HDP'ê ji bo Cizîr û Silopiyê pêşnûmeya lêkolînê da

img

ENQERE -  HDP'ê ji bo rûxandin û mirinên li navçeyên Cizîr û Sîlopiyê bên lêkolînkirin, pêşnûme da meclisê.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aycan Îrmez, di salvegera rûxandin û kuştinên li navçeyên Silopî û Cizîrê yên Şirnexê de, ji bo zerarên aborî û manevî bên lêkolînkirin, pêşnûme da Serokê Meclisê. Îrmez aşkera kir ku di dema qedexeya derketina derve de, li Silopiyê 28 sivîl, li Cizîrê herî kêm 250 kes hatin qetilkirin.
 
‘JI JÊRZEMÎNAN 177 CENAZE DERXISTIN’
 
Îrmez di pêşnûmeya der barê Cizîrê de ev tişt anî ziman: "Cara ewil di 23'yê Çileya 2016'an de di bin navê 'jêrzemînên wehşetê' raya giştî bal kişandibû ser jêrzemînan. Tê gotin ku di jêrzemînan de 177 cenaze hatine derxistin. Li gorî agahiyan li taxên Sûr û Cûdiyê di jêrzemînan de bi dehan birîndar hebûne û ev wekî 143 kesên ku di jêrzemînan de hepis mane, hêzên ewlehiyê li dijî van jêrzemînan operasyon pêk anîne. Di êrîşê de hemû kesên di van jêrzemînan de hatine qetilkirin û TRT'ê ev îlan kir. Ruxmê ew qas tişt di van jêrzemînan de qewimîne jî rayedarên hikumetê tu daxuyanî neda ne. Di bin bermahiyên avahiyan û derûdaora wan 23 zarok bi giştî 177 cenaze hatine derxistin. Ev cenaze an hemû parçe bûne an jî şewitî ne."
 
‘DIVÊ LIJNEYA LÊKOLÎNÊ BÊ AVAKIRIN'
 
Îrmez aşkera kir ku li navçeya Silopiyê bê navber 484 rojan qedexeya derketina derve hatiye îlankirin û wiha pê de çû: "Di qedexeya tevahiya rojê de, di serî de mafê jiyanê, azadî, ewlehî, ger û geşt, mafê destnedana malbat û avahiyan, tenduristî, perwerde, mafê hewandin û hwd. hatiye binpêkirin." Îrmez herî dawî da zanîn ku 2 sal bi ser bûyeran re derbas bûye û xwest ev binpêkirinên mafan bên lêkolînkirin û ji bo wê jî divê lijeneke lêkolînê bê avakirin û di vê der barê de lêkolînan bike.