir: "Di dema 'pêvajoya çareseriyê' de Birêz Ocalan hin pêşdîtin danîn holê, di roja me ya îro de ev pêk hatin. Dema em bûyerên li Rojhilata Navîn û li Tirkiyeyê mêze dikin, yek bi yek gotinên Ocalna piştrast dibin. Di dema 'pêvajoya çareseriyê' de Birêz Ocalan der barê Şengalê, Başûrê Kurdistanê û Sûriyeyê de her gav hişyarî kirin. Got ku 'Heke hûn wiha nekin hûnê bi van tiştan re rû bi rû bimînin' û rê nîşan da. Heke pêşdîtinên li Rojhilata Navîn esas bihatana girtin, dê Rojhilata Navîn ew qas bin guhê hev neketa. Lê ji ber ku ev pêşdîtin esas nehatin girtin, rêxistinên wekî DAIŞ û El Nusrayê derketin holê."
 
‘HERÊM TÊ TECRÎDKIRIN’
 
Tugrul destnîşan kir ku di "pêvajoya çareseriyê" de gelek wekîlên AKP'ê danîne holê ku Ocalan gelekî baş pêvajoyê dixwîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kesekî ew qas baş pêvajoyê bixwîne û tenê bi xwandinê jî na, dê çi bê kirin di vê der barê de rê jî bide nîşan, heke di binê tecrîdê de be, ev tê wateya 'Ev kes li Rojhilata Navîn û li Tirkiyeyê aştiyê naxwazin.' Heke pêşdîtinên Ocalan esas bigirtana, dê derbeya 15'ê Tîrmehê pêk nehata. Dê şerê li Sûriyeyê ew qas dirêj nebûya. Dê aştiya li Tirkiyeyê xirab nebûya. Ji ber ku pêşdîtinên Ocalan esas negirtin, di serî de li Tirkiyeyê, li hemû herêmên din kaos derket holê. Tecrîd ne li ser Ocalan, li ser Tirkye, Kurdistan, Sûriye û hemû herêmê tê meşandin."
 
‘HÊVÎ NE DI AKP'Ê DI TÊKOŞÎNA GELAN DE YE’
 
Tugrul aşkera kir ku dema pêşketinên heyî bi hev re tên xwendin, tê dîtin ku tecrîda li ser Ocalan li dijî aştiya gelan û hevra jiyanê tê meşandin û ev tişt anî ziman: "Tekane rêya ku ji kaosê bê derketin, divê pêşdîtinên Birêz Ocalan esas bên girtin. Ji bo wê jî divê tecrîd bê rakirin. Tecrîda li ser Ocalan li dijî aştiyê astengiyek mezin e. Lê heke hûn bêjin di aliyê AKP'ê de hêvjiyeke we ya wiha heye, hêvî ne di AKP'ê de ye, di têkoşîna gelan de ye."
 
‘LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR DIVÊ’
 
Tugrul herî dawî derbirî ku divê li dijî polîtîkaya yek zilamî, tecrîd û pişaftinê têkoşîna hevpar bê dayîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heta ev têkoşîn bi hev re neyê dayîn, dê tecrîd ranebe. Tecrîd ne tenê pirsgirêka kurd, pirsgirêka hemû gelan e. Encamên tecrîd ne tenê ji bo kurdan, dê ji bo hemû gelan tiştên ne baş bi xwe re bîne. Kesên rola Birêz Ocalan nebîne û bêje 'Ez ê li Rojhilata Navîn polîtîkayê bikim' dê xwe bixwapîne. Dê aştiya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk neyne. Heke aştiya herêmê bixwazin, divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin."