Dijberî Kurdan Lozana duyem!

img

ENQERE - Li hêlekê Serokomar Erdogan dixwaze di navbera Yûnanîstan û Tirkiyeyê de "Lozan bê rojanekirin", li hêla din jî li Sûriyeyê li hemberî kurdan amadekariyên Lozaneke nû tên kirin. Akademîsyen Ahmet Ozer geşedan nirxand û got dê ev yek tu encamê nede. 

Li hêlekê Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo "rojanekirina Lozanê" bang li Yûnanîstanê kir, li hêla din jî AKP û Tirkiye di warê çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de bi taybetî "Lozaneke nû" li kurdan ferz dikin. Berê bi destê hin kurdên tevkar li Lozanê kurd hatibûn înkarkirin û niha Tirkiye li Sûriyeyê dixwaze bi heman awayî tev bigere û bi destên hin kurdên nêzî xwe heman senaryoyê çê bike. 
 
Di dema şerê rizgariyê û piştî şer de ji bo kurdan sozên "xweserî, xwerêveberî"yê hatibûn dayîn û heta ji van sozan hin jê bi Qanûna Bingehîn a 1921'ê hatibûn zeximkirin, lê belê di 24'ê Tîrmeha 1923'yan de bi Peymana Lozanê Kurdistan hat perçekirin û her perçeyek jê li dewleteke din hat parvekirin. Di vê serdemê de bi pêşengiya Îsmet Paşa li ser navê Tirkiyeyê wek delagasyon Parlementerê Amedê Zulfu (Tigrel) Bey li ser "navê kurdan" daxilî heyetê hatibû kirin. Lê belê ev kesên ku bi tu awayî civaka kurdî temsîl nedikirin, li Lozanê li ser "navê kurdan" peyman tesdîq kirin. Her wiha li Meclîsê jî îmzeya 66 parlemenetên kurd ku "destekê didin peymanê" wergirtin û şandin Lozanê. Paşê hin parlementerên kurd hay ji rewşê çê bûn û îtiraz kirin, lê belê di dengdayîna duyemîn a li Meclîsê de Peymana Lozanê hat qebûlkirin. 
 
AKP KURDÊN XWE PÊŞNIYAR KIR 
 
Kesên wê demê bi kurdên nêzî xwe li Lozanê tev geriyan, niha jî li Sûriyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd serî li heman rêbazê didin. Rêveberiya AKP'ê ya nikare biryara ku dê hemû bawerî û gel tev li Kongreya Diyalogê ya Netewî ya Sûriyeyê bibin ku li Soçiyê biryara wê hat dayîn asteng bike, niha bi nêzîkatiyeke ku "Em ê kurdên ku dê beşdar bibin diyar bikin" tev digere. Çavûşoglû duh daxuyand ku wan lîsteya kurdên ku dê tev li civîna ku wê li Rûsyayê pêk bê bibin berpêşî Rûsyayê kiriye. Di vê lîsteyê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê? (ENKS) heye, ku li Rojavayê netêkoşiyaye û li herêmên şer lê tune najî. ENKS a ku li gor Tirkiyeyê tev digere û dijberiya PYD û YPG'ê dike, berê daxuyandibûn ku "Ew li hemberî tehdîda PYD'ê Tirkiyeyê vedixwînin Rojavayê." Ev koma ku berê Tirkiye vexwandibû Rojavayê niha ji aliyê Tirkiyeyê ve dixwazin li ser navê kurdan tev li Kongreya Diyalogê ya Netewî ya Sûriyeyê bibin. 
 
WÊ HEWLDANÊN LOZANA NÛ TU ENCAMÊ NEDIN 
 
Akademîsyen Ahmet Ozer, vê hewldanê nirxand û wiha got: "Êdî em ne li cîhaneke wisa ne. Berê tiştên wisa çê dibûn. Encam jî didan, lê êdî ne cîhana berê heye, ne jî karên wisa nepen tu encamê didin." 
 
Ozer, diyar kir ku dê hewldanên Tirkiyeyê yên ku dixwaze PYD û YPG'ê ji kongreya çareseriyê dûr bixe tu encamê nedin û ev tişt gotin: "Li wir (Rojava û Sûriye) hêzên ku pev diçin, şer dikin û encamê distînin diyar in. Vexwandina kesên nediyar dê tu encamê nede. Jixwe ji destpêkê ve polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê şaş bû. Ev dem dem dertên holê. Divê Tirkiye vê polîtîkaya xwe reset bike. Jixwe Tirkiye gavên wisa davêje. Mesela berê, hema bêje hindik mabû hikûmeta navendî ya Sûriyeyê û Tirkiye şer bikin. Lê belê niha rejîma Sûriyeyê û Tirkiye hewl didin nêzî hev bibin. Tirkiyeya ku hewl dide nêzî rejîma Sûriyeyê bibe, ji dêvla ku bi çavekî dijminahiyî nêzî kurdên Sûriyeyê bibe, divê bi wan re pêwendiyê deyne. Wê gaveke bi vî rengî bandoreke erênî li polîtîkaya hundurîn jî bike. Lê tersa wê, wê bandoreke neyînî bike. Ji ber vê divê gaveke aştiyane bavêje." 
 
Ozer, dest nîşan kir ku wê Tirkiye nikaribe li ser navê kurdên li wir biryarê bide û nikare nûneran diyar bike. Ozer herî dawî ev tişt gotin: "Tirkiye ne hêzeke diyarker e, pêşî hêzên kûrewî, hêzên herêmî hene. Daxilbûna Tirkiyeyê herî zêde di warê cînartiyê de ye. Helbet ev jî muhîm e, lê wek cînar tu nikarî li ser navê xwediyê malê biryarê bidî. 
 
MA / Kenan Kirkaya