Teşkîlata Hevkariya Îslamê: Qudus paytexta Fîlîstîn a di bin dagirkeriyê de ye

img
STENBOL - Civîna Bilind a Teşkîlata Hevkariya Îslamê ku bi tevlêbûna 48 welatên îslamê li Stenbolê pêk hat. Civîn bi dawî bû û encama wê bi raya giştî re hat parvekirin. Di encamnameyê de hat diyar kirin ku Qudusa Rojhilat paytextê Fîlîstinê hatiye qebûlkirin û bang li Welatên Îslame jî hat kirin ku Rojhilata Qudsê "Paytextê Dewleta Fîlîstên yên di bin dagirkeriyê de" qebûl bikin. 
 
Piştî Serokê DYA'yê Donald Trump Qudus wekî paytextê Îsraîlê îlan kir bertek zêde bûn. Li ser biryar û daxuyaniya Trump Teşkîlata Hevkariya Îslamê (İTT) li Stenbolê konferansa civîna bilind a Îslamê ya Awarte pêk anîn. Di civînê de rêberê 48 welatên îslamê amade bûn. Lê Serokê dewleta Erebîstana Siûdî amade nebû. Di civînêde Bakurê Qudsê wekî paytextê Fîlîstinê hat qebûlkirin. Dîsa bang li welatên ereb hat kirin ku Rojhilatê Qudsê jî wekî "Paytextê Dewleta Fîlîstên yên di bin dagirkeriyê de" nas bikin. 
 
Dîsa piştî konferansê bang li Neteweyên Yekbûyî jî hat kirin û xwest statuya Qudsê bê tayîtkirin û dawî li dagirkeriya Îsraîlê binîn. 
 
Di encamnameyê wiha hat gotin: 
 
- Biryara DYA'yê wekî biryara yek alî hatiye dîtin û ev biryar hatiye şermezar kirin. 
- Bi biryarê hiqûq bê hikûm hatiye hiştin. Ev biryar êrîşa li dijî dîrok, hiquq, xweza û mafên mîllî ye. 
- Daxuyaniya ku armanc dike statuya zagonî li Kuds-u Şerif bikin be hikûm e û ne rewa ye. 
- Daxuyanî hiquqa Navneteweyî, Peymana Cenevre û hemû meşrûtiyetên navnetewi konseya  Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hatiye îhlalkirin. 
- Ger ku DYA vê biryara ne rewa paşve nekeşîne, ji hemû geşedanên pêş bikeve DYA berpirsiyar e. 
- Divê hemû dewletên endam li dijî pirsgirêka Filistinê hestiyar tev bigerin. 
- Divê li ser esasê çareseriya du welatan û li gorî peymanên navneteweyî ku Qudsa Rojhilata paytexte Dewleta Fîlîstîne be esas bê girtin. 
- Bang li civaka navneteweyî dike ku bi lezgin vê pirsgirêkê çareser bike. 
- Bang li welatên ereb hat kirin ku Rojhilatê Qudsê jî wekî "Paytextê Dewleta Fîlîstên yên di bin dagirkeriyê de" nas bikin.