Serokê Meclîsê: Em ji bo berdana wekîlên girtî mesrefê nakin

img
ENQERE - Serokê Meclîsê ji bo parlamenterên HDP’ê yên girtî ku xwestin di hilbijartinên Serokatiya Meclîsê de deng bidin  got: Em mesrefê nakin. Ew erka darazê ye." 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên girtî ji bo hilbijartinên Serokatiya Meclîs ku mehek berê pêk hat, xwestibûn deng bidin û ji bo vê serlêdan kiribûn. Lê Serokê Meclîsê piştî hilbijartinê piştî hilbijartin bi dawî bû mehek şûnde bersiva daxwaza wekîlan da û got: "Em mesrefê nakin. Ev biryara darazê ye." 
 
Wekîlên Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu û Ahmet Yildirim, di daxwaznameya di 10’ê Mijdarê pêşkêşî Serokê Meclîsê kirin de, gotibûn ku mafê deng dan û beşdarîbûna faliyetên rêzikdanînê ji parlamenterên girtî hatine girtin û bi vê yekê madeya 67’emîn a bi sernavê Mafên Siyasî û Sipartek a qanûna bingehîn ji holê hatiye rakirin. 
 
'ERKA DARAZÊ YE'
 
Serokê Meclîsa Tirkiye Îsmaîl Kahraman piştî cardin bû serok hêj nû serlêdana HDP’iyan a mehek berê bersivand û got: "“Darazê biryara girtinê daye û ji bo parlamenterên girtî karibin dengên xwe bidin Meclîs dê mesrefê neke, ev karê darazê ye.”
 
MA Hayri Demir