Kerestecîoglu: Hikumet ne ji bo jinan, ji bo şer dixebite

img

ENQERE - Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu li ser butçeya Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê li Meclisê mafê axaftinê girt û ev tişt got: "Di butçeyê de bi vekirî hatiye dîtin, hikumet ne ji bo jinan ji bo şer xebitiye." Kerestecîoglu li ser nîqaşên "Kurdistanê" jî axivî û aşkera kir ku tişta ku welat barçe bike ne têgehên erdnîgarî û dîrokê ne, şidet û cudakarî ye.

Li Lijneya Giştî a Meclisê der barê butçeya sala 2018'an de, butçeya Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê, Wezareta Bazirganî û Gumrukê, Saziyên Hemberî, Wezareta Çavkaniyên Tabîî û Enerjiyê, Saziya Sererastkirina Piyase Enerjiyê, Enstîtûya Lêkolînên Bor a Neteweyî, Saziya Enerjî Atomê ya Tirkiyeyê, Miduryeta Giştî ya Lêgerîn û Teknîka Madenî, Wezareta Parastina Neteweyî û Musteşariya Sanayî ya Parastinê de hevdîtin pêk hatin.
 
'DIKUJIN Û MEWLÛDA JINAN DIXWÎNIN'
 
Wekîla CHP'ê ya Koçaeliyê Fatma Kaplan li ser butçeya Wezareta Polîtîkaya Civakî û Malbatê mafê axaftinê girt û aşkera kir ku wezaret ji bo şideta li dijî jinê rawestîne, tu bernameyeke wê tune.
 
Kaplan da zanîn ku ruxmê biryara parastinê heye, jin tên kuştin û ev tişt got: "Li qereqolê giliyê wan guhdar nekirin û şandin malê, ruxmê gefên kuştinê hebûn bi hinceta delîlên şênber tune ne, lêpirsîn nehatin kirin û ji ber wê, ji bo jinên ku hatin kuştin butçe nehat veqetandin. Piştî jin tên kuştin wezaret li ser mirina jinan mewlûdê dixwîne."
 
'4 MILYON JIN BEYÎ KU BÊ QEYDKIRIN DIXEBITE'
 
Wekîla HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu jî ev nirxandin kir: "Dema em li pirtûka wezaretê amadekiriye mêze dikin tê dîtin, di sala 2002'yan de li Meclisê 24 jin hebûn. Di sala 2015'an de hejmara jinan derket 81'an. Di 7'ê Hezîranê de bû 97 jin. Ji sala 2002'yan heta niha ya sedî 10 zêde kiriye Partiya Demokratîk a Gelan e. Lê niha Tirkiye di 81 wekîlên jin re nava 186 welatan de di rêza 132'yan de ye. Bi xistina wekîltiya 4 wekîlên me, wer difikirin dê bînî bibînin. Sedî 34.3'yê jinên di temenê xebatê de, di karekî de dixebite û li kar digere. 4 milyon jin beyî ewlehiya civakî ji derveyê qeydkirinê dixebite."
 
Kerestecîoglu aşkera kir ku roja ku AKP hatiye desthilatdariyê jî bi wekheviya jin û mêran bawer nedikir û da zanîn ku ji Wezareta berpirsyariya Malabt û Jinê, bi daxwaza Recep Tayyîp Erdogan, navê jinê hatiye jê birin.
 
'NE JI BO JINAN, JI BO ŞER XEBITÎ'
 
Kerestecîoglu sazî û komeleyên jinan ên hatine girtin jî bi bîr xist û axaftina xwe wiha dewam kir: "Jinên li çar aliyên Tirkiyeyê di xebatên stargehî de dixebitin, 20 sal e di Lijneya Stargehên Jinan tên gel hev. Meha borî dîsa stargeh berhev bû. Lê gelek komeleyên parçeyekê Lijneyê bûn bi KHK'ê hat girtin. Ji ber sazî girtin wekî komele tevlêbûn pêk nehat. Di serî de Hevseroka me ya Giştî Fîgen Yuksekdag, 5 wekîlên me û 27 hevşaredarên me yên jin, bi hezaran endamên me avêtin girtîgehê. 97 hevşaredarên me yên jin ji peywirê hatin girtin. Divê ew îro li van rêzan rûniştîbûna û gotinên jinan ên der barê butçeyê de banîna ziman. Lê mixabin bi vekirî bandor li ser butçeyê jî kiriye, hikumetê ji bo jinan na, ji bo şer amadekarî kiriye."
 
Kerestecîoglu destnîşan kir ku pêwîstiya wan bi wezareta jinêheye û rexnetên xwe yên der barê peyva "Kurdistanê" de jî bi van gotinan anî ziman: "Tişta ku welat barçe bike ne têgehên erdnîgarî û dîrokê ne, şidet û cudakarî ye."