Peyva 'Kurdistan' wekîlên AKP'ê aciz kir

img
ENQERE - Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, di hevdîtinên butçeyê yên Meclisê de axivî û gotina "Kurdistanê" anî ziman, vê axaftinê wekîlên AKP'ê û Wekîla Serokê TBMM'ê Ayşenur Bahçepanili aciz kir.
 
Di hevdîtinên butçeyê yên li Meclisê de peyva Kurdistanê wekîlên AKP'ê aciz kir. Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman Bademîr, di axaftina li Meclisê de diyar kir ku divê her kes nêzikatiyeke hev du hembêzkirinê esas bigire û wiha axivî: "Ez wekî zarokekî kurdan, berdevkekî li Kurdistanê hatime. Tişta ku ez dixwazim ew e, divê ev sîwan bibe sîwana hevpar a kurd û tirkan."
 
Gotina "Kurdistanê" ya ku Baydemîr anî ziman, wekîlên AKP'ê aciz kir.
 
Wekîla Serokê TBMM'ê û Parlanetera AKP'ê ya Stenbolê Ayşenur Bahçekapili, pirsa "Kurdistan ku der e?" ji Baydemîr kir. Baydemîr destê xwe bir dilê xwe û got ku "Kurdistan vêderê ye."
 
Li ser van axaftinên Baydemîr, Bahçekapili ev bersiv da: "Hûn wekîlê Kurdistanê nînin, hûn wekîlê Rihayê ne."