Tuncel: Dem dema rakirina tecrîdê ye

img

ENQERE - Hevberdevka Sazumankar a HDK'ê Sebahat Tuncel, ji girtîgehê peyam ji 8'emîn Lijneya HDK'ê re şand û got: "Pêdivîya me ji destpêkek nû û xut heye. HDK, navenda têkoşîna temokratîk a Tirkiye Kurdan e. Niha dem dema me ye. Divê em ji bo destpêkek nû em gavan bavêjin. Divê em li dijî îşkenceyê dengê xwe bilind bikin. Niqaşên civata HDK'ê ji bo rakirina tecrida teqez a li ser Ocalan bi dawî bibe û azadiya gelan gelek 

 
Civata 8'emîn a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi axaftinan berhdewam dike. Hevberdevka Sazumankar a HDK'ê û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ya Kocaelî peyam jşand. Endama Koordînasyona Jinan a HDK'ê Gulseren Pusatligolu  peyama Tuncel xwend. 
 
Tuncel, diyar kir ku di pêvajoya ku geşedanên dirokî pêk tên de civata xwe pêk tînin û wiha got: "Bi guhertinên siyasî yên li Cîhan, Rojhihata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê hevsengiyên sedan salan ji nûve tên guhertin. Di encama têkoşîna hêzê de alozî û kaos derdikeve holê. Li aliyê din ji bo kesên tekşîna demokrasî, aştî û azadiyê dimeşîne rê li pêş derfetên nû vedike. Pêdivîya me ji destpêkek nû û xut heye. HDK, navenda têkoşîna temokratîk a Tirkiye Kurdan e. Niha dem dema me ye. Divê em ji bo destpêkek nû em gavan bavêjin. Heta niha me gelek tecrûde bi dest xist. Ji bo em destkeftiyên ku me bi dest xistine mezin bikin û li ser wan geşedanên mezintir û bi hêztir ava bikin şensek mezin e. Lenin dibêje kesê bitirsin paşve vedikişin. Me heta niha her dem gav paşve avêt. Tene ji bo em kêmasî û şaşiyên xwe bibînin em li pişt xwe vegeriyan. Niqaşên ku hûn bikin dê ji bo demokrasî, azadî, edalet û aştiyê nexşerêyek nû ava bike. Dê di heman demê de pêşeroja HDK’ê jî diyar bike. Bi taybetî li dijî polîtikayên şer ên taybet ku li dijî gelê Kurdistanê tê meşandin û rejîma OHAL'ê dê bibe hêza çareseriyê. Heta ku pirsgirêka Kurdistanê çareser nebe, heta pirsgirêka azadiya mafan a gelê Kurd çareser nebe, em nikarin qala demokrasî, aştî û azadiyê bikin. 
 
HDK NAVENDA QADA TÊKOŞÎNA HEVPAR A AZADIYÊ YE
 
HDK, navenda têkoşîna temokratîk a Tirkiye Kurdan e. Niha dem dema me ye. Divê em ji bo destpêkek nû em gavan bavêjin. Ji bo jiyana hevpar, Komara Demokratîk divê vê têkoşîna hevpar em rast bi rêxistin û mezin bikin."
 
TECRÎD LI DIJÎ RÊXISTINA CEWHERÎ YA GELAN PÊK TÊ
 
Hêza hevpar a gelan her dem diyarker e û tu car têk naçe. Têkoşîna hevpar dê faşîzmê jî têk bibe. Dê karibe pergala azadiyê jî ava bike û mezin bike. Wekî Rojava ku niha pergala xwişk û biratiya gelan ava dike û modelek nû pêş dixe. Îro Birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrida giran dey . Tecrîda li Îmraliyê li dijî Birêz Abdullah Ocalan pêk tê di şexsê Birêz Ocalan de li dijî gelan pêk tê. Li dijî aştiya gelan û rêveberiya cewherî ya gelan pêk tê. Ji ber vê yekê divê li dijî pergala Îmraliyê em dengê xwe bilind bikin. Divê em li dijî îşkenceyê dengê xwe bilind bikin. Niqaşên civata HDK'ê ji bo rakirina tecrida teqez a li ser Ocalan bi dawî bibe û azadiya gelan gelek muhîm e. 
 
NIHA DEMA ME YE 
 
Tuncel, heri dawî anî ziman ku anî ziman ku wekî wê bi dehan hevalên wê ku divîya bû îro tev li civata HDK'ê bibin ji ber di zindanê de ne nikarin tev li civatê bibin û wiha bi dawî kir: "Bi pergala ku hikûmeta AKP-MHP'ê OHAL Xist meriyetê zextên li ser girtîgehan dijwartir bûn. Mafê azadiyê ji holê rakirin. Bi taybetî li girtîgehên nû hatin vekirin îşkence bi rêk û pêk tê meşandin. Ez bawer dikim ku li gorî rol û mîsyona ku îro dîrok ji bo pêşengîtiyê ji me dixwaze em dê bi serkeftî pêk bînin. Niha dem dema me ye. Dem dema ku em dest bi pêngavek nû bikin e. Bi heviya em di rojên azad de bigêjin hev." 
 
GUVEN: SALA 2018'AN DÊ BIBE SALA GELAN
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven  jî anî ziman ku ger îro rêxistinbûna wan têr û tijî bûya faşîzma AKP'ê dê nikarîbûya komkujiyan pêş bixe û wiha got: "Divê em hemû rexnedana xwe bidin. AKP'ê hemû alav û amûrên faşîzmê li diji nirxên gel xebitand. Sala 2017'an bi tecrîda girankirî derbas bû. Ji bo sala 2018'an bibe sala serkeftinê divê em bêtir xwe  bi rêxistin bikin û tivê em bêtir têbikoşin."
 
KEMALBAY: EV CIVAT DÊ BIBE ÇARESERΠ
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay jî anî ziman ku 2 sal û nîv e şerekî topyekun tê meşandin û wiha got: "Ji bo em têkoşîna xwe bêtir pêş bibin em bêtir bibiryar in. Civata HDK'ê ya bi şîara "Bi meclisan ber bi demokrasiyê û bi Komara Demokratîk ber bi azadiyê" pêk tê dê bibe rê û şîara çareseriyê. 
 
PÎROGLU: EM XETA YEKÎTIYÊ AVA BIKIN
 
Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Musa Piroglu anî ziman ku emperyalizm di krîzek mezin re derbas dibe û xwest her kes li dijî emperyalîzmê xeta yekîtiyê ava bikin. 
 
OZDEMÎR: JI TIRSA YEKÎTIYÊ TECRÎD PÊŞ XISTIN
 
Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP'ê Hacer Ozdemîr jî anî ziman ku yekîtiya gelan hin kesan ditirsîne û wiha got: "Ji ber ku yekîtiya gelan hin kes tirsandin, tecrida mudlak pêş xistin. Tecrîda mutlak ne tenê li dijî Îmraliyê pêş dikeve. Di şexsê Îmraliyê de li dijî gelên Rojhilata Navîn tê meşandin. Divê em li diji tecrîdê pergala Şoreşa Rojava li vir ava bikin"