Bîlgen: Tişta ji bo fars, ereb û tirkan caîz be divê ji bo kurdan ne heram be

img
STENBOL – Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen di Konferansa Rojhilata Navîn de axivî û got: “Her nêzîkatiyek ku kurdan di maseya Sûriyê de asteng bike, dê bibe sedema gûrkirina agir. Xizmetê ji aştiya Tirkiyeyê re jî nake. Tişta ji bo fars, ereb, tirk û tirkmenan caize divê ji bo kurdan jî ne heram be.” 
 
Ji aliyê Weqfa Lêkolînên Siyasal Aborî û Civakî ya Tirkiyeyê (TUSES) Konferansa Rojhilta Navîn a ku dê du rojan dewam bike li Otêla Hîlton a Şîşliya Stenbolê bi sernavê “Lêgerîna derfetên aştiyê û bi hev re jiyankirin” dest pê kir. Di civînê de Serokê TUSES’ê Celal Korkut Yildirim, Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê yê Partiya Saadetê (SP) Temel Karamollaoglu, Endamê Lîjneya Îradeya Giştî ya Partiya ÎYÎ Nurî Okutan û gelek rojnameger, siyasetmedar û mêvanên biyanî amade bûn. 
 
'DIVÊ DEMÎRTAŞ LI VÊ KONFERANSÊ BIAXIVIYA’ 
 
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen bi gotina divê Hevserokê wan Selahattîn Demîrtaş ê girtî li konferansê bûya dest bi axaftina xwe kir. Bîlgen wiha got: “Lewre dîrok û erdnîgarî bûye destpêka barekî. Heke ku erdnîgarî jî wek dîrokê çarenûsa me be, hûnê bipirsin bêguman em vê çarenûsê çawa biguherînin. Elbet erdnîgariya em li serê hatin dinê me tercîh nekiriye. Erdgnîgarî jî çarenûs e lê eger em wê erdnîgariyê baş nekin û baş ne nirxînin dê ev erdnîgarî vegere felakete.” 
 
'DIVÊ EM BI WÊREKÎ BI HÊZÊN DERVE RE BÊN RÛ BI RÛ’ 
 
Bîlgen destnîşan kir ku yên planên wan li ser Rojhilata Navîn hene bêtir bi şerê nijadî û mezheb dixwazin parçe bikin û wiha axivî: “Em tam di vir de çawa derbikevin. Divê em hemû bala xwe bidin ser vê yekê. Tiştên li Rojhilata Navîn diqewimin dramatîk e. Berpirsê vê rewşê tenê hêzên derve ne? Berpirsê vê yekê ne sultan in? Yên qesrê xwe diparêzin û ji hev veqetandinê anîne wek pratîkek siyasî nîn in? Yên wek wan nafikirin û bawer nakin bicihkirina bombeyan mizgeftên wan tenê mirov dikar bi hêzên derve re girê bide? Elbet divê bi hêzên derve re bi wêrekî em bên rû bi rû. Lê beriya her tiştî divê em baş li eynê binêrin. Me çi li ku winda kiriye li wê binêrin. Ji Kerbalayê vir ve li ser vê erdnîgariyê xwîn tê rijandin. Heke ku xwedî vîzyona van nirxan bigîhînin gerdûnê çareseriya wê jî pir rehet e. Dema em derziyê di xwe de jî rakin divê em bê êş bin. Çunkî ev erdnîgarî ne xwedî potansiyela windakirina dem û xwînê ye. Xeletiyên dîrokî li ser vê axê pêk tên. Divê li şûna ku ji cîranên xwe medet bixwazin piştevaniya mezinkirina şer e. Em bedela vî şerê xelet didin û em ê vê bedelê bidin jî. Her nêzîkatiyek ku kurdan di maseya Sûriyê de asteng bike, dê bibe sedema gûrkirina agir. Xizmetê ji aştiya Tirkiyeyê re jî nake. Tişta ji bo fars, ereb, tirk û tirkmenan caize divê ji bo kurdan jî ne heram be. Pêdiviya Rojhilata Navîn bi yekîtiyê heye. Heke ku kurd li cihekî din li çareseriyê digerin berpirsyara vê yekê ew kesên vê erdnîgariyê birêve dibin e.” 
Konferans bi axaftina siyasetmedaran didome.