Dijberiya 'Kurdistan' derbasî girtekan bû

img
ENQERE – Li Meclîsa Tirkiyeyê ji ber ku Parlamenter Osman Baydemîr gotina “Kurdistan” anî ziman di dîroka meclîsê de cara ewil cezayê “Derxistina dembihûrî” danê. Bêtehamuliya wekîlên AKP’ê ya li dijî gotina “Kurdistan” derbasî girtekan bû. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr di Lîjneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê de axivî û gotina “Kurdistan” anî ziman. Ji ber Baydemîr peyva “Kurdistan” vegot cezayê “Derxistina dembihûrî” dane. Di dîroka meclîsê de yekem car cezayek wisa tê sepandin. Bêtehamuliya wekîlên AKP’ê rê li ber vekir ku ceza ji bo Baydemîr bê dayîn û bêtehamuliya AKP’iyan a li dijî peyva “Kurdistan” derbasî girtekan bû. 
 
Nîqaşên li ser peyva “Kurdistan” wiha di girtekan de cih girt: 
 
"MUSTAFA ELÎTAŞ (Kayserî) – Li Tirkiyeyê kurdistan tune ye Birêz Serok. 
 
OSMAN BAYDEMÎR (Di dewamê de) – Birêz Serok…
 
SEROK – Wekîlên rêzdar, parastinê dike ji kerema xwe.
 
MUSTAFA ELÎTAŞ (Kayserî) – Birêz Serok, li Tirkiyeyê cihek wek “Kurdistan” tune ye. 
 
MÎTHAT SANCAR (Mêrdîn) – Ku hun destûr bidin, tişta serokomar digot… Elîtaş wisa neke.
 
SEROK: Birêz wekîl bila parastina xwe bike, bêyî nîqaşê mafê axaftinê bigirin û bersiv bidin, ji kerema xwe. 
 
MUSTAFA ELÎTAŞ (Kayserî) – Birêz Serok, hêj di Tuzika Navxweyî de kar û barek li dij dike. 
 
SEROK – Ez dizanim û di ferqê de me. 
 
FÎLÎZ KERESTECÎOGLU DEMÎR (Stenbol) – Parastinê dike. Ev çi bêtehamulî ye.
 
OSMAN BAYDEMÎR (Di dewamê de) – Di sala 1991’an de…
 
MUSTAFA ELÎTAŞ (Kayserî) -
 
AHMET YILDIRIM (Mûş) – Birêz Serok, ji kerema xwe mudaxele bikin. 
 
SEROK – Birêz Yildirim, min mudaxele kir. 
 
BAKÎ ŞÎMŞEK (Mêrsîn) – Serok, mudaxeleyî kursiyê bikin. 
 
OSMAN BAYDEMÎR (Di dewamê de) – Di sala 1991’an de lîderê we Birêz Recep Tayyîp Erdogan rapora ku amade kiriye bixwînin û çavekî li wê raporê bigerînin. 
 
ABDULKADÎR AKGUL (Yozgat) – Çi gotiye?
 
OSMAN BAYDEMÎR (Di dewamê de) – Lîderê we ku hûn wek lîder dibînin Birêz Recep Tayyîp Erdogan di wê rapora amade kiriye de gotina “kurdistan” tê çi wateyê, hûn hemû bi hev re bibînin birêz gotarbêj. Nîqaşa îro ya vê parlamentoyê ji ber şerê du salan ji bo hemû partiyên siyasî û koman ber ku ve çûye xwe nîşan dide. Ez carek dibêjim: Wek Osman Baydemîr erdnîgariya Tirkiyeyê…
 
BENNUR KARABURUN (Bursa) – Di hundirê wê de kurdistan tune ye. 
BENNUR KARABURUN (Bursa) – Di hundirê Komara Tirkiyeyê de kurdistan tune ye. 
 
ŞAHÎN TÎN (Denîzlî) – Kurdîsan kîjan dever e? Kurdisan kîjan dever e wê bibêje.
 
HUDA KAYA (Stenbol) – Dîrokê bixwîne dîrok tu yê bibînî. 
 
OSMAN BAYDEMÎR (Di dewamê de) – Lê ez vê carek din dibêjim, carek din dibêjim. 
 
MÎTHAT SANCAR (Mêrdîn) – Biçe girtekên Yekemîn Meclîsê bixwîne. Girtekên avakirina komarê bixwîne. Biçe bixwîne, ka em bidin te û bixwîne. 
 
ŞAHÎN TÎN (Denîzlî) – Hûn li vir şaşîtiyan dikin. 
 
OSMAN BAYDEMÎR (Di dewamê de) – Heke ku pirsgirêkên tunekirina dîrokê, cudakarî û qedexekirinê bihatina çareserkirin, Birêz Serok, birêz gotarbêjan pirsgirêka qedexeyê bihata çareserkirin…
 
ABDULKADÎR AKGUL (Yozgat) – Ev gotinek PKK’ê ye!
 
ÎSMAÎL TAMER (Kayserî) – Çil sal e hûn dibêjin!
 
...
 
ŞAHÎN TÎN (Denîzlî) – Ev ne parastin e!
 
ŞAHAP KAVCIOGLU (Bayburt) – Ev gotinên faşîst in! Hûn gotinên faşîst bikar tînin!
 
....
 
ŞAHÎN TÎN (Denîzlî) – Hûn komunîstiyê dikin komunîstiyê! Wisa nabe, hûn qehremaniyê dikin!
 
OSMAN BAYDEMÎR (Di dewamê de) - …hûn nikarin ser heqîqetê binixumînin û heqîqetê tune bikin…
 
ŞAHAP KAVCIOGLU (Bayburt) – Ne di xema me de ye!