Bûldan: Divê ji Îmraliyê dengekê, dîmenekê bigihînin civakê

img

STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûlgan, ragihand ku wan li dijî şewba vîrûsê ku belav dibe dest bi "Kampanya Malbatên Xwişk û Bira" kirin û got: “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî dibin rîska şewbê deye. Divê ji Girtîgeha Îmraliyê yan dengekê, yan jî dîmenekê bigihînin civaka Tirkiyeyê.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, li mala xwe ya Stenbolê bi weşana zindî rojevên heyî nirxandin. Bûldan, diyar kir ku partiya wan civîna xwe ya Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) bi weşana zindî pêk anîne û di dema civînê de daxuyanî dane.
 
MIRINA HÊLÎN BOLEK
 
Bûldan, di axaftina xwe de Endama Grûp Yorûmê Hêlîn Bolek a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, bibîr anî û wiha got: “Hêlên ku endamên Grûp Yorûm tenê ji bo ku kilam û stranên xwe bi awayekê azad bejin, ketin greva birçîbûnê û dûre çalakiya xwe veguhestin rojiya mirinê. Hêlîn çavê xwe li jiyanê girt. Berpirsiyarê vê mirinê desthilatdariye. Daxwazên Hêlîn û hevalên wê ne ew daxwazin ku neyin bi cih anîn. Yên ku vê zilmê ji bo endamên Grûp Yorûmê rewa dibînin, bû sedama mirina Hêlîn jî. Em ji Grûp Yorûm û malbata Hêlîn re sersaxiyê dixwazin.”
 
‘JI BO LI ‘MALÊ BIMÎNE’ DIVÊ TEMÎNAT BÊ DAYÎN’
 
Bûldan, da zanîn ku li Tirkiyeyê hem vîrûsa korona, hem jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe û wiha bilêv kir: “Di vê pêvajoyê de piştevaniya di navbera welatan de pir girînge. Divê hîn zêdetir bergirî bên girtin. Tiştên heya niha hatine kirin ne besin. Mirov hîna jî, li kolanan digerin. Em weke HDP’ê banga xwe ya li malê bimîne dubare dikin. Divê li Tirkiyeyê jiyan raweste û hikumet jî ji bo vê teminatê bide civakê. Lazime ku di vî warî de welatên Ewropayê bên mînak girtin.”
 
‘HIKUMET DI YA XWE DE BI ISRARE’
 
Bûldan, derbarê qanûna înfazê ya di Meclîsê hat dîtin de jî, wiha got: “Têkildarî qanûna hat derxistin, nêrîna mûxalefetê nehat girtin. Hikumet di ya xwe de israr dike. Diviya bû bi vê qenûnê hemû girtîgeh bihatan vale kirin. Bi hezaran mirovên fikir û ramên xwe aşkere kirine di girtîgehan de hene. Divê ev mirov terkî mirinê neyin kirin.”
 
JI BO GIRTÎGEHAN BANG KIR
 
Buldan, anî ziman ku hêj derfeta ku zagonê biguherînin heye û wiha got: "Ji bo zagona hemû girtiyan têxe nava xwe bê derxistin, em bang li hemû kesên xwedî wîjdan, demokrat dikin ku hesabê wîcdan bikin. Buldan, destnîşan kir ku dijberî wê ger ku li girtîgehan tiştekî nexweş çê bibe dê hemû kes berpirsiyarê vê yekê bin û wiha got: "Em carek din dibêjin. Bêyî cudakarî bê kirin divê ev zagon ji bo hemû girtiyan derbasdar be. Çav û guhê milyonan kesan li vê zagona ku roja sêyemê biçe Lijneya Giştî ya Meclîsê ye. Divê ev zagon wîcdanê hemû civakê rehet bike hemû girtiyan têxe nava xwe, Em pêşniyar dikin ku girtîgehan bikin navendên qerantînayê. "
 
‘DIVÊ ÎMRALÎ DENG Û DÎMENÊ XWE BIGÎNE DERVE' 
 
Buldan, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wiha got: “Li Girtîgeha îmraliyê tenê Birêz Ocalan ne girtî ye. Girtiyên din jî li vir girtî ne. Birêz Ocalan jî di koma rîskê de ye. Ji ber vê yekê em dixwazin dengek an ji dîmenek ji Girtîgeha Îmraliyê teqez bigêje civaka Tirkiyeyê. Divê mafê telefonê bidin Birêz Ocalan jî û heyetek serbixwe teqez biçin Îmraliyê."  
 
KAMPANYA PIŞTEVANIYÊ YE
 
Buldan, bal kişand ser Kampanya Xwişk û Biratiyê ya li dijî şewba Covît-19 û wiha bi dawî kir: “Me kampanya xwişk û biratiya malbatan bi rêxistin kir. Ji îro û şûnde me strata vê kampanyayê daye. Ev kampanya piştevanî u yekîtiyê ye. Em bi dirûşmeya 'Em parve dikin hûn jî parve bikin' dest pê dikin."