Hamzaoglu: Em ê bi dibistanên HDK'ê komara demokratîk ava bikin

img

ENQERE - Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu dî Lîjneya Gîştî ya HDK'ê de axivî, diyar kir ku ew ê di serdema nû de dibistanên HDK'ê ava bikin û naveroka komara demokratîk diyar bikin. Gulîstan Koçyîgît jî da zanîn ku ew ê Rojavaya xwe ava bikin.

 
8'emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li Otela Plaza ya Enqereyê bi rêzgirtinê û hilbijartina endamên dîwanê dest pê kir. Ji bo dîwanê Alî Kenanoglu û Gulseren Pusatlioglu hatin hilbijartin. Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu axaftina vekirinê kir û ji hemû kesên di bin sîwana HDK'ê de têkoşîn dane, silav kir. Hamzaoglu aşkera kir ku cîhana îro û Tirkiye di pêvajoyek tarî re derbas dibe, lê ji bo ji vê tarîtiyê derkevin, gelek derfet jî hene. Hamzaoglu, destnîşan kir ku piştî 15'ê Tîrmehê û îlankirina OHAL'ê re, faşîzim gelekî zêde bûye û wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de gelek çek hatin belavkirin. AKP hêzên paramîlîter ava dike."
 
BI HDK'Ê RE KOMARA DEMOKRATÎK AVA BIKIN
 
Hamzaoglu diyar kir ku Lihneya Giştî di 100'emîn salvegera Şoreşa Cotmehê de li dardixin û wiha got: "Em ê der barê hemû qadên jiyanê de zanyariya vê bi pêş bixin. Dê buroyên me yên serdema nû hebin û dê kesên herêmê bên gel hev û hêj zêdetir bi hev re tev bigerin. Em ê bi dibistanên HDK'ê vê pêvajoyê bibin. Em ê di van dibistanan de naveroka komara demokratîk bi hev re tije bikin."
 
'EM Ê ROJAVAYA XWE AVA BIKIN'
 
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît jî da zanîn ku kapîtalîzim di krîzeke mezin de ye, ji bo vê krîzê derbas bike çekan çêdike, mêtingerî û şer bi pêş dixe. Koçyîgît li dijî vê rewşê pirsa "Em bê çarene?" jî kir û ev tişt got: "Têkoşîna meya li ser rûyê erdê vê rastiya me vedibêje ku em ne bê çare ne. Dema em xwe bi rêxistin dikin, her kesî hêza me ya li Rojava dît ku em çawa bi ser dikevin. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ava bû û hilbijartinên xwe pêk anî. Yanî wekî stêrka azadiyê li ser serê me dibiriqe. Divê em Rojavaya xwe ava bikin. Divê ev erdnîgarî şoreşa xwe ya civakî pêk bîne û hemû jiyanê azad bike. HDK pêşengiya vê dike. HDK dê îro û sibê re komara demokratîk bi pêş bixe."
 
'EM Ê BI HEV RE JIYANÊ AVA BIKIN'
 
Koçyîgît aşkera kir ku HDK'ê 6 sal li pey xwe hişt û wiha pê de çû: "Gelek tiştên ku me bi pêş xistin hene. Hêj qasî ku tê xwestin me meclisên xwe ava nekirin. Li vî welatî hêj faşîzim heye, jinan tacîz dikin, hêj zarokan teslîmê saziyeke wekî Ensarê biki, rêya me gelekî dirêj e. Tişta ku em pêk naynin, deyndariya me ya gel zêde dike. Em ji gelek beşan pêk tên. Em wekî hemû hevparan, me got ku HDK nebe, dê tu tişt nebe. Ji bo em tiştên dixwazin pêk bînin, divê em bikevin pratîkê û kedê bidin."
 
'TECRÎD CUDAKARIYA DI NAVA GELAN DE KÛR DIKE'
 
Koçyîgît bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Birêz Ocalan ji Nîsana 2015'an heta niha di binê tecrîdeke giran de ye, ez bi hurmetî Ocalan silav dikim. Ev tecrîd li dijî projeya wî ya HDK, HDP û projeya neteweya demokratîk tê meşandin. Ev tecrîd li dijî aştiya me, wekheviya gelan û hevrajiyanê pêk tê. Yek jî peywira sereke ya HDK'ê şikandina tecrîdê ye. Ji Birêz Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak a di 12'ê Îlonê de serî ji Esat Oktay re netewan re silavên xwe dişînim. Dê ev dorpêç bê rûxandin. Dê têkoşîna me vê dorpêçê birûxîne. Em ji tu kesî tiştekî hêvî nakin. Ne ji dozên li DYA'yê û ne jî kesên ku li vî welatîderbe pêk anîn. Ji tu kesî bendewariya me tune. Em baweriya xwe bi gelê xwe tînin. Dê faşîzma li vî welatî têk biçe û em ê bi berxwedanê bi ser kevin. Em ê xwe bi rêxistin bikin. Em ê demokrasiyê li herêman ava bikin û bi komara demokratîk tacîdar bikin. Em ê pirsgirêkan li herêman çareser bikin. Civka demoratîk bi jor de nayê avakirin, em ê ji herêmê de dest pê bikin. Dema li welatekî faşîzim hebe, divê em cudahiyan daynin aliyekî û li gel hev eniya demokrasiyê ava bikin. Em bi biryar in li tax, navçe û bajaran bi platforman bînin rojevê."
 
Lijneya Giştî, bi xwendina peyamên ku siyasetmedaran şandine dewam dike.