'Leşker û polîsan çend kes kuştin û birîndar kirin?

img

ENQERE  - Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, têkildarî polîsê ku bi wesayitê zaroke 4 salî Umut. O. li Hezexê birîndar kir pirsname da meclîse û xwest serokwezîr bibersivîne. Tanrikulu diyar kir ku heta niha polis û leşkeran çend kes kuştine û birîndar kirine û der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin ya na. 

Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, tekildarî polîsê ku li navçeya Hezexê zarokê 4 salî Umut O. birîndar kir pirsname da Meclîsê. Tanrikulu, ji Serokwezîr xwest ku tekildarî pirsên wî Serokwezîr bersîv bide û ev pirs kirin. 
 
* Der barê polîsê ku Umut. O. birîndar kiriye de lêpirsîn hat vekirin ya na?
 
* Naveroka îfadeya polîs çiye? Piştî bûyerê girtek çawa hat girtin naveroka girtekê çîye. Saet di çenda de girtek hat girtin. ?
 
* Di 5 salên dawî de polîs û leşkeran bi maşîneyan çend kes kuştin? 
 
* Di vê bûyerê de bi berfirehî bûyer çawa pêk hatiye. Di bûyerên ku ji aliyê polîs û leşkeran ve pêk hatiye der barê çend kesan de doz hatine vekirin û encama wan çine? 
 
* Çend bûyer bê encam bi dawî bûne. Der barê çend bûyeran de doz vebûye û encama wan dozan çiye. Berfirehiya wan dozan çiye?"