Bîlgen: Berteka li dijî 'Kurdistan' înkara dîroka Meclisê ye

img

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkildarî niqaşên li ser gotina "Kurdistan" a li meclîsê diyar kir ku bertekên li dijî "Kurdistan" înkara dîroka meclîsê ye. Bîlgen bertek nîşanî helwesa AKP'iyan jî da û xwest zehmet bikin li Nituka Serokatiya Meclisê mêze bikin. Qet nebin bila tenê li gotinên Erdogan ên borî binerin. Dê peyva Kurdistanê bibînin."

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Wekîlê Qersê Ayhan Bîlgen, berî Lijneya Rêveberiya Navendî li Navenda Giştî kom bibe, axaftinek kir û der barê rojevê de daxuyanî da çapemeniyê.
 
Bîlgen, destpêkê der barê nîqaşên li ser Qudusê de axivî û hin nirxandin kirin.
 
'DI WARÊ QUDUSÊ DE EM DIYALOGÊ DIXWAZIN'
 
Bîlgen ev tişt got: "Em dixwazin li Rojhilata Navîn hemû pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin. Helwesta Trump çiqasî neyê qebûlkirin, helwesta Teşkîlata Hevkariya Îslamî jî şaş e. Ev yek dê li ser pirsgirêkê bigire. Em bi zelalî dibêjin ku pirsgirêka Filistînê dê bi diyalog, rêbazên aştiyê çareser bibin." Bîlgen aşkera kir ku hikumetê meseleya Qudusê wekî amûreke polîtîkaya navxweyî dixebitîne û ev helwesta hikumetê rexne kir.
 
'MECLIS DÎROKA XWE ÎNKAR DIKE'
 
Bîlgen bal kişan ser nîqaşên duh li Meclisê der barê peyva "Kurdistan" de jî şîrove kir û wiha pê de çû: "Kesên li Meclisê bertek nîşanê Kurdistanê didin, bila li nexşerêya Kaşgarli Mahmut mêze bikin, berî 500 salî di arşîvên Osmaniyan de peyva Kurdistanê derbas dibe. Di girtekên 1920'an ên li Meclisê de, heta 1924'an qasî 4 hezar peyvên Kurdistanê derbas bûne û hatine axaftin. Di axaftinên Mustafa Kemal de, di Nutukê bixwe de di 18 cihan de peyva Kurdistanê derbas dibe. Duh berteka li Meclisê derket holê, înkara dîroka Miclisê ye. Bila Serokê Meclisê hinekî xwe biwestîne li Nutukê binhêre."
 
Bîlgen li ser girtina xebatkarên partiya xwe jî rawestiya û da zanîn ku ji Qersê heta Manîsayê bi sedan hevalên wan tên darizandin û prastina hikumetê daye Dadgeha Mafên Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bê cidiyetî dît û wiha pê de çû: "Ya yekemîn tê gotin ku wekîl dikarin di xebatên rêzikdanînê de dikarin cih bigirin. Xebatên postayê yên li girtîgehan tên lêkolînkirin dê tev li ebatên rêzikdanînê bin? Ev dide nîşan ku hikumet çiqas cidî ye. Ya duyemîn dibêjin ku 'Heke nehatana girtin dê şidet zêde bûye.' Sedema girtina gelek hevalên me ji ber bûyerên 6-8'ê Cotmeha 2014'an e. Heke hûn piştî 2 salan vê bişînin bişînin DMME'yê dê berdêla vê hemû Tirkye bide. Bêcidiyetiyek wiha nabe."
 
Bîlgen der barê doza Reza Zarrab ê li DYA'yê tê darizandin de jî axivî û anî ziman ku divê pêvajoya darizandinê bi rêk û pêk bê destpêkirin. Bîlgen bertek nîşanê qedexekirina mîtînga Îzmîrê jî da û wiha pê de çû: "Ji ber OHAL'ê mîtîng hat edexekirin, ev jî rewşa îronîk a demokrasiya li Tirkiyeyê dide nîşan."
 
PÊVAJOYA KONGREYÊ
 
Bîlgen der barê kongreya HDP'ê ya di meha Sibatê de bê lidarxistin de jî axivî û ev tişt anî ziman: "Der barê kongreya me de dê îro Meclisa me ya Partiyê biryarekê bigire û MYK'a me dê komîsyoneke kongreyê ava bike û dê ev komîsyon hin planan bi şênberî dayne holê, amadekariyan bike. Dê rewşa polîtîk a Tirkiye îro di nav de e, pêvajoya herî dawî ya lijneya giştî a HDP'ê dê bê nirxandin. Berpirsyariyek çawa dikeve ser milê HDP'ê dê bi vekirî bê nirxandin. Em ê bi gelek beşan re civînan pêk bînin, pêşnyarên wan ên der barê partiya me de bigirin. Em ê fikrên endamên partiya xwe yên herêmî bigirin û wekî navend, hem wekî mêr û hem jî wekî jin em ê koferanseke jinan û konfranseke giştî pêk bînin. Piştre em ê xebatên xwe yên der barê kongeyê de bi encam bikin."