Wekîla HDP’ê xwest rûxandina li Sûrê bê lêkolînkirin

img
AMED - Wekîla HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, diyar kir ku divê rûxandina li Sûrê bê lêkolînkirin û pêşnûme pirs da Meclisê.
 
Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, der barê rûxandina li Sûrê de pêşnûmepirs da Serokê Meclisê. Uca di pêşnûmepirsê de xwest avahiyên tescîlkirî û dîrokî di warê hiqûqî û derveyê hiqûqê de bên lêkolînkirin.
 
Pêşnûmepirsa Uca balê dikişane ser rapora di 2'yê Mijdarê de Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'a Amedê amade kiriye û da zanîn ku di raporê de qedexeya di 28'ê Mijdara 2015'an de li Sûrê hatiye îlankirin, 706 kargehan zerar dîtiye û ev hatiye tespîtkirin. Li gorî raporê 693 avahî bi xebateke piçûk dikare bên sererastkirin, divê 13 avahî jî bi rêk û pêk bên lêkolînkirin.
 
Uca destnîşan kir ku ruxmê itiraz û dozên hatine vekirin, rûxandina li navçeyê dewam dike û der barê serlêdana li Lijneya Bilind a Parastina Hebûnên Çandî de jî ev tişt got: "Tê gotin ku 'Dê berhemên hebûnên çandê yên nayên barkirin, dê li cihê wan bên rakirin.' Bi vê birayrê tê xwestin ku avahî û cihên dîrokî ji holê rakin."