Yildirim: Ji fikrên Birêz Ocalan ditirsin û tecrîdê kûr dikin

img

WAN - Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nadir Yildirim li Erdîşê axivî, diyar kir ku ew ê di 11'ê Sibatê de kongereya giştî li dar bixin û der barê tecrîda li ser Ocalan de ev tişt got: "Gotineke Birêz Ocalan hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike. Ruhê wan ji derveyê tarîtiyê tiştekî nabîne û ji ronahiyê ditirsin, ji ber wê tecrîdê kûr dikin."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Erdîşê ya Wanê, 2'yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre li salona dawetê ya li navçeyê pêk hat, Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê û Wekîlê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim, hevserokên HDP'ê yên navçe û navendê û bi sedan kes tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de peyamên Tugba Hezer a wekîltiya wê hat xistin û Hevşaredara Erdîşê ya girtî Dîba Keskîn hatin xwendin.
 
'ERDÎŞÊ POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTINÊ VAL DERXIST'
 
Wekîlê Wanê Nadir Yildirim di kongreyê de axivî, da zanîn ku pergal bi salan e polîtîkayên xwe yên qirêj li ser Erdîşê dimeşîne û wiha got: "Lê ruxmê hemû zextan jî gelê Erdîşê stûyê xwe netewand. Polîtîkayên pişaftinên ên li ser Erdîşê, ji bo dewletê laboratuar e. Di sala 2014'an de Erdîşê mohra xwe li kaxizê hilbijartinê neda, mohra xwe li dîrokê da û polîtîkayên pişaftinê vala derxistin."
 
'DIJMINAHIYA KURDAN DIKIN'
 
Yildirim aşkera kir ku piştî qeyûm tayînê şaredariyan kirine, li dijî nirxên gel polîtîkaya zilmê xistine dewrê û wiha axivî: "Qeyûmên ku hatine dê paşve bikin. 2 sal e li ser gelê me pêkanînên taybet dimeşînin. Komkujiya siyasî, fîzîkî û ziman li dijî gel tê meşandin. Bi hezaran hevrêyên me avêtin girtîgehê. Hevserokên me û wekîlên me hêj girtî ne." Yildirim da zanîn ku aboriya AKP'ê jî amadekariya ji bo şer e û der barê dijminahiya li dijî kurdan de jî ev tişt anî ziman: "Di serî her tiştî de Erdogan heye. Alîkarên Erdogan jî Dogu Perînçek û Devlet Bahçelî ye. Tişta ku van tîne gel hev, êrîşên li dijî kurdan e. Dibêjin ku 'Bi kurdên baş re pirsgirêka me tune, bi PKK'ê re pirsgirêka me heye.' Em ji bo wan kurdên xirab in. Tişta rast dijminahiya kurdan dikin."
 
'EM DI SIBATÊ DE DIÇIN KONGREYÊ'
 
Yildirim destnîşan kir ku kurd di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin û wiha pê de çû: "An ev sed sal dê bibe sedsala me, an jî em sed salên din winda bikin. Me li dijî faşîzmê berdêleke giran da û êrîş vala derketin. Em di meha Sibatê de diçin kongreya giştî. Bi meha Sibatê re dê hemleyeke nû dest pê bike."
 
'DÊ TIRSA WAN HÊJ MEZINTIR BIBE'
 
Yildirim da zanîn ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji ber tirsa pergalê tê kûrkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her gotina Birêz Ocalan hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike. Di ruhê wan de ji derveyê reş û tarîtiyê tu tişt tune, ji ber wê ji wê ronahiyê ditirsin. Em dikarin di sala 2018'an de hemû Tirkiyeyê ji faşîzmê rizgar bikin û azad bikin. Kongreya HDP'ê ya 11'ê Sibatê, dê careke din pergala wan bihejîne. Em bi 50 hezar kesî diçin Enqereyê. Gelê kurd li ser piyan e, bi bawer e û dê bi ser keve. Bila amadekarî dest pê bikin. Em ê di 11'ê Sibatê de paytextê bihejînin û peyama herî bi hêz bidin û tirsên wan ên heyî hêj zêdetir bikin."
 
Piştî axaftina Yildirim, hilbijartina bi yek lîsteyê pêk hat de, Şakîr Asil wekî hevserokê HDP'a Erdîşê hat hilbijartin, dê hevseroka jin piştî civîna lijneya rêveberiyê bê diyarkirin.