Baydemîr: Ha qeyûm ha ziqûm

img
BEDLÎS - Parlamenterê HDP’a Rihayê Osman Baydemîr di kongreya rêxistina Bedlîsê, diyar kir ku bi rojane dibêjin ‘Fîlîstîn dibin dagirkiriyê deye’ û wiha got: "Temam ser çavan. Ma gelê Kurdistanê ne dibin dargirkeriyê deye? Ha qayûn ha ziqûm. Ev partiya ziqûmê ye.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Bedlîsê, 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Ji ber qeyûm destûr neda HDP kongreya xwe li navenda çandê li dar bixe, rêveberan kongre li avahiya DBP’ê pêk anî. Parlamenterên HDP’ê Osman Baydemîr, Mahmut  Celadet Gaydali, Mizgîn Irgat, endamên Meclîsa Partiyê Abdurrahman Dogar, Yunus Parîm, Zelal Yerlîkaya, hevserokên HDP û DBP’ê yên navçeyê û gelek kes beşdarî kongrê bûn. 
 
'BERTEK NÎŞANÎ QEYÛM DA'
 
Di Kongreyê de parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê Mahmut Celadet Gaydali axivî û wiha bilêv kir: “Her çiqasî cihê me teng be jî dilê me dewlemend e. Em her tim tên gel hev û mil bi mil têkoşîna xwe didomîn in.” 
 
Dûre Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat jî bal kişand ser girîngiya kongreyê û wiha axivî: “Dixwazin vîna bi milyonan kes tune bihesibînin, lê li ser vê axê dê gel hebûn û vîna xwe tim mezin bike.” 
 
'HA QEYÛM HA ZIQÛM'
 
Piştre parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr axivî û wiha got: “Gel êdî ji dizî û qedexeyan bêzar bûne. Ji me re gotin ‘Em ligel bawermendane.’ Di nava  15 salan de çi xwestin gel da wan. Lê di 7’ê Hezîranê de gel ji wan re got ‘êdî bese û hûn heta ketine nava  diziyê’ û dersa herî baş dan wan.”
 
Baydemîr, diyar kir ku AKP’ê encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê qebûl nekir û êşa wê di serê gel de derxist. Baydemîr da zanîn ku  AKP bi rijandina xwînê hesabên desthilatdariya xwe kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo bibin desthilatdar 3 hezar mirov dan axê. Bi rojane dibêjin ‘‘Fîlîstîn dibin dagirkiriyê de ye,’ temam ser çavan, ma gelê Kurdistanê ne dibin dargirkeriyê de ye? Gelo niha kîjan hevşaredarênn Bedlîsê derve dene? Ha qeyûm, ha ziqûm. Ev partiya ziqûmane. Her tim hûnê rabin behsa vîna gelan bikin. Gav mijar dibe gelê kurd tu yê 96 hevşaredarên wan bixî girtîgehê. Ev tevgera dagirkeriyê ye. Gelo te li Cizîr, Şirnex û Sûrê çikir? Ma vê ji te pirs nakin? Gelo mînaka vê yekê li cîhanê heye? Wile tuneye.”